02 mars 2013

Hêvî dikim ku PKK neyê vê lîstikê


Heta nuha kurdan ji şer bêtir, di siyasetê da, tim li ser masê wenda kirine.
Heger PKK, KCK û BDP şîret û daxwazên Abdulah Ocalan qebûl bikin, dîrok ewê careke din tekerur bike û kurd ewê dîsa li ser masê wenda bikin.
Tiştê Ocalan ji heyeta BDP-ê ra gotiye, bi qasî misqalekî jî ji tiştên Erdogan ji kurdan dibêje ne cihê ye. Ocalan jî wek Erdogan ji PKK-ê û BDP-ê ra dibêje, ”yek milet, yek al, yek dewlet û yek welatî” qebûl bikin. Naverok û xulaseya pêşniyarên Ocalan ev e…
Dibê PKK û BDP di zûtirîn wextê da xwe ji bin emir û bindestiya Ocalan xelas bikin û wek hêzên têkoşînê didin, ew nûnertiya gelê xwe bikin, ew bi hukûmetê ra rûnin, ew xwedî daxwaz û hedef bin.
Heger PKK û BDP van daxwazên Ocalan qebûl bikin felaketeke mezin e, kurd ewê îcar jî li ser masê wenda bikin.
Ji dêlî ku hukûmet bi pêşniyarên xwe, bi tiştên ku ewê bide kurdan, PKK-ê û BDP-ê îqna bike, Ocalan vî karî dike û ew li ser navê dewletê dixwaze wan îqna bike.
Netîce, dibê di zûtirîn wextê da PKK û BDP vê daxwaz û projeya Ocalan red bikin û ew li ser navên xwe bipeyivin, bi xwe bi hukûmetê ra rûnin û mizakere bikin; heger rast tiştekî wiha hee. Lê baweriya min hîn jî ew e ku hukûmet naxwaze hebûna kurdan bi qanûnî qebûl bike û mafên wan yên netewî bide...
Dewletê ev 30 sal in nikanîbû PKK biqedanda, Ocalan dixwaze biqedîne û him jî belaş. Hêvî dikim ku PKK neyê vê lîstikê...


XXX
Serokwezîr Erdogon, di vegera xwe ya Wîyenayê da di balafirê da li ser pirsên rojnamevanan yên derbarê rawestandina operasyonên li hemberî PKK-ê gotiye:
”Di micadela bi rêxistina terorê ra ewê tawîz neyê dayin. Rehawateke herî biçûk dikane bedelên pir mezin bi me bide dayin. Kînga çek danîn û Tirkiye terikandin, wê demê hêzên min yên ewlekariyê ewê operasyonan nekin.”
Yanî heta PKK sîlehên xwe daneyne û “welatê” Erdogan terk neke, hêzên Erdogan ewê operasyon û qetlîamên xwe bidomînin.
Mêrik pir vekirî dipeyive, emir dide. Tiştê meriv ji gotinên Erdogan fêm dike, li ortê tu ”mizakere”, tu quzulqurt tuneye. Aliyê kurd ji xwe ra vî navî lê dikin.
Erdogan, gotinên ”bêçalakî/eylemsizlik” û ”aştiyê” jî rexne dike û dibêje, ”vana di nabêna dewletan da dibin…”
Yanî rawestandina operasyonan, “aştî” û gotinên wiha, Erdogan henekê xwe pê dike, dibêje ew bi Ocalan û PKK-ê ra tiştekî wiha nakin, peymanên wiha bi di nabêna dewletan da dibin.
Loma jî ewê operasyon û qetlîamên xwe bidomînin û ew, ”aştî” ”maşîtîyê” jî bi kesî ra nakin, tiştekî wiha tuneye.
Yanî kurdên me ji xwe ra li defê lêdixin û ji xwe ra li ber dilîzin…

2 kommentarer:

  1. dest xwes kek Zinar.Bi rastî jî tistkî zelal nîne ka merî bi ci bawer bike? Rojên dahatu de belku tistki derkeve holê.Slav û rêz. Naci

    SvaraRadera
  2. Silava te ser çavan Şêrê Deşta Mûşê..

    SvaraRadera

PARVE BIKE