29 maj 2013

PKK-ê li başûr jî tiştê nemimkûn bû mimkûn kir



Ev çend roj in çekdarên Artêşa Azad ya Sûriyê li herêma Efrînê û hin derên din êrîşê dibin ser gund û bajarên kurdan, însanan direvînin û dikujin. Li gorî hin nûçeyan li ser riya Heleb û Efrînê bi sedan kurd revandine.
Li der û dora Efrînê, Serê Kaniyê di nabêna Artêşta Azad û hêzên YPG-ê da şerekî dijwar heye.
Bi van êrîşan dixwazin kurdan di warê lêşkerî da ji hêz da bixînin û dû ra jî li derveyî prosesa siyasî bihêlin. Çimkî îro li Sûriyê di warê leşkerîda meriv ne xurt û bi hêz be kes guh nade meriv.
Di van êrîşan da bi îhtîmaleke mezin tiliya Tirkiyê jî heye. Tirkiyê dev ji xistina Esed berda, dîsa bela xwe di kurdan dide, dixwaze kurdan ji qada siyasî tasfiye bike.
Li hemberî van êrîşan Artêşa Azad, kurd mecbûr in xwe biparêzin û liberxwe bidin…
Heta salek berê jî kesî nikanîbû xeyal jî bikira ku kurdên rojava jî rojekê ewê dest bavêjin çekan û bi çekan welatê xwe biparêzin.
Di programên hemû partiyên kurdên Tirkiyê, Îraqê û îranê da şerê çekdarî hebû, lê tu partiyeke Kurdistana rojava şerê çekdarî nediparast û mimkûn nedidît.
Di minaqeşe û sohbetan da hustuyên xwe xwar dikirin û digotin, ”welatê me dûz e, ji alî coxrafîk ve ji şerê çekdarî ra ne musaîd e, loma jî em şerê çekdarî naparêzin.
Lê nuha, wa ye em dibînin ku PKK-ê li Kurdistana Rojava jî ev bawerî pûç kir û îspat kir ku kurd li Rojava jî dikanin dest bavêjin çekan û welatê xwe biparêzin.
Li vir mesele ji şertên coxrafîk bêtir, cesareta leşkerî û siyasî ye, tişt û gavên ku hêzên din cesaret nakin bikin û bavêjin, PKK cesaret dike û wan gavan davêje.
Li Kurdistana Rojava êdî ne PYD tenê, wa ye partiyên din jî êdî dixwazin hêzên xwe yên çekdar ava bikin û hinekan di vî warî da hin gav avêtine.
Dêmeg li cîhanê tu tiştekî ne mimkûn tuneye, şert û merc çê bibin û însan jî biwêre û bixwaze her tişt mimkûn e.
Li her çar beşên Kurdistanê jî ji bo ku kurd bigihîjin azadiya xwe dibê organîze û di her warî da xurt bin.

XXX
Helandina miletekî û kultura wî, bi helandina(asîmîlasyona) zimanê wî ve mimkûn e. Heta miletek zimanê xwe wenda neke, ew milet wenda nabe.
Tiştên miletan li ser nigan digrin û ji wendabûnê xelas dikin ziman û hin caran jî dîn e…

XXX
Jiyan tije surprîz in, carnan ji nişkave weke mar bi meriv vedide û meriv şerpeze dike.

XXX
Miletê dîroka xwe bizanibe dost û dijminên xwe baştir ji hev digerîne.


XXX
-Hin însan bi wextê ra kamil dibin û hin jî her ku diçe bêrû dibin.

28 maj 2013

Orhan Pamuk merivekî ne li gorî navê xwe ye


Orhan Pamukê xwediyê Nobelê li gel ku vexwendeyê Konferansa Aştiyê ya Anqereyê bû, lê beşdarî konferansê nebûye.
Vê şêla Pamuk hin beşdarên konferansê matmayî hîştîye û Pamuk rexne kirine.
Lê belê dibê meriv ji tirsonekekî wek Pamuk tiştekî nepê, ew îşê xwe ji gelşên cîhanê û kurdan nayne, ew li kêf û rehetiya xwe dinêre…
Pamuk, çend sal berê û ew jî bêhemdî û ji safiya xwe gotina qetlîama ermeniyan ji devê xwe revand û got weleh dewlet zulmê li kurdan jî dike.
Li hemberî van gotinên Pamuk, kemalîst, nîjadperest û faşîstên tirk reaksiyeneke mezin nîşan dan.
Piştî vê bûyerê Pamuk, Tirkiye terikand û di heqê kurdan da hew devê xwe vekir. Û du sê sal in jî Pamuk di vî warî da qet dengê xwe nake. Fena ku ew ne li vê cîhanê, di guhê gê(ga) da be, li hemberî hemû bûyerên Tirkiyê ew kerr û lal e.
Loma jî pir ne xerîb e ku Pamuk neçe civîna Anqereyê.
Ji ber ku ev ne cara pêşî ye ku Pamuk axaftina li ser micadeleya kurdan red dike. Çend carên din jî li Ewrûpayê di hin civîn û kanalên telewîzyonan da nexwest li ser micadeleya kurdan ya li bakurê Kurdistanê(Tirkiyê)bipeyive.
Pêşiyên kurdan ji kesên wiha ra gotine, ”navî giran e, warî wêran e…”
Yanî merivekî ne li gorî qalib û navê xwe ye, xîret û mesûliyeta ronakbîriyê pê ra kêm e…


XXX
Helandina miletekî û kultura wî, bi helandina(asîmîlasyona) zimanê wî ve mimkûn e. Heta miletek zimanê xwe wenda neke, ew milet wenda nabe.
Tiştên miletan li ser nigan digrin û ji wendabûnê xelas dikin ziman û hin caran jî dîn e…

27 maj 2013

Tirk naxwazin bibin cîranên kurdan



Li gorî anketa ku CHP-ê(partiya ataturkçî) daye çêkirin, ji % 60-ê tirkan cîrantiya kurdan naxwazin. Lê li hembrî vê, ji % 80-ê kurdan dixwazin bi tirkan ra bibin cîran.
Bira jiyana bi hev ra li wir bimîne, wa ye tirk naxwazin bi me ra bibin cîran jî, lê kurdên me bi zor xwe bi tirkan ve dizeliqînin û dixwazin bi wan ra bijîn.
Miletekî cîrantiya meriv nexwaze dibê meriv jî nexwe pê ra bijî. Tiştê herî normal ew e. Yanî dibê ji tirkan bêtir, kurd nexwazin bi tirkan ra bijîn.
Lê piraniya kurdan naxwazin ji tirkan veqetin. Ji ber ku rêberên kurdan xeta xwar dane ber kurdan û di warê siyasî û îdeolojîk da miletê kurd gêj kirine.
Kurdên welatparêz dibê bi rengekî bênabên vê helwesta tirkan ji kurdan ra bibêjin. Çare xebat û têkoşîna îdeolojîk e.


XXX
Dibêjin kesên ku ”ecdadên xwe ji bîr bikin wek çemê bêçavkanî û dara bêreh in…”
Çemê bêçavkanî zû dimiçiqe û dara bêreh jî zû hişk dibe.
Jibîrkirina ecdadan yanî jibîrkirina bav û kalan, jibîrkirina dîroka xwe ye. Civata ku dîroka xwe û ya bav û kalên xwe nizanibe mahkûmî têkçûnê û wendabûnê ye.
Ji roja dewleta tirk avabûye û virda ye tirkan xwestine du tiştan, zimanê me û dîroka me bi me bidin jibîrkirin. Ji ber ku ancax bi vê riyê dikanin me bêkok bihêlin û bi hêsanî bihelînin.
Zimanê me û dîroka me sîrgorteya hebûna me ye…


XXX
Rahmetiyê Balzac gotiye, ”Tu çi dikî bikî, tu çawa dijî bijî, lê belê ji bo ku tu bikenî kesî bigirî neke û ji bo berjewendiyên xwe ebeden kesî nefroşe.”
Romanciyê mezin rast gotiye, dibê meriv însaniyet û şexsiyeta xwe bi malê dinyayê nede. Ji bîr neke ku li vê cîhanê serweta herî mezin şexsiyeta meriv e. Dema te ew wenda kir, serweta te bi qasî ya Qarûn be jî bêfeyde ye.


XXX
Ez helal û heram tevlihev nakim.
Badeya bi dostan ra were vexwarin helal e.
-Ava be jî bi pûştan ra were vaxwarin heram e.
///Umer Xeyam

XXX
Parlamenterê Agiriyê yê BDP-ê Halîl Aksoy, li Swîsreyê azadiya miletê kurd bi azadiya Ocalan ve girêdaye û gotiye, ”Heta ku Abdulah Ocalan azad nebe kurd nikanin azad bibin…”
De were nemre, de were neteqe!
Meriv çawa dikane azadiya miletekî bi azadiya şexsekî ve girê bide, ez qet fêm nakim!
Ma nuha dewlet Ocalan berde û heta bike wezîr jî, ma qey kurd ewê azad bibin?
Aqilê azadiya kurdan bi azadiya Ocalan ve girê bide ne aqilekî temam e, têda seqetiyeke heye.
Ne ya Ocalan tenê, azadiya hemû girtiyên siyasî yên kurd bi azadi miletê kurd ve girêdayî ye. Roja ku miletê kurd bigihîje azadiya xwe, ewê Ocalan û hemû girtiyên kurd jî bigihîjin azadiya xwe.

26 maj 2013

Kevirekî bavêje !



Hevalekî me(Sero Kont)yê berî sala 1980-î yê dema ez li Wêranşarê bûm, do daxwaza hevaltiyê ji min ra şand, min qebûl kir. Birayê Sebrî Kontê Kawacî ye. Min bîstekê bala xwe da malpera wî ya facebookê. Di malpera wî da ez rastî vê helbesta Malcolm X hatim. Min ji helbestê hez kir û loma jî ew wergerand kurdî.


KEVIREKî BAVÊJE
Malcolm X
Kevirekî bavêje
Kevirekî din bavêje
Helbestekê binivîse
Hutikekê bilind ke
Dengê xwe bilind ke
Zarokekî bigihîne
Maskeyekê girê bide
Sloganekê li dîwêr binivîse
Şehîdan bibîr bîne
Di serê xwe da xeyalekê çêke
Barîqatekê deyne
Li dîroka xwe xwedî derkeve
Li kuçeyan xwedî derkeve
Sloganekê biqîre
Guleyekê berde
Bizrekî biçîne
Agirekî vêxe
Camekê bişkîne
Xwîdan bide
Belgeyên sexte çêke
Belavokekê çap bike
Mahkûmekî bihewîne
Birînekê bipêçe
Xoşewîstiyê(hezkirinê)nîşanî dostekî xwe bide
Sîleha xwe paqij bike
Rastiyê bibêje
Mitîngekê çêke
Li pişt xwe miqate be
Li asîmanan binêre
Li pey xwe şopê nehêle
Ji karkiran fêr bibe
Fêrî hevalekî xwe bike
Hucreyekê ziyaret bike
Dîlekî herbê rizgar bike
Dosyeyên FBI-yê bidize
Dilê xwe bidize
Parloyê di hişê xweda bigre
Polîsekî bêçek bike
Fuzeyekê xera bike
Pêkenînekî bibêje
Planekê çêke
Tîrêjeke hêviyê bibîne
Navê xwe biguhere
Teoriyekê biceribîne
Ji dogmayekê ra meydanê bixwîne
Tirsa xwe bikar bîne
Dilopek hêsir birjîne
Xerîteyê tetkîk bike
Bi xayinan ra hesabê xwe bibîne
Giraniya xwe bi cidîyet biparêze
Hinekî din giraniyê bidest xe
Ji bo xoşewîstiyê micadelê bide
Xoşewîstiya xwe careka din bibêje
Sînor derbas bike


Werger: Zinarê Xamo

XXX

Îro(25/5-13) saet di 14-a de M. Şefîq Oncu, li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî ewê him kitêba xwe(Dozek dewranek lehenget, Wedat Aydin) ya li ser jiyan û têkoşîna kurdperwerê bi nav û deng Wedat Aydin îmze bike û him jî bi kesên beşdar ra li ser kitêba xwe û Wedat Aydin sohbetekê bike. Ezê moderatoriya civînê bikim. Dibê hinekî zû herim ji bo ku Şefîq bibînim û programa civînê amade bikim.
Emê îro di vê sohbetê da li ser jiyan û têkoşîna şehîdê Kurdistanê Wedat Aydin hin tiştên nuh ji devê dost û hevalên wî bibihîzin û fêr bibin.

XXX
Hin kurd bi tirkî ji kurdan ra dibêjin ziman pir girîng e, dibê meriv bi kurdî bipeyive û binivîse...
Fena alkolîstê(meyvexwirê) ji xelkê ra bibêje, alkol xerab e, alkolê venexwin…

24 maj 2013

Nêta hukûmetê xerab xuya ye

Parlamenterê BDP-ê yê Hekariyê Esat Can gotiye piştî vekişîna PKK-ê ”leşkeran rê girtine û milet nerehet dikin. Qanûna qaçaxçîtiyê par tunebû, lê îsal dîsa xistin praktîkê. Herin Şemzînanê (Şemdînliyê) bibînin. Li gundekî 3 hezar nufûs ne qereqolan çêdikin. Du sê gundan haziriya xwe kirine ewê herin Kurdistana başûr.
Ev agahiyên Canan gelkî muhîm in, dibê him PKK û him jî BDP li ser rawestin û sebebê yekê ji hukûmetê bikin.
Heta nuha digotin hebûna qereqolên zêde, barîkatên li ser riyan, saxîkirina rêwiyan ji ber hebûna gerîla û şerê çekdarî ye. Lê wa ye gerîla ji herêmê vekişiya û şer jî êdî tuneye.
Wê demê barïkatên li ser riyan, saxîxirina milet û li gundekî çêkirina 9 qereqolan ji bo çi ye?
Ev hazirî û tedbîrên leşkerî li hemberî kê ye?
Bi baweriya min ev tedbîrên leşkerî nîşan didin ku hesab û planeka hukûmetê yê bi dizî heye, heger tunebûya wê ji nuha da ev haziriyên leşkerî nekira.
Diyar e hukûmet dixwaze wan der û herêmên ku gerîla jê paşda vedikişe tije leşker bike û bigre bin kontrolê.
Û piştî ku hemû haziriyên xwe kirin û hemû tedbîrên xwe girtin, maneyekê bibînin û têkiliyan qut bike.
Û heger PKK dîsa dest bi şer bike jî zahmet be, hemû şargehên xwe yên lojîstîk wenda kiribe.
Min bi xwe tu carî ji samîmîyeta hukûmetê bawer nakir, baweriya min ew e ku di vî warî da agendeyeka hukûmetê ya bi dizî heye. Hukûmet dixwaze çiyayên Kurdistanê bi rehetî, bêyî zirar ji gerîlayên PKK-ê paqij bike û wan herêm û nuxteyên stratejîk bigre bin kontrola xwe. Ji ber ku bi riya şer nikanîbû ev yek bikira, cend caran tecrûbe kirin jî lê netîce tim jî fiyasko bû.
Loma jî îcar serî li vê riya hîleyê yanî dest bi hevdîtinên xwedêgiravî ”çareseriyê” kirin.
Ji termînolojiya berpirsiyarên hukûmetê, bi taybetî jî ji ya Erdogan û Arinc, meriv fêm dike ku hukûmet bi rastî jî ne li dû çareseriyeke adil û heqane ye. Ji vê bêtir dixwazin îcar jî ji bo tasfiyekirina şerê çekdarî riyeke din, metodeke din biceribînin.

Navê welatê kurdan Kurdistan e



Parlamenterê Stenbolê yê BDP-ê Sirrî Sureya Onder, derbarê kurdan da gotineke rast û di cîda kiriye, lê kêm kiriye, gotiye:
”Li sûriyê, li Îraqê, li Îranê Kurdistan heye. Ji dera kurd lê dijîn ra Kurdistan tê gotin.”
Onder Navê Tirkiyê negotiye, lê helbet Tirkiye ne serê biskê ye, li Tirkiyê jî navê ”herêma” kurd lê dijîn Kurdistana e, gava meriv qala kurdan kir, dibê meriv navê welatê wan jî bibêje.
Esas ji nuha û pêva dibê hemû siyasetmedar û ronakbîrên kurd vê tabûyê bişkînin û êdî navê welatê xwe rehet bikar bînin.
Ji ber ku li her çar perçeyên Kurdistanê jî şer li ser Kurdistanê ye, kurd dixwazin bibin xwediyên welatê xwe. Hemû şer û liberxwedan ji bo vê yekê ye.


XXX
Waliyê OHAL-ê (Waliyê Herêma Rewşa Awarte) yê Amedê Hayrî Kozakçioglu li Stenbolê di mala xwe da mirî hat dîtin.
Li gorî çapemenî dinivîsîne, dibe ku Kozakçiogluyê 75 salî xwe kuşti be. Dibe ku ev îdîa rast be, ji ber ku dawiya qatilan hêdî nêz dibe û loma jî ketine panîkê, bi riyên wiha xwe xelas dikin.
Kozakçioglu di navbera salên 1987 û 1991-ê da li Amedê Walîyê Herêma Rewşa Awarte bû.
Bi sedan welatparêzin kurd bi emir û agahiyên Kozakçioglu hatin kuştin. Yanî destê Kozakçioglu di xwîna bi sedan kurdî geriya ye; ew qatilekî devbixwîn e. Qatilekî wek Kozakçioglu dibê bi vî hawî erzan xelas nebûya, dibê ew jî wek Seddam û qatilên dora wî bihata cezakirin. Bi kêmanî jiyana xwe ya mayî di hefsê da derbas bikira. Lê ji destê kurdan erzan xelas bû.
Qatilên wiha bimrin, xwe bikujin jî dibê kurd navên qatilan tu carî ji bî nekin

22 maj 2013

Tirk çi dixwazin kurd jî wiya dixwazin



Parlamnenterê BDP-ê yê Mêrdînê Ahmet Turk, li Emrîkayê gotiye, ”em nabêjin bira di qannûna esasî da tirk, kurd, laz, çerkez were nivîsîn. Dibêjin ku efendim ewê tirkîtî here, hûn dixwazin di hemû rûpelên qanûna esasî da tirkîtiyê binivîsin, tu îtîrazeke me tuneye. Lê belê em dibêjin ku dibê kulturên cihê, nasnameyên cihê jî neyê înkarkirin, were qebûlkirin. Ya na, tu gelşeke me bi tirkîtiyê, bi miletê tirk ra tuneye. Di netîceyê da ji xwe ev qanûna esasî ya Komara Tirkiyê ye. Heger hûn hewce dibînin, mafên gelê tirk jî, huqûqê wî jî têxin wira, lê belê cudahiyan jî înkar nekin.”
Axaftinên wiha rebenokî min gelkî aciz dike, tu dibêjî belkî ji tirkan sedeqeyekê dixwaze.
Tu nabêjî ”bira di qanûna esasî da kurd were nivîsîn”, lê kurd dibêjin û vê daxwazê dikin jî. Baş e, heger hebûna kurdan di qanûna esasî da ewê neyê misogerkirin, wê demê em ji dewletê çareseriyeke çawa dixwazin?
Mafên ku di qanûnan da nehatibin qebûlkrin tu garantiya wan tuneye, sibe dikanin ji ortê rakin.
Yanî kurd dibêjin, dibê hebûna me di qanûna esasî da were qebûlkirin. Heger ewê ”maf û huqûqa miletê tirk” têkeve qanûna esasî, dibê yê miletê kurd jî têkevê û wek berpirsiyar û siyasetmedarekî dibê tu ji bo gelê xwe jî van mafan bixwazî.
Û ”ev qanûna esasî” ne ya Komara Tirkiyê û tirkan tenê ye, heger emê bi hev ra bijîn(ku tu wiya dibêjî)dibê ya me be jî. Loma jî nabe ew çi bixwazin wiya têxinê, lê em kurd jî viya qebûl bikin.
Heger kurd û tirk ewê bi hev ra bijîn, dibê qanûna esasî jî û qanûnên din jî li gorî hebûna van herdu miletan û hindikayiyên din bin.
Wek siysetmedarekî kurd, nabe tu bibêjî ”hema cudahiyan înkar nekin”, wekî din û hûn çi dinivîsin binivîsin.
Wisa nabe, di demeke wiha dîrokî da, ji ber ku qanûna esaî ya welatekî dike were çêkirin, dibê siyasetmedarên miletê kurd di daxwazên xwe da gelkî zelal bin.
Em ne mecbûr in ku şik û tirsên tirkan ji ortê rakin û sened û sepetan bidin wan. Em mafên xwe yên hatine xespkirin dixwazin, em dibêjin tirk xwediyê çi mafî bin dibê kurd jî xwediyê eynî mafî bin; ne kêm ne jî zêde.

Siyaset siya darê ye...



Şêwirmendê wezîrê karên derve yê Emerîkayê David L. Phillips , di rapora xwe ya 2007-a da xwe PKK wek rêxistineke terorîst bi nav kiribû û xwestibû ku PKK were tasfiyekirin.
Lê eynî Phillips nuha dixwze ku Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê PKK-ê ji ”lîsteya rêxistinên terorê” derxin.
Pisporê emerîkî David L. Phillips, her wisa dibêje ku kurd bi nifûsa xwe ya 30 milyonî li cîhanê miletê herî mezin yê bêdewlet e.
Siyaseta dinyayê wek siya darê ye, geh li vî alî, geh li wî alî ye. Her kes li gorî menfeeta xwe ya ”dost e ya jî dijmin” e. Lê ev "dost û "dijmin" jî tu carî ne ebedî ye, bi demê ra ew jî dikane cî bi hev biguhere.
Netîce, j bo me kurdan pêşketineke baş e.

XXX
Gotinek Çiniyan heye, dibêjin, ”Miletê ku dîroka xwe û dijminê xwe nizanibe zû dikeve û wenda dibe.”
Weleh em kurdên bakur ne dîroka xwe baş dizanin û ne jî dijminê xwe baş nas dikin.
Heger di van herdu waran da em xwedî zanîn bûna nuha em ne di vî halî da bûn…

XXX
Heger tu dixwazî miletekî bihelînî, ji ortê rakî, berî her tisstî dibê tu zimanê wî miletî qedexe bikî, pê bidî jibîrkirin. Miletê zimê xwe wenda kir, yanî miletê ku asîmîle bû, êdî mahkûmî wendabûnê ye.
Dewleta tirk ji bo vê yekê, ji bo ku kurdan ji ortê rake zimanê kurdan qedexe keriye û hîn jî naxwaze bike zimanê perwerdeyê.
Heta ku zimanê ku kurdî nebe zimanê resmî, zimanê perwerdeyê dibê were zanîn ku hebûna kurdan di tahlûkê da ye.

21 maj 2013

Dibê em dîroka xwe ji nuh ve binivîsîn



Li Tirkiyê dîroka ku di kitêban da fêrî zarokan dikin ji kokda tahrîfat û derew e, asasê wê li ser derewan hatiye avakirin. Ji bo ku kurd kanibin tesîra van tahrîfat û derewan ji ortê rakin dibê em bi xwe dîroka xwe binivîsin.
Rexneya, ”dîroka tirkan li ser derewan ava bûye” têr nake, dibê em dîroka xwe , dîroka rast binivîsin. Heta ku em kurd dîroka xwe ya rast nenivîsin, însanên me ji tesîra
dîroka tirkan ya derewan xelas nabin.
Heta rastî dernekeve ortê, derew pûç nabe…
Ji bo ku em xwe û neyarê xwe baş nas bikin, dibê em dîroka xwe binivîsin.
"Heger tu dîrokê nizanibî wek tu do hatibî dinyayê. Tu do hatibî  dinyayê her serok dikane kîjan çîrokê bixwaze ji te ra bibêje."
Howard Zinn




XXX
Îşev dilê dîn hinekî inirî ye, xembar xuya ye, dikim nakim nikanim bînim rê, nikanim karekî bibim serî.
Ji her tiştî ra dibêje ”niç”!
Ne kanim bixwînim û ne jî binivîsînim. Dilê dîn, ji min xeyidîye, poz bi min nake, çuqasî li ber digerim jî camêr aş nabe û li min nayê rahmê.
Heta nuha min gelek zulm û neheqî lê kir, min nehîşt bi ya xwe bike, min nehîşt azad bijî.
Min tim rê li ber girt, min tim gem kir, qeyd û mermend kir. Min tim jê ra got, ”kuro şerm e”, weleh nabe, xelkê bi me bikene…
Lê îşev ezê bidim dû wî, ew çi bixwaze ezê wer bikim, ezê rabim kaseyek wîskiya cemidî pêşkêşî wî bikim…
Belkî nerm bibe û guh bide min…

XXX
-Pela ji darê biweşe çawa ku mahkûmî hişkbûnê ye, însanê ku dil jê sar bibe jî mahkûmî jibîrkirinê ye.
Necip Fazıl KISAKUREK

XXX
-Ez gelkî dilgiran im. Bêyî ku bizanim ji kê û ji bo çi? Belkî ji jiyanê, belkî ji xwe, belkî jî ji ”xwezîyên”(xwezî min wiha bikira û xwezî min wiha nekira) ku ji ser zimanê min kêm nabin.
Can Yucel

XXX
-Helbet ne rast e, tiştekî pir beradayî ye meriv bibêje, dibê meriv baweriya xwe bi kesî neyne. Lê dibê meriv bizanibe ku meriv dikane du caran baweriya xwe bi kê bîne, ev gelkî muhîm e.
VICTOR HUGO

XXX
-Heta ku dîn ji alî sermaye ve were xwedîkirin ewê di xizmeta sermaye da be.
Elî Şerîatî

19 maj 2013

Ev sosiret tenê di nava kurdan da heye



Serdar Rojaşan, di nivîsa xwe ya di malpera Rojevakurd da dibêje ”Kesên ku doza dewleta kurdî nekin, ne rewşenbîr in!”
Dev ji rewşenbîran berde, bi dîtina min, gava ferdê miletekî bindest nexwaze bibe xwediyê dewleteke serbixwe di wî ferdî da kêmasiyek, seqetiyek heye.
Ma li ruyê cîhanê erebekî (filistînî jî di nav da), farisekî, tirkekî ku nexwaze bibe xwedî dewlet heye?
Bêguman tuneye, her milet dixwaze bibe xwedî dewlet.
Heta di nava kurdên Îraqê û Îranê da jî meriv nikane kurdekî ku dewletbûnê nexwaze bibîne, li van herdu beşên Kurdistanê jî çi milet û çi jî siyasetmedar û rewşenbîr her kes dixwaze kurd jî wek her miletî bibin xwedî dewlet, xwedî al û nasnameyeke netewî. Kesê viya nexwaze maneye xwe dîn e, kêmaqil e.
Çawa ku mirovê tî avê û mirovê birîçî jî xwarinê nexwaze anormal e, ferdên miletê bindest jî dewletê nexwaze anormal e.
Lê ev anormalî, ev seqetî rewşenbîr û siyasetmedaran li bakurê Kurdistanê di nava gel da belav û berfireh kirine.
Li bakurê Kurdistanê piraniya mirovên kuçê êdî doza welat û dewleteke serbixwe nakin; heta nabêjin weleh em dixwazin lê bi destê me nakeve. Em jî wek miletên din bibûna xwedî dewlet ewê baş bûya. Lê em çi bikin bi destê me nakeve.
Viya jî nabêjin, yanî nabêjin weleh em dixwazin lê em nikanin çêkin, qeweta me lê nayê, nahêlin…
Ji dêlî wê ve qala ”biratiya” tirkan dikin, dibêjin efendim em û tirk ”birayên” hev in…
Ew kesên ku do berpirsiyar û serokên partiyan bûn û doza Kurdistaneke serbixwe dikirin, îro vê daxwazê wek xewn û xeyaleke şairan dibînin û di kanalên telewîzyonan da propagandeya ”demokratîkbûna Tirkiyê” û hin mafên kulturî dikin. Yanî xeyal û daxwaze dewletbûnê ji hafizeya wan hatiye paqijkirin.
Ê gava ku siyasetmedar û rewşenbîrên miletekî dewletê nexwazin, helbet milet jî naxwaze…
Li her dera cîhanê siyasetmedar û rewşenbêrên miletan ji bo avakirina deletên xwe yên netewî gelê xwe şiyar dikin û vê daxwazê bi gelên xwe didin qebûlkrin.
Lê li ba me kurdên bakur eksê wê ye, piraniya siyasetmedar û rewşenbêrên kurd, dewleta netewî li ber çavên gel reş dikin, dibêjin dewlet û serxwebûnî ne baş e, dibê kurd nebin xwedî dewlet.
Lê belê ev nayê wê maneyê ku ev rewş nayê guheritin. Heger îro jî hin siyasetmedar û rewşenbîrên wek Ehmedê Xanî derkevin û kanibin xîtabî dil û mejuyê kurdan bikin, bêguman ewê ev rewş biguhere, gelê kurd jî wek her miletî ewê doza dewleta xwe ya netewî bike.

XXX
Dibê em kurd tu carî ji bîr nekin ku”peyv ji şûr, fikir ji zorbatiyê hîn xurttir e.”
Zêde nemaye, emê zora zorbatiyê bibin.

XXX
-Tiştê însên bedew dike ne bedewiya wî ye, şexsiyeta wî ye.


18 maj 2013

Kiliçdaroglu karekî şaş hilbijartiye



Serokê Gurûba Sosyalîst yê Parlamentoya Ewrûpayê Hannes Swoboda, ji ber gotinên serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu ku gotibû ”Erdogan û Esed wek hev in, tu ferq di nabêna wan da tuneye” bi Kiliçdaroglu ra rûnenişt. Li ser vê reaksiyona Swoboda ya pir sert, Kiliçdaroglu şeqizî û rezîl û riswa bû.
Derket ortê ku Swoboda gotiye, ya tu yê gotinên xwe paşda bigrî ya jî ez bi te ra rûnanim. Û li gel ku Swabodo, Kiliçdar Oglu dawet jî kriibû him pê rûnenişt û him jî di twittira xwe da rexneyên gelkî giran lê girt, ew xist binê erdê.
Siyasetmedarên tirk lo gorî siyasetmedarên ewrûpî bi piranî merivên qebe, zir cahil û bêkultur in. Di axaftinên xwe da izanin zimanekî dîplomatîk bikar bînin.
Îcar Kemal Kiliçdaroglu ne tenê qebe û cahil e, zirzopekî li dera hanê ye, heta masqere ye. Lê ji vê jî wêdetir, di axaftinên xwe da dişibe Develet Bahçelyî faşîst; nîjadperestîn û panturkîzim ji her dera wî diherike. Çima nebûye endamê MHP-ê min fêm nekir!
Min li axaftina Kiliçdaroglu ya piştî bûyerê guhdarî kir. Efendî li Paytexta Ewrûpayê wek ku li Tirkiyê be, weke sûtalekî kuçan zirte zirta wî bû, bi dengekî pir bilind fort dida xwe û demokrasiya Tirkiyê, digot ew ne muhtacê aqilê kesî ne.
Siyasetmedarên tirk li hember yên ewrûpî bi piranî wek komîkan e, axaftin û tevgerên wan, jest û mîmikên wan wek artîstên fîlmên komediyê ne.
Lê dema Kiliçdaroglu dipeyive û dike zirtezirt fîlmên Şener Şen û carnan jî yên Samî Hazînses tên ber çavên min.
Bi baweriya min camêr komediyenekî temam e, heger dest bi fîlmên komedî bike ewê li Tirkiyê rekorê bişkîne. Lê him kêmaqil e û him jî xwediyê wî tuneye, loma jî karekî şaş hilbijartiye.

XXX
Em tim siyasetmedar, ronakbîr û hunermendên kurd rexne dikin, dibêjin çima ew siyasetê bi kurdî nakin û çima bi kurdî nanivîsin. Lê di vî warî da pir kêm qala berpirsiyarî û mesûliyeta gel û milet dikin.
Bi baweriya min dibê meriv vê mesûliyetê bi bîra gel û milet jî xe, dibê milet jî li zimanê xwe xwedî derkeve û kurdî fêrî zarokên xwe bike.
Helbet ev yek bi şiyarbûna siyasî û bi pêşketine şiûrê netewî ve girêdayî ye, lê li alî din hin berpirsiyrên şexsî jî hene.

Welatê cahilan

Qibris li ku ye?
Di vîdeoyekê da rojnamevanek li kolanên bajarekî Tirkiyê(inizanim kîjan bajar e) pirsa ”Qibris li ku ye, di nava kîjan deryayê da ye?” ji însanan dike.
Hemwaletî jî bersîvê didin pirsê. Hinek dibêjin weleh wan navê Qibrisê bihîstiye lê baş nizanin li ku ye û hinek jî dibêjin, ”erê çawa ew nizanin, ma çima ew ne tirk in” û dû ra jî besîvê didin, dibêjin Qibris:
Di nava Deya Egeyê da ye.,
Nêzî rûman e.
Nêzî Yûnanîstanê ye.
Di nava Deya Reş da ye.
Li Başûrê Rojava(yanî li Kurdistanê) ye.
Li Edenê ye.
Li Hatayê ye.
Li bakur e.
Li derî Tirkiyê ye.
Li Derya Sîcîlyayê ye.
Li Ewrûpayê ye…
Ji xwediyên van bersîvan hinekên wan li Qibrisê eskerî jî kiribûn, lê di heqê coxrafyaya Qibrisê da tiştek nizanîbûn, nizanîbûn Qibris li ku ye...
Ev cehalet ne sûcê însanan e, sûcê sîstema perwerdeyê ye, perîşanî û qelîteya sîstema perwerdeya Tirkiyê nîşan dide.
Ne di warê zanîna erdnîgariyê(coxrafyayê) tenê da, sîstema perwerdeya Tirkiyê di hemû warên din da jî mirovên kurd û tirk cahil dihêle.
Kesên ku li Tirkiyê lîseyê û zanîngehê diqedînin ne zimanekî baş fêr dibin û ne jî ders û mijarên din.
Belkî ji sedî 90-ê profesorên Tirkiyê bi îngilîzî nizanin. Dîplome û nav heye, ilim û lê zanîn sifir e.
Ji ber ku sîstema perwerdeya Tirkiyê li ser derewan û nîjadperesetiya tirk ava bûye, ji bo dewletê ya girng ne perwerdekirina însanên zana û bi kultur in, ji bo wan însanên nezan, cahil lazim in ji bo kanibin hîn rehettir wan îdare bikin.

XXX
-Tu wek xwîna di tamarên min da yî, ez hebûna te her tim his nakim lê belê tu tunebî nikanim bijîm.
J. Saramago

Dibê her kurd, her kesê welatparêz ji welatê xwe, ji zimanê xwe bi vê derecê hez bike, bêyî wan nikanibe bijî…
Miletê kurd bi zimanê xwe û bi welatê xwe heye, gava ziman û welat tunebe kurd jî namînin…


XXX
Dibê em kurd tu carî ji bîr nekin ku”peyv ji şûr, fikir ji zorbatiyê hîn xurttir e.”
Zêde nemaye, emê zora zorbatiyê bibin.

16 maj 2013

Tirkiye û Demokrasiya derewan



Tê îdîakirin ku di van 10-11 salên îktîdara AKP-ê da li Tirkiyê demokrasî û mafê mirovan pir bi pêş ketiye.
Lê di vê demokarasiya pêşketî da navên kurdî hîn yasax in. Sebebê vê yasaxê jî xwedêgirabvî di elîfbeya tirkî da herfên X,W,Q tune ne. Ji ber vê behaneya dewletê, gelek malbat nikanin navên kurdî yên ku herfên ”W, X, Q” têda ne bidin zarokên xwe.
Malbatên ku di navê kurdî da israr dikin jî, ancax dikanin bi herfên di elîfbeya tirkî da hene navaan li zarokên xwe kin.
Ji van malbatan yek jî lawê Mûsa Anter, Dîcle Anter e. Dîcle Anter, navê keça xwe kiriye Asîwa.
Lê dahîreya nufûsê ji ber ku di navê Asîwayê da herfa ”W” heye, navê Asîwayê ev 3 sal û çar meh in qeyd nake.
Dixwazin navê Asîwayê ne bi herfa ”W”, lê bi herfa ”V” were qeydkirin. Û bavê Asîwayê jî vê yekê qebûl nake û vê qebûlnekirinê jî wek zulmê dibîne.
Loma jî Asîwa ya 3 sal û 4 mehî hîn kitim e, Tirkiyê navê wê qebûl nake.
Û li welatê ku kurd hîn nikanin navê kurdî li zarokên xwe kin, qala demokarasiyê dikin.
Navê Asîwayê qeyd nakin ji br ku dewlet û hukûmet naxwazin hebûn kurdan nas bikin.
Qeydkirina navên kurdî, qebûlkirina elîfbeya kurdî kerhen be jî qebûlkrina hebûn û cihêtiya kurda ye.
Dewlet naxwaze tu tiştekî girêdayî kurdan be, kurdan bîne bîra meriv qebûl bike.
Navên kurdî, elîfbeya kurdî, zimanê kurdî, ala kurd hemû jî kurdan temsîl û sembolîze dikin, kurdan ji tirkan diqetînin, wek miletkî cihê nîşan didin.
Loma jî heta ji destê dewletê tê, rê li ber her tiştê ku kurdan ji tirkan vediqetîne û cihê nîşan dide digre.
Yanî astengkirina hin navên kurdî, hin herfên elîfbeya kurdî û zimanê kurdî şêleke siyasî ye, dewlet bi zanetî nahêle. Nahêle kurd bibin xwediyên dezgeh, nîşan, elîfba û sembolên xwe yên netewî.
Heta ji mamûrên dewletê tê bira bibêjin, ”efendim di elîfbeya tirkî da herfên W,X,Q tune ne.
Lê em hemû baş dizanin ku di cîhana îro da, di înternetê da hemû herfên ku ji bo kurdan yasax in li Tirkiyê tên bikaranîn.
Yanî hinceta ”elîfbayê” ne cidî ye, ne rast e.
Ya din jî kurd ne mecbûr in li gorî elîfbeya tirkî navan li zarokên xwe kin û bi herfên tirkî binivîsin.
Kurd miletekî cihê ye, zimanê kurdî û tirkî ji hev pir cihê ne, fonetîka zimanê kurdî ji tirkî pir cihêtir e.
Loma jî daxwaze ji kurdan dibê hûn bi elîfbeya tirkî binivîsin daxwazeke neheq e, ne ilmî ye.
Yanî heger dewlet bi rastî me kurdan wek miletekî cihê qebûl dike, dibê elîfbeya me jî qebûl bike.
Ma nuha meriv dikane erebên Tirkiyê mecbûrî elîfbeya tirkî bike? Em ferz bikin ku sibe li Tirkiyê ereban mafê perwerdeya bi zimanê xwe girtin. Ma qey ereb ewê bi elîfbeya tirkî binivîsin?
Meriv ji ku lê mêzeke dewlet neheq e û mahneyên beradayî dide pêş.
Di rastiyê hemû mesele girêdayî qebûlkirin ya jî qebûlnekirina mafên kurdan yên netewî ye.


XXX
Kurdino, heger hûn kurd in û naxwazin bihelin û bibin tirk, bi zarokên xwe ra, bi dost û hevalên xwe ra, bi dikandar, berber, qahwecî , firnecî û garsonê aşxaneya hûn lê xwarinê dixwin ra yanî li sûk û bazarê bi kurdî bipeyivin. Bi kesên kurdîzan ra tu carî bi tirkî nepeyivin. Hebûn û tunebûna kurdî girêdayî xîreta hemû kurda ye, û bi taybetî jî girêdayî axaftina bi zarokan ra ye…


XXX
Kurdî, sîgorta kurdan ya wendanebûnê ye.
Kurdî, nasname û pasaporta kurdan ya navnetewî ye.
Dema kurdî wenda bibe kurd jî ewê wenda bibin.
Ji xwe ji bo vê armanê ye tirkan heta nuha zimanê me qedexe kirine û hîn jî naxwazin bikin zimanê perwerdeyê.
Ev siyaseta Tirkiyê dibê me ji xewa mirinê şiyar bike.

15 maj 2013

Kabê min îro mîr hat



Cara ji min ra wiha li hev nayê, lê îro li hev hat, kabê min her mîr hat.
Di taliya umrê xwe da ez bûm xwediyê telefoneke iPhone 5. Heta nuha belkî tiliya min jî bi ekrana wê nebûbû, lê îro li ciyê kar telefona min ya kevn, ya bi bişkok ji min stendin û yeka iPhone 5 dan min û gotin, dibê êdî tu jî xwe hinekî biguherînî...
Lê wek şufurê derbasî ser dîreksiyona Mercedeseke nuh bibe û nizanibe bişixulîne, nizanibe ji cî rake. Li min jî wiha hatiye, ez newêrim tiliya xwe bidim ser tu derê, tiliya xwe bi ku dikim, peceyeke nuh vedibe û paceyeke din û yeka din…
Hela ez binêrim ewê çawa be…
Piştî kar ez çûm semînera Temûrê Xelîl ya li ser Kurdistana Sor. Civîneke pir baş û înformatîv bû. Li wir jî kurd di nabêna azeriyan û ermeniyan da pelixîne.
Hevalekî kitêba Fûad Onen ”Ray Raman û Bîranîn” cilda duduyan bi xwe ra anîbû civînê, min yek jê kirî. Berê min li hevalekî temî kiribû, lê li Amedê bi dest nexistibû.
Ezê bi zewq û bi meraq bixwînim. Belkî di kitêbê da qala hin bûyer û serpêhatiyên ez jî di nav da me hatibe kirin. Ewê balkêş be…
Yanî îro kabê min tim mîr hat…

XXX
Îro(14/5-13) saet di şeşa(18.00)da li Kitêbxaneya Kurdî semînera Temûrê Xelîl heye. Semîner li ser Kurdistana Sor û dîroka wê yê; kînga ava bû û kînga ji ortê rabû.
Kurdistana Sor, di sala 1923-a da ava bû û di sala 1931-ê da jî Azeriyan ji ortê rakirin, gotin kurd nemane.
Ezê herim bîstekê guh bidim birayê Temûr û çîrok û dîroka Kurdistana Sor hinekî fêr bibim. Piraniya kurdan di heqê Kurdên Sovyetê û Kurdistana Sor da qet tiştekî nizanin. Esas zanîna me ya dîrokê pir kêm, em kurd dîroka xwe qet nizanin. Tiştên li piyasê hene jî bi piranî ji alî biyaniyan ve hatine nivîsîn û ew jî ne rast û ne temam e.
Axirê di van salên dawiyê da hêdî hêdî kurd dîroka xwe dinivîsin. Di warê zanîna dîrokê da kurdên başûr û rojhilat ji me gelkî pêşdatir in. Ew ji me pir baştir bi dîroka xwe û ya neyarên xwe dizanin.
Yên herî nezan kurdên bakur in. Ji ber ku em ji dîroka xwe bêtir fêrî dîroka Sovyetê, Çînê û Arnawitê dibûn. Dema aqil kêm be barî giran e…
Dibê di hemû kanalên telewîzyonên kurdî da kurd giraniyê bidin dîrokê, programên li ser dîrokê hebin, programên sivik yên ji bo gel...


XXX
Çend gotinên dilşewat ji dilê diya min yê xemgîn û mişt derd û kovan. Ev hunerê diya min heye, lê wek min, pir dilzîz e, dema dibêje digrî û loma jî nikane temam bike…

Ezê silav û kilaman tev kim
di nav dismala sor û zer kim
ezê di welatê Îsweçê werkim
Xwediyê silavan kî ne bira werin
silavên xwe berivkin
Diya Zinarê Xamo

XXX
Ne li vir im, ne li wir im
perçak ewrê ser bahrê mi
ne ordeg im herim golê
ne xezal im herêm çêrê
ne qayix û gemî mi
herim bahrê
ez li benda lawikê xwe yê
li xerîbiyê mi
Diya Zinarê Xamo

XXX
Melî diyarê qerêç
bû himîna lokê hêc
te goştê min heland
hestiyê min bû kirêc
Diya Zinarê Xamo

XXX
Kurdino, heger hûn kurd in û naxwazin bihelin û bibin tirk, bi zarokên xwe ra, bi dost û hevalên xwe ra, bi dikandar, berber, qahwecî , firnecî û garsonê aşxaneya hûn lê xwarinê dixwin ra yanî li sûk û bazarê bi kurdî bipeyivin. Bi kesên kurdîzan ra tu carî bi tirkî nepeyivin. Hebûn û tunebûna kurdî girêdayî xîreta hemû kurda ye, û bi taybetî jî girêdayî axaftina bi zarokan ra ye…
Roja zimanê kurdî pîroz be!

13 maj 2013

Careke din li ser gelşa nivîsîna bi kurdî û tirkî


Çend roj berê min di quncikê xwe da nivîsa Çetîn Taşçi ya derbarê nivîsîna bi kurdî da rexne kiribû. Birêz Taşçi, nivîsa min di malpera Agendakurd da weşand û bi şiroveyeke kin jî bersîvek da min.
Çetîn Taşçi, di bersîva xwe da dibêje, ew li gel nivîsîna bi kurdî ye, lê belê her kesê kurdîzan nikane bi kurdî binivîsîne.
Rast e, destpêkê her kes nizane lê dû ra fêr dibe. Heger meriv bibêje ez nizanim û ji bo fêrbûnê nexebite, helbet fêr nabe. Di destpêkê da her tişt zahmet e, lê meriv fêr dibe. Û ev jî bi daxwazê û bi xebateke bi îstîkrar dibe.
Hemû kurdên îro bûne nivîskar, şair, rojanemevan destpêkê wan jî nizanîbû, lê piştî ku biryara fêrbûnê dan fêr bûn û dû ra jî bûn nivîskar, şair edîb û hwd.
Hema ez ji xwe dest pê bikim. Ez rojekê jî neçûme mektebê, xwendin û nivîsandinê bi xwe fêr bûme. Tu kesî alîkariya min nekiriye û min ji kesî jî tu ders negirtiye. Li vir nabe, lê ezê rojekê qala çîroka fêrbûna xwe ya xwendin û nivîsandinê û dû ra jî qala fêrbûna xwe ya kurdî bikim.
Çima ez fêrî xwendin û nivîsandinê û dû ra jî fêrî nivîsandina kurdî bûm?
Ji ber ku min xwest, ji ber ku min ji xwendinê û ji kurdî hez kir, ji ber ku min xwest bi kurdî binivîsînim loma ez fêr bûm.
Lê mesela ez ajotina bisiklêtê fêr nebûm, ez hîn jî nizanim bisiklêtê bajom.
Ne ku fêrbûna wê pir zahmet e loma ez fêr nebûm. Na, ji ber ku di zaroktiyê da fêr nebûm, ji ber ku zêde kêfa min jê ra nehat, ji ber ku min zêde cidî negirt. Ji ber ku di zaroktiyê da fêr nebûm û dema mezin bûm jî min fedî dikir. Peyayekî mest û mezin rabe wek zarokan li hesinekî siwar be û rast û çep bikeve, hema qet ne xweş e!
Ez dikanim sed sebebên din jî rêz bikim. Lê hemû jî bi daxwaza min ve girêdayî ne, ji ber ku min nexwestiye.Ne ku pir zor e ya jî ne mumkûn e…
Û ne bisikilêtê tenê, ez nizanim erbeyê jî bajom, yanî eheliyeta min jî tuneye.
Li Swêd 17 sal berê, qursa ku ji bo kar ez çûmê 1500 Euro dan min, gotin here ji xwe ehliyetê bigre. Min çû du cara ajot, kêfa min jê ra nehat, min perê wanbir paşda dayê, min got bavo ez ehliyetê naxwazim.
Lê nivîsîna bi kurdî yanî tiştê ku min xwest, tiştê ku min jê hez kir ez fêr bûm.

Yanî dawiya mahneya ”bi kurdî dizane, lê nikane meqeleyekê binivîse”, nikane meramê xwe bîne zimên rast e lê ne bi heq e, mehneyên wiha meriv dikane her tim bibîne. Û heger meriv dest pê neke mahneyên(bahaneyên)wiha ewê tu carî jî neqedin.
Birêz Çetîn Taşçi dibêje, li welatên Skandînawî ji bo mezinan her çiqas qursên fêrbûna kurdî tunebin jî lê belê zarokxane hene, pirtûkên zarokan tên weşandin, dewlet îmkanê dide weşanên kurdî û ev yek jî tesîra xwe li mezinan jî dike.
Taşçi wiha dibêje:
”Hukumetên li devletên skandinavî ji mezinan re qursên kurdî venekirî ye. Rast e! Lê di hêlînên zarokan de kurdî jî heye û pirtukên zarokan bi kurdî jî ji aliyê dewletan de tên weşandin. Dê û bavên zarokan jî bi wan re tev hîn dibin. Ew dibe tiştekî rojane.”
Birayê ezîz, bawer bike vana hemû hincet in, hincet û baheneyên xwe parastinê ne. Van tiştên te gotine yek jî ne sebebê esasî ye ku kurdên Swêd bi kurdî dipeyivin.
Li Swêd jî her kurd bi kurdî nizane, nikane bi kurdî bixwîne û binivîsîne. Yanî kurdên kurdînezan kêm bin jî lê li Swêd jî hene. Li Swêd jî kesê xwestiye fêr bûye û yê nexwestiye fêr nebûye.
Çîroka pêşketine kurdî li Swêd bi kurtî wiha ye:
Piştî darbeya leşkerî ya sala 1980-î gelek kurd hatin Swêd jî. Bi hatina xwe ra xwestin federesyoneke kurd ava bikin. Û di sala 1981-ê da kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê li Swêd bi hev ra Federasyona Komeleyên Kurdistanê ava kirin.
Ji ber ku ji her çar perçeyên Kurdistanê kurd û hemû partî û grû(derî PKK-ê) têda hebûn, loma jî ji me ra zimanekî muşterek lazim bû. Û ew ziman jî bû kurdî.
Me biryar da, dibê zimanê komele, civîn û kongreyên me bi kurdî be.Dibê em bi tirkî, bi farisî û bi erebî nepeyivin. Kurmanc bira bi kurmancî, soran bira bi soranî û zaza jî bira zazakî bipeyivin. Û me ev yek di praktîkê da bi cî anî yanî em bi kurdî peyivîn.
Dema me ev biryar girt û me zimanê kurdî kir zimanê komele û Federasyonê yê resmî li Swêd ne zarokxaneyên kurdî hebûn û ne jî pirtûkên zarokan. Ji xwe hîn kesî mala xwe neanîbû Swêd. Gelekên me hîn azib bûn.
Yanî zarokxane, kitêbên zarokan, dersên di mekteban da û alîkariya dewletê, vana hemû fêkiyên biryaradariya kurdên Swêd in. Loma jî argumentên te rêzkirine ne rast in. Ew hemû netîceya biryaraka rast û îstîkrarekê ye.
Li Swêd sebebê pêşketina zimanê kurdî biryara kurdan e, kurdan biyar da ku ewê bi kurdî bipeyivin.
Û vê yekê jî bi wextê ra hin tiştên din jî bi xwe ra anî; bû sebebê derketina gelek kovar û rojnameyên kurdî, bicîbûna kultura kurdîaxftinê.
Û dema kurdî bi pêş ket, nivîskar çêbûn. Dema nivîskar çêbûn, kitêb nivîsîn, bi zarokên xwe ra bi kurdî peyivîn.
Ya din, min di nivîsa xwe ya pêşî da jî gotibû, em dev ji welatên Skandînawî berdin, em bala xwe bidin Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, ji bo me numûneya herî baş ew e.
Nuha li bakurê Kurdistanê bi sedan, nivîskar û şairên kurd hene. Kurd serê salan e ku rojnameyeke xwerû bi kurdî ya rojnane(Azdiya Welat)derdixin.
Salê bi sedan kitêbên bi kurdî tên weşandin. Û rojnamevan û nivîskarên van berheman yek jî neçûye mektebên kurdî ya jî bi îmkanên welatên Skandînawî fêrî kurdî nebûne, hemû jî li Tirkiyê, li Kurdistanê, di bin şertên pir giran û bêîmkaniyetên mezin da fêr bûne.
Pirinaya wan ji berhem û çavkaniyên fêrbûnê jî bêpar bûn, bi alîkariya kitêbeke Çegerxwîn ya helbestan fêrî kurdî dibûn.
Kovara Tîrêjê di sala 1979-a da li Tirkiyê xwerû bi kurdî(kurmancî, zazakî)derket. Demêg wê demê jî yên xwestibûn fêr bûbûn.
Lê îro ne wiha ye, bi saya teknîka nuh mala her kesî dibistan e, ji bo her musteweya fêrbûnê bi sedan malperên fêrbûna kurdî yên him bi deng û him jî bi nivîskî hene, bi dehhezaran belge û kitêb li ber destê meriv in. Qet ne hewceye meriv here kitêban bikire û bi dû kitêbên fêrbûnê keve, her tişt di înternetê heye. Kî bixwaze dikane fêr bibe û xwe bi pêş xe.
Du argumentên esasî yên kesên ku bi tirkî dinivîsîn û bi kurdî nanivîsin ya jî carnan dinivîsin hene. Yek, mesela îmkan û perwerdeyê ye û ya din jî mesela xwendevanên zimanê tirkî pir in, dibê meriv wan jî îhmal neke.
Ev her du argument jî rast in lê ne biheq in. Mesele îmkanan min li jor qal kir, ez naxwazim zêde dirêjtir bikim. Rast e mektebên me tunene lê meriv bixxwaze meriv dikane şeş herfên ji elîfbeya tirkî cudair fêrbibe.
Û ya din jî dibê meriv teslîmî bazara tirkî nebe, dibê em wê bazarê biguherînin û mişteriyên kurdî zêde bikin. Û ev jî bi nivîsî kurdî dibe, ne bi ya tirkî.
Edebiyat wek bexçeyekî ye. Û her berhemek jî gulek e. Dema kurdek romanekê, helbestekê, nivîsekê, çîrokekê bi tirkî dinivîse ew dibe malê bexçeyê edebiyata tirkî. Belkî rojekê yek bibêje yekî kurd ev gul, ev dar çandiye, lê bexçe jî, dar jî û gul jî ewê her û her yê ziman û edebiyata tirkî be, ew tu carî nabe malê miletê kurd.
Heger em dixwazin bax û bexçeyên ziman û edebiyata kurdî geş bikin, dibê em bi kurdî binivîsîn, wekî din tu rê tuneye…

12 maj 2013

Ka gerîla ji başûr dihatin?



Ji bo ku gerîlayên PKK-ê ji bakurê Kurdistanê derkevin û herin başûrê Kurdistanê di nabêna Abdulah Ocalan, PKK-ê û hukûmetê da peyman çêbû û li gorî vê peyman û lihevkirinê ji 8-ê gulanê û virda ye hêzên gerîla ji bakurê Kurdistanê diçin başûrê Kurdistanê.
Wek tê zanîn heta nuha Tirkiyê tim ji digot ku gerîla ji başûrê Kurdistanê tên û loma jî tim zixt dida ser hukûmeta Kurdistana Federe, dixwest ku ew rê li ber gerîla bigrin.
Her roj Qendîl bombebaran dikirin, xwedêgiravî ji bo ku rê li ber hatina gerîla bigrin.
Lê peymana bi PKK-ê ra ne ji bo ku gerîla ji başûr neyên bakur, belavocî wê, ji bo ku gerîlayên li bakur yanî gerîlayên di nava sînorên Tirkiyê da herin başûrê Kurdistanê.
Û ke ji hukûmetê napirse, ka ji başûr dihatin?
Heger di çalakiyan da gerîla ji başûr bihata, wê demê dibê peyman jî ji bo nehatina wan bûya. Lê peyman ji bo derketina gerîla ji nava sînorên Tirkiyê ye.
Yanî derket ortê ku gerîla ji başûrê Kurdistanê tên çalakiyan dikin û paşda vedigerin dereweke mezin bûye, propaganda û şerekî psîkolojîk bûye.
Ji ber ku li hevkirina di nabêna PKK-ê û hukûmetê da ji bo ku gerîlayên li bakurê Kurdistanê hene, yên ku di nava sînorên Tirkiyê da ne derkevin û herin başûr.
Lê ne medya û ne jî siyasetmedarek, kes vê pirsê ji hukûmetê nake, nabêje, madem şargehên gerîla li Kurdistana bakur, di nava sînorên Tirkiyê da bûn, çima we her roj êrîş dibir ser başûr û hukûmeta Kurdistanê?
Çima we problem wira nîşan dida?
Maneya xwe heta nuha we derew dikir, gerîla li bakur bûye...

XXX
Îsal li Stockholmê zivistanê pir dirêj ajot, heta nuha me rindikî çend rojên xweş nedîtin. Lê îro roj pir xweş bû. Loma min jî rabû manqila xwe li hewşê danî, agirê xwe vêxist û goştê berx da ser. Goştê me berê li mal hebû. Min hinekî jî terbiye kir. Bawer bikin me ”telî xwe” pê ra xwar.
Ê ji xwe tiştê bi destê min çêbibe bêqusûr e canim….
Bi hêviya ku ez li Wêranşarê jî rojekê kanibim bibim kebanî û ji dost û hevalan ra goşt bibrêjim. Lê li Wêranşarê hewşa min tuneye, belkî bihêlin meriv li balkona xwe bibrêje; ku li wir jî nehîştin emê herin li Çem, li ber kaniya Burûskê sifra xwe raxin û wek rojên berê kêf û şahiyê bikin…
De hêvî tiştekî baş e, ezê bi vê hêviyê bijîm…


XXX
Di 39 saliya şehadeta vê şepala kurd da wê bi hurmet bibîr tînim. Kurd şehîdên xwe ji bîr nakin.
“Min bikujin lê vê rastiyê jî bizanibin ku bi kuştina min wê bi hezaran Kurd şiyar bibin.Ji ber ku ez canê xwe di riya azadiya Kurdistanê de feda dikim dilşad û şanaz im.''
Leyla QASIM
13-ê Gulanê 1974

XXX¨
Kûçik bi qusandinê nabe tajî, kûçik kûçik e, kûçik hatiye dinê û ewê kûçik jî bimîne.
Hin însan jî ji cinsê kûçik in, tu kursî û meqam wan nake însan. Kûçik in û ewê her kûçik bimînin…

10 maj 2013

Kiliçdaroglu dijberiya Ataturk wek xayintiyê dibîne



Kemal Kiliçdarogluyê elewî û dêrsimî di kanala telewîzyona Haberturkê da gotiye, ”Dijîyatiya li hemberî Ataturk xiyaneta bi welêt ra ye.”
Ji nava kurdan heta nuha gelek kesên bêşexsiyet û rezîl derketine, lê ez bawer dikim Kiliçdaroglu sola hemûyan jî di teqê ra avêtiye, ew merivekî ji hemûyan jî rezîltir û adîtir e.
Û hin kurd û elewiyên me yên li dijî Ataturk hîn jî dev ji hevaltiya wî rezîlî bernadin. Mêrik bûye mirîdê qatilê bav û kalên xwe û ji hemû kesên dijberî wî ra jî dibêje zayin…
Bêguman ez Kiliçdaroglu kurd nabînim, ew êdî tirk e.Ji br ku dema însanek bibêje ez ne kurd im, ew ne kurd e. Kî xwe kurd qebûl bike ew kurd e û kî xwe kurd qebûl neke jî ew ne kurd e.
Hela ka em binêrin kurdên bi CHP-ê ra li hemberî van gotinên Kiliçdaroglu ewê çi bibêjin?

XXX
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç, di kanaleke telewîzyonê da li ser pirseke paşdavekişîna gerîlayên kurd, bi tinaz û hêrs gotiye:
”Ma dibê em bibêjin çima hûn diherin?, me yê hîn zebeş bişkanda. Heger diherin dixwaze bira herin binê cahnimê(esfel i safilîn)Ma dibê bi vê yekê em kêfxweş nebin?”
Arinç, ya dilê xwe gotiye, mêrik carnan tiyatroyê dilîze û li gorî rola danê geh çep û geh jî rast lêdixe.
Lê carnan jî tekstê ji bîr dike û bi vî hawî gotinên derî tekstê, ya dilê xwe dibêje...
Ev gotina wî jî yek ji wan e. Bes Arinçê rastîn û samîmî ev e, neyarê miletê kurd e, ji kurdan tije ye…
Dibê kurd vî Arinçî di hafiza xwe da qeyd bikin.

XXX
Belediya Şirnexê, li ser tabeleyeykê ev gotin, ”Dar ser koka xwe mirov ser zimanê xwe şîn dibe” nivîsîye.
Birayê Sabah Kara, xwe pir aciz kiriye û gotiye ev gotin ya min e, çima we navê min li binî nenivîsandiye?
Min jî şiroveyek li binî nivîsî, lê him şiroveya min rakiriye û him jî êdî meriv nikane şirove bike,tenê dikane belav bike. Ez şiroveya xwe û nivîsa li jêr belav dikim.
Birayê Sabah, min tu mane neda vê hêrsa te. Dema belediyeke Kurdistanê li ser tabeleyekê gotineke kurdî binivîse, dibê kêfa meriv were.
Ya din jî nîvê gotinê,(her dar li ser koka xe hişîn tê)gotineke pêşiya ye, ya jî yekî berî te gotiye, te însan lê zêde kiriye. Îcar ”însan jî çawa hişin dibe” ew tiştekî din e…
Û ji xwe li her derê jî navê xwediyê peyvê nayê nivîsîn, ne şert e. Hema bira ”gotineke” te jî bêyî îmzeya te were nivîsîn.
Ez bi xwe bi wê nivîsê kêfxweş bûm û dibê tu jî kêfxweş bibî…
Teksta Sabah Kara:
”DAR LI SER KOKÊN XWE HÊŞÎN DIBIN, MIROV LI SER ZIMANÊN XWE
Ev gotin, navê sernivîsa berga Nûbiharê (Hj. 8, Gulan 1993) û sernivîsa min a bi eynî navî ye di wê hejmarê de.
Îcar, vê carê jî BELEDIYA ŞIRNEXÊ peyva min kiriye anonîm û MILKÊ BAVÊ XWE (!)
Xwelî li serê we û bajarvaniya we be!”

DAR LI SER KOKÊN XWE HÊŞÎN DIBIN, MIROV LI SER ZIMANÊN XWE

Ev gotin, navê sernivîsa berga Nûbiharê (Hj. 8, Gulan 1993) û sernivîsa min a bi eynî navî ye di wê hejmarê de.
Îcar, vê carê jî BELEDIYA ŞIRNEXÊ peyva min kiriye anonîm û MILKÊ BAVÊ XWE (!)
Xwelî li serê we û bajarvaniya we be!

SABAH KARA

Di siyasetê da dibê meriv cesûr be


Li ser banga 11 kesên ku ji tradîsyona DDKD-ê tên di 27-28ê nîsana 2013-a da li Diyarbekirê civînek hat lidarxistin.
Li gorî medyaya kurd dinivîsîne li dora 320 kesî beşdarî civînê bûn û bi sedan kesî jî mesajên piştgiriyê şandin.
Piştî munaqeşeyên du rojan, di civînê da ji 49 kesan komîsyoneke bi navê ”komîsyona Dîyalogê” hat damezirandin. Ev komîsîyon ewê ji xwe ra programeke xebatê amade bike û li gorî vê programê dest bi xebatên xwe bike. Di munaqeşeyên du rojên civînê da pêwîstiya projeke siyas î ya nû ji alî hemû beşdaran ve hat qebûlkirin.
Piştî civînê bi çend rojan derbarê biryarên civînê da beyanek hat belavkirin. Di beyanê da çarçeweya projeya vê platformê tê danîn û tê gotin ku dibê ev proje ya jî ev tevgera siyasî bi her awayê xwe netewî, Kurdistanî be û xwe nesipêre grûbekê û çînekê bi tenê; dibê bi hedef û siyaseta xwe hemû hêz, tebeqe û fikran bigre nava xwe.
Meriv him ji hejmara beşdarên civînê û him jî ji beyan û mejasên piştgiriyê dibîne ku ji bo partiyeke siyasî ya nû di nava kurdan da eleqe û piştgiriyeke mezin heye. Ji bo hêzeke siyasî ev eleqe û piştgirî bêguman awantaj û bingeheke baş e.
Yanî di warê pêwîstiya bi tevger û partiyeke nû, di warê zemîn û piştgiriyê da tu problem tuneye, li Kurdistanê hewcedarî bi tevger û partiyeke nû, partiyeke ji yên mewcûd cihêtir, xwedî dîtin û siyaseteke netewî heye.
Yanî bazar jî heye û mişterî jî. Promlem tenê emê çi daxin bazrê.
Wek tê zanîn, hin hevalên me yên ji tevgera DDKD-ê tên ev çend sal in di nava xebat û hewildana danîna partiyekê da ne, dixwazin ji gel û welatê xwe ra xizmetê bikin.
Ez bi xwe vê hewaldana havalan pir teqdîr dikim û qîmeteke pir mezin didimê. Ji ber ku hin însan naxwazin tiral tiral li mala xwe rûnin, pera qezenc bikin û li kêf û rehetiya xwe binêrin. Dixwazin xwe biwestînin, fedekariyê bikin.
Bi gaveke wiha, bi danîna partiyekê dixwazin ji bo azadiya gelê xwe têkoşînê bidin, dakevin qada xebatê, ji malê xwe, ji wexta xwe fedekariyê bikin, xwe biwestînin û belkî jî têkevin zindanan.
Ev ne tiştekî hindik e. Dibê meriv teqdîr bike, heger bikanibe tevê bibe û heger nekine jî li gorî hukim û îmkanên xwe di warê madî û manewî da piştgiriyê bidê. Lê helbet ev yek jî girêdayî program û hedefa partiyê. Însan li gorîprogram û îdeolojiya partiyê ewê tevê bibin ya jî nebin.
Berî civînê bi çend rojan li ser civînê û projeya havalan min nivîsek nivîsî. Di wê nivîsa xwe da jî min got ku ji bo avakirina partiyeke siyasî şert û merc musaîd in û kîtleya piştgiriya vê tevgerê bike jî mezin e.
Loma jî ne hewceye ku meriv rojan bi rojan bide, di gavavêtinê da dudil hereket bike, tim li dû tesdîqa hinekan be û li der û hundur li dû soz û ahdên piştgiriyê bigere.
Bi dîtina min problem ne hejmar e, baweriya bi xwe ye, qalîte ye. Yanî ji me ra ji piştgiriya girseyî bêtir, lîderek, kesekî ku kanibe serokatiyê bike lazim e. Heger serokekî netewî, bi xwe bawer û xwedî îdeal û wîzyon hebe her tişt hel dibe, însan pir in, kadir pir in. Bi xebatê ra meriv xurt dibe. Meriv xwedî bawerî û fikir be û di xebatê da îstîkrarê nîşan bide xelk dide dû meriv.
Ji bo avakirina partiyekê ne hewceyî şêwra bi sedan însanî ye, ne hewceyî civînên bi salan û gelek komîsyon in. Çend kesên bi xwe bawer û xwedî îdîal û wizyoneke kurd û Kurdistanî tên ba hev û partiya xwe ava dikin. Û dû ra jî dest bi xebatê dikin. Bi demê ra meriv xurt dibe û dibe hêz.
Lê hevalên me heta nuha ev gava siyasî navêtin, tim li bende hatina hinekan man, tim dudilî kirin , ji hevalên derveyî welêt hêviyên mezin kirin. Loma jî gav navêtin, projeya xwe tim taloq kirin.
Lê ez hêvî dikim ku îcar jî taloq nekin û gavekê bavêjin. Ev şansê wan yê dawî ye. Ya na, ewê baweriya kesî bi wan û hewildanên wan nemîne.
Helbet gelek sebebên taloqkirinan hebûn û belkî jî ji sebeban yek jî hêviya ji hevalên Ewrûpayê bû.
Bi dîtina min ev hêviya ji hevalên derve him ne hewce ye û him jî ne rast e. Di xebata siyasî da hemû însan heta dawiya rê dom nakin, hinek di nîvê rê da ji meriv vediqetin. Dibê meriv vê rastiyê qebûl bike û ûda xebatê nede ser kesî, tajiyê bêdil û bi zorê here nêçîrê tu nêçîrê nake.
Bi baweriya min ji hevalên derve tiştek dernakeve, kes venagere Kurdistanê û bi rengekî akîtîv beşdarî xebata siyasî nabe.
Hinkên wan fêrî konformîzmê bûne naxwazin rehetiya xwe xera bikin, hinekên wan dev ji siyasetê berdane, hinek îmkanên wan yê vegrê tuneye, hinek vegerin jî zêde tiştekî naguhere. Û hinekan jî ji xwe dibê meriv negre nava xwe û neke berpirsiyar.
Yanî herçî hevalên derve ne her yekî li gorî xwe sebeb û astengekî xwe heye, bi heq ya jî neheq ferq nake, netîce dibê meriv li ser hevalên dîasporayê hesabekî mezin neke, tenê bi çavên dilxwaz û dostan li wan binêre.
Yanî hêviya ji hevalên dîasporayê hêviyeke ne rast e. Lê hevallên dîasporayê bi piranî dilxwaz û piştgirê vê hewildana hevalên welêt in. Û heger di pêşerojê da li welêt xebat bi pêş keve û partiyek were danîn, dibe ku hin heval li Ewrûpayê hin berpirsiyariyan bigrin ser milên xwe. Lê ev jî bi xebat û rewşa hundur ve girêdayî ye.
Netîce, dibê meriv netirse, meselê zêde dirêj neke, gavekê bavêje û dest bi xebatê bike. Di nava xebatê da meriv bi pêş dikeve û dibe xwedî tecrûbe û karîzma. Biryara herî xerab ji dudilî û bêbiryariyê çêtir e. Heta meriv dest bi xebatê neke meriv xurt nabe…

PARVE BIKE