03 april 2013

Sînorê pîsiyê tuneye


Serokwezîr Erdogan, ji bo tespîstkirina taktîkên nuh li ser mesela çareseriyê û têkiliyên bi Ocalan ra îro li qesra serokwezeretê civînek çêkir.
Li gorî çapemenî dinivîsîne, alîkarên serokwezîr Bulent Arinç, Beşîr Atalay û Bekir Bozdag, wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn, wezîrê karênhundur Muammer Guler, Wezîrê kultur û turîzmê Omer Çelîk, Musteşarê MIT-ê Hakan Fîdan û berdevkê AKP-ê Huseyîn Çelîk beşdarî civînê bûn.
Li gorî tê gotin Bekir Bozdag, Hakan Fidan û Huseyîn Çelîk kurd in.
Nuha van her sê kurdan li hemberî gelê xwe, aqil dan serokwezîrê Tirkiyê û birêvebirên dewlete yên din û bi wan ra planên hin dek û dolabên nuh çêkirin. Ewê kurdan çawa bixapînin, çawa têk bibin?
Ji bo ku meriv li hemberî gelê xwe bi dijmin ra rûne û plana têkbirin û bindesthîştina gelê xwe çêke, dibê meriv ji her babet xîret û însaniyetê û hemû hestên kurdbûnê bêpar û şustî be.
Dibê meriv wek însan pir bêşexsiyet û pir pîs be, ji bo ku kanibe têkeve nava têkiliye wiha.
Gava însan pîs bibe, bi rastî jî mexlûqekî herî pîs e, madê meriv jê digre…

XXX
Xwedêgiravî hukûmetê ”pêvajoya çareseriyê” daye destpêkirin û dixwaze mesela kurd çareser bike.
Lê hukûmet ji dêlî çareseriyê, wa ye li herêma Serhedê cerdevanên nuh digre û sîstema cerdevaniyê tew berfirehtir dike. Li Qaxizmana Qersê, li Gewaşê û li gelek derên din, cerdevanên nuh li ser ala tirk û çekan sond xwarin û li hemberî kurdan çek hilgirtin.
Li alîkî qaşomaşo hukûmet bi PKK-ê ra hevdîtina dike, dibêje ew dixwaze ”mafê kurdan” bide û şer rawestîne, lê li aliyê din jî ji bo şerê li hemberî kurdan hejmara çekdarên xwe zêde dike.
Ev çawa çareserî ye?
Hukûmeta ku hejmara cerdevanan zêde bike dibê meriv baş bizanibe ku nêta wê pir xerab e; ew ji çareseriyê bêtir haziriya şer dike, ji bo şerê pêşerojê tedbîra xwe digre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE