21 april 2013

Kurd, miletê bêhafize


Li bajarê min Wêranşarê gundekî bi navê Eyûbnebî heye. Li başûrê gund, li wê çolê di nava keviran da gomeyek û çiravek, kaniyek hebû. Li gorî çîroka di nava milet da, digotin Hz. Eyûb Pêxemberê kurmaxwarî, di rojeke ji pertavketî da pişta xwe spartiye vî gomeyî û ji Xwedayê xwe şîfa xwestiye.
Û Xwedê Teala jî jê ra wehî kiriye, gotiye ya Eyûb nigê xwe li erdê xe, ewê avek dierdê bizê, di wê avê da xwe bişo, tu yê rehet bibî.
Û Hz. Eyûb jî nigê xwe li erdê dixe, av di erdê dizê, xwe di wê avê da dişo û bi vî hawî hemû birînên wî rehet dibin û dîsa tê ser siheta xwe.
Heta sala 1980-î, heta ku ez li wir bûm ew gome ne ziyaret bû, kevirekî ji xwe ra li wir bû. Ji xwe bêyî wêranşariyan haya kesî jî ji wî gundî tunebû. Li wê derê ne tu gorr, ne tu ziyaret û ne jî mizgeft hebû...
Lê nuha ew gome bûye ziyaretgeh, gorr û mizgeft lê çêbûye û salê belkî bi milyonan însan wê derê ziyaret dikin.
Do bi şev min di kanaleke telewîzyonê dît ji gelek bajarên Tirkiyê însan çûbûn Eyûbnebiyê ziyaretê. Digotin ewê ”Kutlu Dogum Haftasi” yê pîroz bikin.
Berê tiştekî wiha tunebû, lê nuha ji bo mijûlkirin û xapandina milet tiştekî bi navê ”Kutlu Dogum Haftasi”(Hefteya Dilşad ya Jidayikbûyênê) û nizanim çi û çi derxistine.
Bala xwe bidinê, gomeyekî li wê çolê kirin ziyaretgeh, lê gorrên mezin û şehîdên kurdan yên wek ŞÊX SEÎDÊ kal, SEYID RIZA, BEDÎUZZEMAN SEÎD-ê KURDÎ û bi sedan kesên ku bi wan ra hatine îdamkirin nîşanî kurdan nadin, nahêlin gorra Şêx Seîd, Seyid Riza û Seîdê Kurdî bibin ziyaretgeh.
Nahêlin ji ber ku ew kurd in, dema kurd herin ser gorrên wan, ewê îdama Şêx Seîd û Seyid Riza bê bîra kurdan, ewê zulma tirkan li Seîdê Kurdî û miletê wî kiriye were bîra kurdan û ev yek jî ewê zanîn û şiûrê kurdan ya dîrokê û hestên wan yê netewî xurt û qewî bike.
Loma jî gomeyekî li wê ortê dikin ziyaregeh, lê belê gorrên şêx û alimên kurdan vedişêrin, nahêlin bibin ziyaretgeh, nahêlin kurd herin ser wan û dîrok û çîroka wan bizanibin.
Lê çi heyf ku kurd, alim û siyasetmedarên kurdan hîn jî vê siyaseta dewlet û hukûmetê ya nîjadperest nabînin, heger bidîtana dibê bi milyonan kurd li ber meclîsa Tirkiyê biciviyana û ji hukûmetê gorrên şêx û mezinên xwe bixwestana, li gorrên wan bigeriyana…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE