13 april 2013

Kurd xwe dixapînin


Heta ji kurdan tê bira bibêjin em û tirk birayên hev in, di nabêna miletê tirk û kurd da tu dijminatî tuneye. Li hemberî vê derewa kurdan tirk di bin simêlê ra dikenin.
Bêyî Stenbol, Anqere û Îzmîrê, hema hema li hemû bajarên Tirkiyê li zanîngehan xwendevanên kurd di bin hesargehê û teroreke mezin da ne.
Li hemû bajarên Tirkiyê yên biçûk kurd di binê teror û çavsoriyeke pir mezin da ne, kurdek çiqasî biheq be jî, tu carî newêre li hemberî tirkekî dengê xwe bilind bike.
Li her bajarê ku tirk lê pir in û di zanîngehê da jî piranî tirk in halê xwendevanên kurd pir xerab e. Em bajarên Derya Reş bidin aliyekî, li wan bajaran ji xwe halê xwendevanên kurd pir xerab e, wa ye li Qeyseriyê jî mafê xwendinê û jiyanê nadin xwendevanên kurd. Xwendevanên kurd nikanin ji malên xwe derkevin der.
Lê kurdên me dîsa jî dibêjin, efendim ”di nabêna miletê tirk û kurd da tu problem tuneye…”
Ez nizanim dibê tirk hîn çi bikin ji bo ku kurdên me bibêjin, ”weleh em ne bira ne û di nabêna me da dijminatî heye.”
Heta ku kurd bi derewan ji dijminê xwe ra bibêje ”dost û bira”, weleh ewê halê kurdan tim ev perîşanî û ev rezalet be.
Heger yekî neheqî li meriv kir, bi meriv ra dijminatî kir, dibê meriv bi derewan nebêje, ”ev dostê min e, em birayên hev in, em ji hev hez dikin…”
Piraniyeke mezin ya tirkan ji hemû kurdan(çend kurdên xulam ne tê da) nefret dikin, dixwazin hemû kurdan(ne kurdên Tirkiyê tenê, yên Îraqê, Sûriyê, Îranê jî)ji ruyê cîhanê rakin.
Piraniyeke mezin ya miletê tirk û siyasetmedarên wan, dixwazin li vê cîhanê kurd tunebin. Û ji bo ku yên hene jî nemînin çi ji destê wan û dewleta wan tê dikin, bi rengekî bênabên û bi hemû hêza xwe ji bo tunekirin û bindesthîştina kurdan dixebitin.
Kurdê vê rastiyê nebîne, vê rastiyê înkar bike xwe dixapîne…

XXX
Demokrasî meseleyeke perwerdeyê ye. Heger meriv bi girseyên(kîtleyên) bêperwede derbasî sîstema demokrasiyê bibe, ewê olîgarşîyê bixuliqe. Olîgarşî dom bike, ewê demagog zuhur bibin. Û ji demagogan jî dîktator sadir dibin.
///Platon
Tu dibêjî belkî apê Platon ev tespîta xwe ji bo Tirkiyê kiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE