20 april 2013

Kurd bûne heyranê dijminê xwe

Nuha min bîstekê bala xwe da programa Bajarê Me ya TRT6-ê ya ji Batmanê dihat weşandin.
Moderatorê programê bi walî û çend kesên siwîl ra li ser rewşa bajêr û hin meseleyên siyasî sohbetê dikir.
Kurdên me dema qala hukûmetê û serokwezîr dikin, tu dibêjî belkî qala serokê Kurdistanê ya jî qala Pêxemberekî dikin.
Li hemberî hukûmetê û berpiriyarên dewletê hewqasî nazik û bi hurmet dipeyivin, hewqasî wan zeyt dikin madê meriv ji wan digere, verşiya meriv tê.
Tu namîne ku meriv ji kerba dilê xwe bibêje, weleh ji vî miletî tu gû jî dernakeve…”! Piştî ku siyasetmedar, xwenda, zana û pêşengên civatê li hemberî neyarê xwe(ji xwe êdî kes tirkan û dewletê neyarê xwe jî nabîne)hewqasî xweşbîn bin, milet ewê tew dijmin bide ser serê xwe. Çimkî gava kesên pêşeng, kesên rêber ji dijmin ra nebêjin dijmin, milet jî nabêje.
Lê esas ne ev programa îro tenê, hema hema birêvebirên hemû programan, piraniya kurdan li hemberî dewletê û hukûmetê wiha bûne.
Gel, merivê li kuçê, gelek siyasetmedar û ronakbîr bi heyranî û şelafiyeke pir mezin qala hukûmetê û Erdogan dikin.
Tu dibêjî belkî Erdogan ne serokwezîrê Tirkiyê ye û Kurdistan jî ne di bin îşxala vê dewletê da ye.
Fena ku vê dewletê, 4 hezar gundên kurdan wêran nekiribe, 40 hezar gerîlayên kurd nekuştibe, 17 hezar û 500 kurd jî bi qatilên xwe yên veşartî nedabe kuştin, 3-4 milyon kurd jî mecbûrî mahciriyê nekiribe…
Li hemberî vê dewleta ku hewqas zulm li kurdan kiriye, li hemberî polîs, artêş û hukûmeta vê dewletê meriv di dilê gel da, di dîtin û gotinên wan da bi qasî misqalekî jî nerazîbûnekê, neyaritiyekê nabîne.
Her kes ji dewletê, ji hukûmetê û ji Erdogan ji erd heta bi asîman razî û memnûn e, rica wan tenê ew e ku ”bariş” çêbibe û hukûmet hinekî din li wan were rahmê.
Lê tu daxwazeke kesî ya siyasî, ya netewî tuneye.
Dînekî, xêvekî filîstîniyan yê kolan û kuçan jî ji kurdan û siyasetmedarên wan yên îro bêtir siyasî ye, bêtir dijminê xwe nas dike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE