20 april 2013

Xezal mabû, wê jî derbek li min xist



Îşev ez gelkî xemgîn im. Ya do bi şev ya jî îro xezal ketiye hewşa me, hemû kulîlk, pîvaz û laleyên me xwarine; bêûjdanê heywaneka hewqasî çavnebar bûye, yek pîvaz, kulîlk û lale jî ji me ra nehîştiye…
Ev deh sal in em di vî xaniyî da ne, ji ber ku kulîlkên me wek yên cîranan nedihatin xwarin em pir kêfxweş bûn.
Lê ev du sal in xezaleke(belkî jî çend heb bin) bêxwedîyê tahmijiye kulîlkên hewşa me, tam dema kulîlk serên xwe ji bin axê derdixin û dikevin bûtikan û dikin hewşê bixemilînin tê wan dixwe û dihere.
Ez bawer dikim dîsa eynî xezal e, carê riya mala me nas kiriye, xwe dide benda vebûna kulîlkan, roja kulîlk vedikin, tê hemûyan dixwe û dihere…
Ez bawer dikim ji hewşa mala cîranê me tê, ji ber ku deriyê wan tuneye, dikeve hewşa wan û ji wir jî ji nav sêncên di orta me da dikve hewşa me.
Ji ber ku hewşa me bi derî ye û dora hewşê sêncên bi strî ne, ez dibêjim ne mimkûn e xwe di nav ra ke.
Wek ku diz ketibin mala me û hemû kitêbên min dizîbin, hewş nuha bi min pir xalî tê.
Min îsal hin pîvazên, nuh çandibûn, min meraq dikir gelo ewê kulîlkên wan çawa bin, zalimê nehîşt ez kulîlkên wan bibînim…
Xezal mabû, wê jî derbek li min xist...

XXX
Ji ber ku herfên “X”, W”, ”Q” di navên kuçe û kolanan da bikar anîye, di heqê seroka belediya Dêrikê Çaglar Demîrel xanimê da doz hatibû vekirin.
Lê ji ber ku Çaglar Demîrel girtiye, mahkimeya Sêrtê ya Sulh û Cezayê bi nivîskî îfedaya wê girtiye. Sûcê Demîrelê ew ku wê herfên di elîfbeya tirkî da tunene bikar anîne û li gorî qanûnên Tirkiyê ev jî sûc e, nabe kurd li borî elîfbeya xwe navan li kuçe û kolanên xwe kin.
Hukûmeta AKP-ê bi hostayî her tiştê kurd û Kurdistanê tîne bîra meriv qedexe dike, nahêlin kurd wek kurd bijîn.
Bi elîfbeya bi îmleya xwe, bi navên xwe, bi zimanê xwe dixwazin kurdan bikin tirk, dibê di tu warî da bîna kurdbûnê ji kurdan neyê. Yanî kurdan di warê kulturî da jî asîmîle bikin.
De îcar hukûmeta ku elîfbeya kurdî qebûl neke, herfên “X”, W”, ”Q” sûc bibîne, ewê jê çi sadir bibe û çi mafî bide kurdan…
Mixabin hin kurd hîn jî xwe dixapînin û ji hukûmeta AKP-ê û Edogan hêviya çareserkirina mesela kurd û Kurdistanê dikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE