23 mars 2013

Kurdistana serbixwe "îptal" nebûye


Cengîz Çandar, kêfa xwe gelkî ji peyama Abdulah Oclan ya Newroza Diyarbekrê ra aniye û gotiye, ” Kurdistana serbixwe îptal bû.”

Ne Çandar tenê, gelek siyasetmedar û nivîskarên tirk yên din jî bi nameya Ocalan ya do di Newroza Diyarbekrê da hat xwendin kêfxweş bûne û jê ra li çepikan dixin û methiyeyan rêz dikin.

Doza Kurdistana serbixwe bi micadeleya Abdulah Ocalan û PKK-ê dest pê nekiriye û bi devjêberdana wan jî tu carî ”îptal nabe”!

Kurdistan ne milkê bavê Ocalan e ku hîbeyî tirkan bike û bibêje bira ji we ra be. Kurdistan, welatê miletê kurd e, heta kurd hebin ewê doza serxwebûna welatê xwe bikin; heta ku welatê xwe rizgar dikin.

Loma jî dibê Erdogan, Çandar û tirk kêfa xwe zêde bi ”soza” Ocalan ya nexwestina Kurdistanê neynin.

Ocalan tenê dikane li ser navê xwe û hevalên xwe bipeyive, lê ne li ser navê hemû kurdan.

Miletê kurd hîn gotina xwe ya dawî negotiye. Dibê tirk baş bizanibin ku Kurdistan ewê tu carî ji wan ra nemîne, xwediyên Kurdistanê hewqasî jî ne pîs in…

XXX

Tarîfkirina mefhûma azadiyê gelkî zor e. Gelo azadî çi ye û tê çi mane yê?
Bêguman wek evînê, wek dîndariyê azadî jî îzafî ye, ji bo her kesî nayê eynî maneyê û ne eynî tişt e. Yanî azadî, ne pîvaneke ji bo her kesî ye. Li gorî şexsan tê guhertin; dikane ji bo yekî temam û ji bo yekî din kêm e.
Lê ji bo şexsê min ”azadî”, xwedî nasnameyeke(cuzdaneke, huwîyeteke)kurdbûnê ye. Heta ku wek tirkekî, erebekî û fariskî, îngiliz û almanekî ez jî nebim xwedî welat, xwedî al, xwedî meclîs, xwedî dezgehên netewî û xwedî nasnameyeke kurd, ez xwetu carî azad nabînim…
Heta ku ez ji van tiştên jor mahrûm bim, ezmerivekî bindest im û ezê xwe tim bindest his bikim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE