29 april 2013

Îskenderê Mezin û Şîreta Arîsto


Îskenderê Mezin ji Arîsto ra nameyekê dinivîsîne, jê alîkariyê û aqil dixwaze, dibêje:
”Ji bo ku ez bikanibim însanên ez welatên wan îşxal dikim di bin hukmê xwe da bihêlim, dibê ez çi bikim?”
Û dû ra jî van hersê pirsên xwe ji Arîsto dike:

”1.Gelo ez giregir û mezinên welêt bişînim sirgûnê?

2.Gelo ez giregir û mezinên welêt bavêjim zindanê?

3.Gelo ez serê giregir û mezinên welêt bifirînim?”

Arîsto bersîva jêr dide Îskenderê Mezin:

”1.Li surgûnê ewê li hev kom bibin û li hemberî te serî hildin.

2.Zindan ewê bibin hêlînên mîlîtanan û ji kontrolê derkevin.

3.Nifşên(nesil, cîl)piştî wan ewê bi kîn û nefretê mezin bibin û textê te bihejînin.

Dibê tu bizrê nîfaqê, bêtifaqiyê di nabêna însanan da biçînî, nîfaqê têxî nabêna însanan. Gava dest bi şerê hev kirin, dibê tu wek hekem xwe bi wan bidî qebûlkirin. Lê belê dibê tu hemû riyên diçin çareseriyê û tifaqê tim bixetimînî…”

Bala xwe bidinê osmaniyan û tirkan jî tim wiha kirine, bi gelek rê û wasiteyan berê kurd perçe kirine, hinek kirine hevalên xwe û hinek jî kirine dijminê xwe û dû ra jî herdu serî bera hev dane.

Û dema kurd ketine gewriya hev û dest bi neyartî û kuştina hev kirine, demekê lê temaşe kirine û dû ra jî wek ”hekem û xêrxwaz” ketine nabênê.

Û navê vê siyasetê xwe jî kirine, ”Dabeş bike, perçe bike, îdare bike.”


Tirkan bi saya vê siyaseta xwe heta nuha rê li ber yekîtiya kurdan girtin û bi vê riyê jî nehîştin kurd xwe rizgar bikin.
Lê kurd pir hindik êdî bi vê siyaseta dijmin hesiyan e û roj bi roj yekîtiya xwe xurt dikin.


Lê kurd pir hindik êdî bi vê siyaseta dijmin hesiyan e û roj bi roj yekîtiya xwe xurt dikin. Kurdan êdî baş fêm kirine dijminê bav û kalan nabe dostê lawan. Rih dibe bihost dijmin nabe dost.

Kurdan di dil û mejiyê xwe da yekîtiya xwe çêkirine, maye praktîk, ew jî di rê da ye, bere bere çêdibe…

XXX

Dengir Mir Mehmet Fırat dîsa xwe hetikandiye û bi devê Erdogan êrîşê kurdên welatperwer, kurdên mezlûm kiriye.

Dengîr di bersîvên xwe da kurdên welatperwer, kurdên ku dixwazin ji bindestiya tirkan xelas bibin, kurdên ku doza mafên xwe yên netewî dikin, kurdên ku dixwazin wek tirkan ew jî bibin xwedî dewlet, xwedî meclîs û al wek kesên nîjadperest bi nav kiriye û gotiye, ”nîjadperestiya kurd ji ya tirk prîmîtîvtir e, hîn hişk e, hîn êrîşkar e…”

Însan çaxa bibe merivê dijmin ûjdan jî pê ra namîne, heger piçek ûjdan bi Dengîr ra hebûya ewê mîlîyetçîtiya kurd ji îrqçîtî, nîjadperestîya tirk xerabtir û hovtir nedîta.

Mîlîyetçî û welatperwerên kurd naxwazin Tirkyê têxin bindestên xwe, naxwazin tirkan bikin kurd û zimanê wan qedexe bikin.

Mîlîyetçîyên kurd tenê dixwazin ew jî wek tirkan û miletên din azad bin û li welatê xwe, xwe îdare bikin.

Lê li gorî Dengîr her kurdê ku wek wî, nîrê bindestiya tirkan qebûl neke ”ehmeq û nîjadperest e”.

Li gorî Dengîr, kurdê ku Kurdistaneke serbixwe biparêze ”ehmeq ” e, ji ber ku Stenbol, Antalya û Mêrsîna Kurdistanê tuneye.

Dema bi însên ra ruhê netewî nemîne, diya xelkê ji diya xwe û welatê xelkê jî ji welatê xwe xweştir dibîne. Û loma jî him diya xwe û him jî welatê xwe red dike.

1 kommentar:

  1. Den här kommentaren har tagits bort av bloggadministratören.

    SvaraRadera

PARVE BIKE