03 mars 2013

Kurd e lê li dijî azadbûna kurda ye


Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyê yê hukûmeta AKP-ê Zafer Çaglayan jî li kurdbûna xwe mukur hatiye û gotiye, weleh ew jî kurd e, lê heta nuha newêrîbûye kurdbûna xwe eşkere bikira.
Wey rebeno, 56 salan kurdbûna xwe wek niviştekê di bin çengê xwe da veşartiye, newêrîbûye bibêje ez kurd im, lê îro li ser daxwaza hukûmet û dewletê eslê xwe eşkere dike.
Çaglayanê Mûşî, rebeno ji kurdbûna xwe hewqasî biziyaye ku demekê ji tirsa ruhê xwe çûye ketiye nava gurên har û bûye faşîstekî devbixwîn û bi faşîstan ra êrîşî zarokên qewmê xwe kiriye.
Lê nuha, dema dibêje ruyê min ji we reş, weleh ez kurd im jî dev ji hevalbendiya tirkan bernade, venagere nava refên gelê xwe û nabe siyasetmedarekî gelê xwe. Dîsa wek wezîrekî dewleta tirk, li hemberî gelê xwe dewletê temsîl dike û siyaseta dewletê diparêze.
Yanî îtîrafa ”ez jî kurd im” di naveroka xwe da tiştekî nuh bi xwe ra nayne, eynî xizmetkariyê dîsa didomîne.
Loma jî ”îtîrafa ez jî kurd im”, ne girîng e, ya girîng ciyê meriv e, kar û emel e, şêla siyasî ye.
Dibêje ”ez kurd im”, lê dîsa jî hevalê dewletê ye. Ji xwe bi sedan, bi hezaran kurdên di xizmeta dewletê da hene û ew jî kurdayetiya xwe venaşêrin.
Ji ber ku dewlet, îro destûrê dide kurdên hevalbendên xwe, dixwaze ew bibêjin ”em kurd in”. Çimkî îro ev yek tê hesabê dewletê.
Loma jî Erdogan ji zilamên xwe yên kurd ra dibêj, ”egîdên min, xwe eşkere bikin, bibêjin em kurd in, lê em hevalbendên dewletê ne, em li dijî perwerdeya zimanê kurdî û qebûlkirin nasnameya kurd in. Em li dijî serxwebûn û azadiya kurdan e, em li dijî perçebûna Tirkiyê ne, em li dijî terorê ne û hwd…”
Meriv kurd be, meriv van tiştan naparêze, nabe hevalbend, parlamenter û wezîrê hukûmeteke xwediyê vê îdeolojiya panturkîst…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE