21 april 2013

Kurd belasebeb xwe li ber baranê şil dikin


Tirkiye li alîyekî bi navê ”çareserî û aştiyê”(!) kurdan dixapîne û li aliyê din jî li ser sînorê Tirkiyê û Îraqê 402 qereqolên pir modern yên bi navê "KALEKOL" ava dike.
Derket ortê ku ji agirbesta PKK-ê virve li serê çiya û girên bilind heta nuha 149 ”KALEKOL” bi lez û bez hatine avakirin.
Li gorî xebera Avestakurdê û rojnameya Radîkalê, li ser sînorê Tirkiye û Îraqê, li ser lûtkeyê(qotê) çiyayên 2 hezar mîtro bilind qereqolên pir modern, pir saxlem û ji alî ewlekariyê ve jî pir mikemel çêdikin.
Navê van qereqolên nuh kirine "Kalekol". Îcar çima ”KALEKOL” û ”KALEKOL” tê çi maneyê di xeberê da nayê gotin. Lê dibê meriv fêr bibe. Li pişt vî navî miheqeq fikrek heye.
Ji destpêka sala 2012-a ve ye Tirkiyê biryara avakirina van qereqolan daye û dixwaze ava bike. Lê belê PKK-ê bi êrîş û şewitandina alet û wasiteyên kar yên fîrma TOKÎ-yê(fîrma dewletê ye) nedihîşt qereqol werin çêkirin.
Lê belê piştî têkiliyên bi Ocalan ra û dû ra jî agirbesta PKK-ê ya vê dawiyê, avakirina qereqolan lez û bez û suretek mezin girt.
Tê gotin heta nuha 149 ”KALEKOL” hatine avakirin û yên mayî jî hetanî dawiya salê ewê werin temamkirin.
KALEKOLÊN tên çêkirin, bi teknolojiyeke nû tên avakirin û taybetiya wan jî ew e ku, xwedî ewlehiyeke temam û pir bilind in.
Bi avakirina qereqolên nû ra hukûmet li Kurdistanê pergala cerdevaniyê jî berfirehtir dike. Ev demeke dewlet li gelek herêman cerdevanên nû digre kar û hejmara wan jî zêde dike. Ev jî tê wê maneyê ku dewlet û hukûmet ji bo şerekî mezin ji nuha da tedbîrên xwe digre, haziriya xwe dike.
Bêdengbûna çekan ji bo dewletê îro fersendek mezin e, loma jî dixwazin di nava demeke pir kin da kar û haziyên xwe biqedînin, ”KALAKOLÊN” xwe temam bikin û leşkerên xwe têxinê.
Berpirsiyaran gotiye, berê PKK-ê nedihîşt ev qereqol werin avakirin, fîrma tehdît dikirin, rê mayin dikirin, wasite dişewitandin. Lê nuha şer tuneye, kes rê li ber avakirina qereqolan nagre, loma jî xebat zûtir dimeşe.
Berpirsiyar gotiye, berê qereqolên leşkerî wek pînên mirêşkan bûn û li der û ciyên ne bi ewleh bûn, lê nuha di van qereqolan da leşker ewê hîn baştir û ewletir xwe biparêzin.
Yanî netîce, bira kurdên me bê def û zurne ji xwe ra govendê bigrin û ”barişê/aştiyê” pîroz bikin, lê dewlet ji bo rojên pêş haziriyeke pir mezin dike; ji bo ku kurd careke din nikanibin dest bavêjin çekan û derkevin serê çiyan tedbîrên xwe yên leşkerî digre.
Kesên her roj ”barişê” pîroz dikin, siyasetmedarên kurdan dibê ji hukûmetê pirsa van haziriyan û avakirina 402 ”KALEKOLAN” Jî bikin, bibêjin we xêr e, çima hûn li ser sînoran, di dilê welatê me da hewqas qereqol didin çêkirin? Hûn haziriya çi dikin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE