04 maj 2013

Dibê em bizanibin mafên xwe bixwazin



Şîrketa hewayî Atlasjet, di îlana xwe da li hostesên kurdîzan digre. Ev cara pêşîye şîrketeke tirk ya balafiran bi rengekî resmî li hostesên kurdîzan digre.
Ji sala 2010-a û virda ye ez sê caran çûm Kurdiştanê. Di balafirên di nabêna Stenbol, Anqere û Diyarbekrê û Mêrdînê da hostêsan bala min kişand. Min bala xwe dayê ji wan yekê jî bi kurdî nizanîbû û hemû jî wek keçên Balkanî bûn. Muameleya wan ya li hemberî kesên tirkînezan jî qet ne xweş bû.
Min ji xanima xwe ra got, bala xwe bidê, rêwî hemû kurd in, lê hostes gotinekê jî bi kurdî nizanin û anonsê jî bi îngilîzê û bi tirkî dikin. Ji ber ku rêwî hema hema hemû kurd in, loma dibê hostes jî kurd bûna û anons jî bi kurdî bûya.
Li welêt jî li çend ciyan min qala vê paradoksê kir. Bi baweriya min bi zanetî hostesên ne kurd di balafirên diçin Kurdistanê da didin xebitandin. Naxwazin kurd fêrî serwîsa bi zimanê xwe bibin.
Dibê partî, dezgeh, komel û rêxistinên siwîl yên kurd û Kurdistanî dest bi daxwaza hostesên kurd û anonsa kurdî bikin.
Ev, mafê me ye, kurd muşterî ne, perê xwe didin û şîrket jî dibê bi zimanê wan xizmetê bide wan.
Ev îlana Atlasjetê destpêkek baş e, dibê meriv berfirehtir bike û ji hemû şîrketan vê serwîsê bixwaze.


XXX
-Ez ji qurbanên hurmetê nîşanî celadên xwe didin nefret dikim.
Jean Paul Sartre


Di nava kurdan da hurmeta li hemberî ”celadan”, li hemberî sembolên wan û hevalbendiya bi hêzên îşxalkar ra êdî bûye mode. Zemên însan bêexlaq kirine, berê ”silava” li polîsekî tirk jî şerm û qebheteke pir mezinbû, lê nuha dem û dewran guherîye, êdî hurmeta li hemberî sembolên dijmin, dostayî û hevalbendiya bi berpirsiyarên hukûmet û dewletê ra, xebata di dezgehên dewletê da jî wek şaşî û şerm nayê dîtin.
Gelek kesên do ji bo Kurdistana serbixwe rêber û pêşeng bûn, wek ûêr û pilingan dabûn pêşiyê, îro bûna mamûrên dewletê û şîretên "biaqilbûnê û realîstbûnê" li kurdan dikin. Û vê teslîmîyetê jî kes wek kêmasiyekê jî nabîne; bira kêmasî li wir bimîne, tew jê ra li çepkan dixin.
Bi guherîna wextê ra norm û exlaqê însanan jî dejenere bûye…
Axxx, ka ew însan û exleqaê berê...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE