11 april 2013

Xeta xwar ji miletê tirk da ye


Serokê CHP-ê liqê Betlîsê Çetîn Yavuz gotiye, ”Apê Mihemedê yozgatî ya jî xaltîka Eyşê ya trakyayî bi kurdan ra dijminatiyê nakin. Di nabêna gelan da tu gelş tuneye.”
Bêguman ev ji kok da derew e. kurd buhtanan li tirkan û miletê tirk dikin. Miletê tirk her tim dijminatî, kîn û nefreta xwe ya li hemberî kurdan nîşan daye û dide…
Lê vê derewê ne birêz Çetîn Yavuz tenê, hema hema hemû siyasetmedarên kurd jî dikin.
Lê ev îdîa ne rast e, vireke mezin e. Xwezî rast bûya.
Bi baweria min dijminatiya herî mezin ”apê Mihemedê yozgatî û xaltîka Eyşa trakyayî” dikin, yanî miletê tirk dike.
Ma yên ku her roj li vî bajarî û li wî bajarî kurdan lînc dikin, nahêlin karkirên kurd têkevin bajarên wan, dikan û malên kurdan talan dikin, ji bajarên xwe bera xwendevanên kurd didin, nahêlin kurd miriyên xwe li goristanên wan veşêrin, ma ne miletê tirk e? Heger bi rastî jî wek tê gotin, miletê tirk ne li dijî kurdan bûya, kurd nuha ne di vî halî da bûn.
Ma yên raya didin MHP-ê û CHP-ê û AKP-ê ne miletê tirk e? Heger miletê tirk ne dijminê kurda ye bira rayên xwe bidin BDP-ê, Hak-Parê, KADEP-ê, bira piştgiriya kurdên doza mafên xwe dikin bikin. Bira li dijî înkara kurdan derkevin, bira mafê perwerdeya bi zimanê kurdî biparêzin…
Helbet tiştekî wiha tuneye, ”apê Mihemedê yozgatî û xaltîka Eyşa trakyayî” ji kurdan xwînvedirşin, heger bi wan bimîne dibê artêşa tirk rojekê berî rojekê koka kurdan biqelîne, hemûyan qir bike.
Lê xwedê kir ku artêş û siyasetmedar gurra milet nakin û wek Seddam çekên kîmyayî li hemberî kurdan bikar naynin. Tenê li hemberî gerîla bikar tînin. Lê heger bi ya milet bikin ewê li bajaran jî bikar bînin.
Kesên van viran dikin, dixwazin xwe bi tirkan bidin hezkirin, dixwazin eferimekê ji tirkekî, ji mamûrekî tirk bigrin. Mesele ev e...

XXX
Heger ne derew be dibêjin endamê Heyeta Rîspipiyan Yilmaz Erdoganê şanoger û lîstikvanê sînemayê û tiyatroyê li Girava Heybelîadayê di dema kişandina fîlmekî da gava li der û dorê ala tirk nedîtiye, pir qeherîye û xemgîniya xwe nîşanî bepirsiyaran daye.
Her wisa dema çavê wî li heykelê Ataturk ketiye, tavilê şirtek(melkizek) girtiye destê xwe û binê heykelê Ataturk paqij kiriye...
Bi îhtîmaleke mezin ewê xeber rast be, ji ber ku şelefiyên wiha tam li gorî qerekterê kurda ye, piraniya kurdan bûne şelafên(şalûz, dalkavuk)tirkan û Ataturk.
Siyasetê û siyasetmedaran û heta dereceyekê jî ronakbîran zeîf û reben şexsiyet bi kurdan ra nehîştine, kurd kirine şaluz û qeşmerokên tirkan. Loma jî pir mimkûn e ku Yilmaz Erdogan wiha gotibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE