04 april 2013

Îşkenceya li ber çavên her kesî


Demokrasiya Erdogan dema 12-ê îlonê paşda anî. Polîs êdî ronkayiya rojê kurdan îşkence dikin.
Li navçeya Amedê Bismilê, polîsan li baxçeyê dibistanê, li ber çavê her kesî gelek xendekar, welî û mamoste dan ber copan û îşkence kirin. Ji welî û mamosteyan 2 kes giran birîndar bûn û rakirin nexweşxanê.
Ev ne bes bû, pûlisan 4 kesên din jî girtin binçavan.
Ji birîndaran Mesûd Eşen, giran biîndar bûye, canê wî bûye kerikonê reş, di eniya wî da şop û numreya sola polîseê pê li serê wî kiribû hîn xuya ye.
Polîs, di dema îşkenceyê da gotiye, dibê numra sola min li eniya wî xuya bibe.
Ez zêde dirêj nekim, dibê hemû partiyên kurd, rêxistinên swîl û meslekî û parlamenterên BDP-ê li hemberî vê hovîtiyê qiyametê rakin û dev ji bûyerê bernedin.
Hemû telewîzyon, çapemenî û medya kurd dibê pir cidî li ser vê çavsoriya dewleta tirk bisekinin û vê zulmê bênabên deşîfre bikin û nîşanî gel bidin.
Dibê kurd destên xwe têxin gewriya hukûmetê û wezîrê karênhundur û hesabê vê çavsoriya pûlisan ji wan bipirsin û heta ku sûcdar neyên cezakirin dev ji protesto û çalakiyan bernedin.

XXX
Gulê ji strî(histirî) pirsî, got, tu çima bi min ve yî? Ji tirsa te kes newêre dest bide min.
Strî got: Heger her kesî dest bida te û bikanîbûya bi te şa bibe, tu yê hewqasî ne nazenîn bûya.

XXX
Bi xweziyê dest nagihîje qevdê keziyê. Yanî bi xwestinê tenê nabe, dibê meriv ji bo wê bixebite, xwîdanê birjîne.

XXX
Însan gava bêûjdan be dikane her xerabiyê û zalimiyê bike. Loma jî hemû xerab û zalim mirovên bêûjdan in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE