04 maj 2013

Hin kurd bûne "polîsên" baş


Hin siyasetmedarên kurd ji bo ku dewleta tirk wek dewleta me û ala tirk jî wek ala me, bi me kurdan bidin qebûlkirin destpêkirine rola ”polîsê baş” dilîzin.
Di nava kurdan da ”polîsên baş” berê jî pir bûn lê ev demeke roj bi roj zêde dibin û wek ”polîsên baş” şîretan li kurdan dikin, dibêjin ev dewlet ya me ye jî…
Herî dawî jî parlamenterê BDP-ê yê Hekariyê Adil Zozanî, camêr tam wek ”polîsê baş” peyivîye û gotiye, ”ancax em kurd dikanin ala vî welatî biparêzin û bilind bikin.”
De tu were vê ecêba giran, îcar em kurd dikanin "ala tirk biparêzin û bilind bikin?"
Adil Zozanî di axaftina xwe ya 1-ê Gulanê da ji bo ku ji tirkan "eferimekê" bigre gotiye:
”Heta îro bi ala vî welatî serê me şikandin. Lê belê ancax em dikanin ala vî welatî biparêzin. Ancax em dikanin wê bilind bikin. Dibê her kes ji vê emîn be. Ew ala ku dikve erdê û bi darê wê serê me tê şikandin, êdî ewê li Tirkiyê bibe ala tifaqa gelan. Ne ya serdestan, ewê bibe ala xwediyên xwe yên rastî.”
Tiştê ku tirkan ev 90 sal in bi zart û zûrtê, bi gefan, bi darê zorê û bi qetlîaman nikanîbûn bi kurdan bidin gotin û qebûlkirin, hin siyasetmedarên kurd dixwazin di rola polîsên baş da bi miletê kurd bidin qebûlkirin.
Kurdên siyasî yên hatine girtin dizanin, li emniyetê ji bo ku meriv bidin peyivandin û daxwazên xwe bi meriv bidin qebûlkirin, ji polîsan yek li meriv dixe, diqîre, heqaretê li meriv dike û dixwaze bi darê zorê îfadeyê bi meriv bide îmzekirin.
Lê dema meriv li ber xwe dide û dibînin ku meriv teslîm nabe, wê demê polîsekî din, bi nermayî dikve dewrê û rola ”polîsê baş” dilîze, ji meriv ra qala biratiya tirk û kurdan dike, dibêje ev dewlet ya me hemûyan e, filan û bîvan…
Mixabin van rojan gelek kurd bi rola ”polîsên baş” derketine ortê û dixwazin kurdan îqnayî daxwazên tirkan bikin.

XXX
Jiyan bêdewlet nabe, bêdewletî bindestî ye, dibê kurd jî bibin xwedî dewlet.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE