30 mars 2013

Nîjadperest ewê rehet nesekinin



Li dora 300 giregirên tirk, kesên edîb, hunermend, siyasetmedar, akademîsyen, û brokrat di nav da bi navê ”Banga li Miletê Tirk”, du roj berê beyaneke li dijî kurdan û hukûmetê belavkirin.
Beyana ku 300 şexsiytên tirk îmze kirine li Anqerê li otêla Sumerê ji alî Prof. Mustafa Kafali ve hat xwendin. Kafali, di axaftina xwe da gotiye, ”Di vê dema dîrokî da em dixwazin kesên li ser navê miletê tirk hereket dikin şiyar bikin.”
Di beyanê da bi kurtî ji hukûmetê van daxwazên jêr tên kirin:
-Navê miletê tirk, ku ew avakar û xwediyê Komara Tirkiyê ye, nabe ku ji qanûna esasî derkeve.
-Dibê hemwelatiyên dewletê li gorî nîjadan û mezheban neyên cihêkirin.
-Dewleta Milî ya ku li cografya Anedoliyê ji dema Selçûkiyan bigre heta bi nuha, tim di bin hukumraniya miletê tirk da bûye. Ev dewleta ku Ataturkê mezin avakiriye nabe ku şiklê wê ji ortê rabe.
Yanî bi bi kurtî di beyanê da dibêjin, ev dewlet heta nuha çawa bû, dibê ji nuha û pêve jî wiha bimîne, hebûna kurdan neyê qebûlkirin û tu mafên netewî ji kurdan ra neyê dayin.
Di beyanê meriv gelek kesên ji fikir û îdeolojiyên cihê, qet bawer nedikir werin ba hev dibîne.
Her ku kurd nêzî azadiya xwe dibin, nîjadperest û faşîstên tirk jî ewê serên xwe hildin û ji bo ku kurd azad nebin ewê her riyê bikar bînin. Di rojên pêşda mumkun e ku bi muxalefeta siyasî û demokratîk jî neyên serî, van êrîşên xwe dagerînin êrîşên fiîlî û cînayetan jî.
Ji ber ku li Tirkiyê gelek kes û hêz li hemberî azadbûna kurdan e, ji bo ku kurd negihîjin azadiya xwe dikanin her provaksyonê bikin. Loma jî ev beyana 300 nîjadperest û faşîstên tirk dibê ne tenê ji bo kurdan, ji bo hukûmetê jî sinyalek şiyarbûnê be û girtina hin tedbîran be.

XXX
Pûlisê tirk qeyd û malûmatên di heqê 14 hezar û 434 kesan da ji şîrketa dêwîn ya nivîsê Microsoftê xwestiye. Helbet piraniyeke mezin ya van kesên ku ji bo taqîb û topkirina îstîxbaratê pûlisên tirk edres û qeydên wan xwestine kurd in. Ji bo ku van kurdan di cîhana înternetê da jî rehet nehêlin, tim taqîb bikin.
Microsoftê di rapora xwe ya îsal(Rapora Şefaf)da gotiye, pûlisê tirk ji wan di heqê 14 hezar û 434 kesan da agahdarî xwestiye, lê wan tenê di heqê ji 8 hezar kesî zêdetir zanînên şexsan daye.
Tirkiye berê jî dewleteke polîs bû û nuha jî wisa ye, hebûna wan li ser karê îstîxbaratê ye, bi xêra vê sîstema polîsiye li ser nigan dimînin.


XXX
Heger ne bêxîretiya hin kurdan bûya Erdogan ewê tu carî nikanîbûya hewqas fort bida xwe. Ev cesareta wî ji ber bêdengî û bêxîretiya hin kurda ye.


XXX
Hin daxwazên dilê dîn yên wisa hene ku aqilê reben qet fêm nake.

XXX
-Ji ber ku insan çuqasî pîs in min qet matmayî nahêle, lê belê dema ez dibînim ku ji ber vê yekê qet fedî nakin min pir matmayî dihêle.
Goethe

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE