13 maj 2013

Careke din li ser gelşa nivîsîna bi kurdî û tirkî


Çend roj berê min di quncikê xwe da nivîsa Çetîn Taşçi ya derbarê nivîsîna bi kurdî da rexne kiribû. Birêz Taşçi, nivîsa min di malpera Agendakurd da weşand û bi şiroveyeke kin jî bersîvek da min.
Çetîn Taşçi, di bersîva xwe da dibêje, ew li gel nivîsîna bi kurdî ye, lê belê her kesê kurdîzan nikane bi kurdî binivîsîne.
Rast e, destpêkê her kes nizane lê dû ra fêr dibe. Heger meriv bibêje ez nizanim û ji bo fêrbûnê nexebite, helbet fêr nabe. Di destpêkê da her tişt zahmet e, lê meriv fêr dibe. Û ev jî bi daxwazê û bi xebateke bi îstîkrar dibe.
Hemû kurdên îro bûne nivîskar, şair, rojanemevan destpêkê wan jî nizanîbû, lê piştî ku biryara fêrbûnê dan fêr bûn û dû ra jî bûn nivîskar, şair edîb û hwd.
Hema ez ji xwe dest pê bikim. Ez rojekê jî neçûme mektebê, xwendin û nivîsandinê bi xwe fêr bûme. Tu kesî alîkariya min nekiriye û min ji kesî jî tu ders negirtiye. Li vir nabe, lê ezê rojekê qala çîroka fêrbûna xwe ya xwendin û nivîsandinê û dû ra jî qala fêrbûna xwe ya kurdî bikim.
Çima ez fêrî xwendin û nivîsandinê û dû ra jî fêrî nivîsandina kurdî bûm?
Ji ber ku min xwest, ji ber ku min ji xwendinê û ji kurdî hez kir, ji ber ku min xwest bi kurdî binivîsînim loma ez fêr bûm.
Lê mesela ez ajotina bisiklêtê fêr nebûm, ez hîn jî nizanim bisiklêtê bajom.
Ne ku fêrbûna wê pir zahmet e loma ez fêr nebûm. Na, ji ber ku di zaroktiyê da fêr nebûm, ji ber ku zêde kêfa min jê ra nehat, ji ber ku min zêde cidî negirt. Ji ber ku di zaroktiyê da fêr nebûm û dema mezin bûm jî min fedî dikir. Peyayekî mest û mezin rabe wek zarokan li hesinekî siwar be û rast û çep bikeve, hema qet ne xweş e!
Ez dikanim sed sebebên din jî rêz bikim. Lê hemû jî bi daxwaza min ve girêdayî ne, ji ber ku min nexwestiye.Ne ku pir zor e ya jî ne mumkûn e…
Û ne bisikilêtê tenê, ez nizanim erbeyê jî bajom, yanî eheliyeta min jî tuneye.
Li Swêd 17 sal berê, qursa ku ji bo kar ez çûmê 1500 Euro dan min, gotin here ji xwe ehliyetê bigre. Min çû du cara ajot, kêfa min jê ra nehat, min perê wanbir paşda dayê, min got bavo ez ehliyetê naxwazim.
Lê nivîsîna bi kurdî yanî tiştê ku min xwest, tiştê ku min jê hez kir ez fêr bûm.

Yanî dawiya mahneya ”bi kurdî dizane, lê nikane meqeleyekê binivîse”, nikane meramê xwe bîne zimên rast e lê ne bi heq e, mehneyên wiha meriv dikane her tim bibîne. Û heger meriv dest pê neke mahneyên(bahaneyên)wiha ewê tu carî jî neqedin.
Birêz Çetîn Taşçi dibêje, li welatên Skandînawî ji bo mezinan her çiqas qursên fêrbûna kurdî tunebin jî lê belê zarokxane hene, pirtûkên zarokan tên weşandin, dewlet îmkanê dide weşanên kurdî û ev yek jî tesîra xwe li mezinan jî dike.
Taşçi wiha dibêje:
”Hukumetên li devletên skandinavî ji mezinan re qursên kurdî venekirî ye. Rast e! Lê di hêlînên zarokan de kurdî jî heye û pirtukên zarokan bi kurdî jî ji aliyê dewletan de tên weşandin. Dê û bavên zarokan jî bi wan re tev hîn dibin. Ew dibe tiştekî rojane.”
Birayê ezîz, bawer bike vana hemû hincet in, hincet û baheneyên xwe parastinê ne. Van tiştên te gotine yek jî ne sebebê esasî ye ku kurdên Swêd bi kurdî dipeyivin.
Li Swêd jî her kurd bi kurdî nizane, nikane bi kurdî bixwîne û binivîsîne. Yanî kurdên kurdînezan kêm bin jî lê li Swêd jî hene. Li Swêd jî kesê xwestiye fêr bûye û yê nexwestiye fêr nebûye.
Çîroka pêşketine kurdî li Swêd bi kurtî wiha ye:
Piştî darbeya leşkerî ya sala 1980-î gelek kurd hatin Swêd jî. Bi hatina xwe ra xwestin federesyoneke kurd ava bikin. Û di sala 1981-ê da kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê li Swêd bi hev ra Federasyona Komeleyên Kurdistanê ava kirin.
Ji ber ku ji her çar perçeyên Kurdistanê kurd û hemû partî û grû(derî PKK-ê) têda hebûn, loma jî ji me ra zimanekî muşterek lazim bû. Û ew ziman jî bû kurdî.
Me biryar da, dibê zimanê komele, civîn û kongreyên me bi kurdî be.Dibê em bi tirkî, bi farisî û bi erebî nepeyivin. Kurmanc bira bi kurmancî, soran bira bi soranî û zaza jî bira zazakî bipeyivin. Û me ev yek di praktîkê da bi cî anî yanî em bi kurdî peyivîn.
Dema me ev biryar girt û me zimanê kurdî kir zimanê komele û Federasyonê yê resmî li Swêd ne zarokxaneyên kurdî hebûn û ne jî pirtûkên zarokan. Ji xwe hîn kesî mala xwe neanîbû Swêd. Gelekên me hîn azib bûn.
Yanî zarokxane, kitêbên zarokan, dersên di mekteban da û alîkariya dewletê, vana hemû fêkiyên biryaradariya kurdên Swêd in. Loma jî argumentên te rêzkirine ne rast in. Ew hemû netîceya biryaraka rast û îstîkrarekê ye.
Li Swêd sebebê pêşketina zimanê kurdî biryara kurdan e, kurdan biyar da ku ewê bi kurdî bipeyivin.
Û vê yekê jî bi wextê ra hin tiştên din jî bi xwe ra anî; bû sebebê derketina gelek kovar û rojnameyên kurdî, bicîbûna kultura kurdîaxftinê.
Û dema kurdî bi pêş ket, nivîskar çêbûn. Dema nivîskar çêbûn, kitêb nivîsîn, bi zarokên xwe ra bi kurdî peyivîn.
Ya din, min di nivîsa xwe ya pêşî da jî gotibû, em dev ji welatên Skandînawî berdin, em bala xwe bidin Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, ji bo me numûneya herî baş ew e.
Nuha li bakurê Kurdistanê bi sedan, nivîskar û şairên kurd hene. Kurd serê salan e ku rojnameyeke xwerû bi kurdî ya rojnane(Azdiya Welat)derdixin.
Salê bi sedan kitêbên bi kurdî tên weşandin. Û rojnamevan û nivîskarên van berheman yek jî neçûye mektebên kurdî ya jî bi îmkanên welatên Skandînawî fêrî kurdî nebûne, hemû jî li Tirkiyê, li Kurdistanê, di bin şertên pir giran û bêîmkaniyetên mezin da fêr bûne.
Pirinaya wan ji berhem û çavkaniyên fêrbûnê jî bêpar bûn, bi alîkariya kitêbeke Çegerxwîn ya helbestan fêrî kurdî dibûn.
Kovara Tîrêjê di sala 1979-a da li Tirkiyê xwerû bi kurdî(kurmancî, zazakî)derket. Demêg wê demê jî yên xwestibûn fêr bûbûn.
Lê îro ne wiha ye, bi saya teknîka nuh mala her kesî dibistan e, ji bo her musteweya fêrbûnê bi sedan malperên fêrbûna kurdî yên him bi deng û him jî bi nivîskî hene, bi dehhezaran belge û kitêb li ber destê meriv in. Qet ne hewceye meriv here kitêban bikire û bi dû kitêbên fêrbûnê keve, her tişt di înternetê heye. Kî bixwaze dikane fêr bibe û xwe bi pêş xe.
Du argumentên esasî yên kesên ku bi tirkî dinivîsîn û bi kurdî nanivîsin ya jî carnan dinivîsin hene. Yek, mesela îmkan û perwerdeyê ye û ya din jî mesela xwendevanên zimanê tirkî pir in, dibê meriv wan jî îhmal neke.
Ev her du argument jî rast in lê ne biheq in. Mesele îmkanan min li jor qal kir, ez naxwazim zêde dirêjtir bikim. Rast e mektebên me tunene lê meriv bixxwaze meriv dikane şeş herfên ji elîfbeya tirkî cudair fêrbibe.
Û ya din jî dibê meriv teslîmî bazara tirkî nebe, dibê em wê bazarê biguherînin û mişteriyên kurdî zêde bikin. Û ev jî bi nivîsî kurdî dibe, ne bi ya tirkî.
Edebiyat wek bexçeyekî ye. Û her berhemek jî gulek e. Dema kurdek romanekê, helbestekê, nivîsekê, çîrokekê bi tirkî dinivîse ew dibe malê bexçeyê edebiyata tirkî. Belkî rojekê yek bibêje yekî kurd ev gul, ev dar çandiye, lê bexçe jî, dar jî û gul jî ewê her û her yê ziman û edebiyata tirkî be, ew tu carî nabe malê miletê kurd.
Heger em dixwazin bax û bexçeyên ziman û edebiyata kurdî geş bikin, dibê em bi kurdî binivîsîn, wekî din tu rê tuneye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE