04 mars 2013

Ferqa kurdan û bengaliyan



Do bi şev min nivîseke Îbrahîm Sediyanî xwend. Sediyanî, di nivîsa xwe da qala çavdêriyên xwe yên Bengladaşê  dike. Sediyanî dibêje, gelê bengalî tu carî ji pakîstaniyan hez nake, gelê Pakîstanê li hemberî xwe wek dijmin dibîne.
Min ev beşê nivîsa Sediyanî bi kurtî kir kurdî. Çimkî rewşa me kurdan jî pir dişibe rewşa bengaliyan ya berê. Bengalî jî heta sala 1971-ê wek me kurdan bindest bûn. Di 1971-ê da ji Pakîstanê veqetiyan û bûn dewleteke serbixwe.
Lê di nabêna kurdan û bengaliyan da di warê hestên netewî da ferqeke pir mezin heye, li ba bengaliyan şiûr û hestên netewî pir xurt e û li ba kurdan jî pir kêm e.
Bengalî, bi çavê ”bira” li dijminê xwe nanêrin, lê kurd bi çavê ”bira” lê dinêrin û ji dijminê ra xwe dibêjin ”em birayên hev in…”
Malpera Avestakurdê, îro anketeke Sererkanê Tirkiyê weşandiye. Di anketekê da tê gotin ku, ji % 94-ê kurdan ala Tirkiyê wek ala xwe, ji % 91 jî sirûda îstîklalê wek sirûda xwe dibînin.  Û ji % 90.3-ê kurdan jî hêvî dikin kud di pêşerojê da bi tirkan ra  bijîn.
Û dîsa li gorî  îdîeya ankêtê, ji  % 2.3-ê kurdan serxwabûnê û  ji % 5.7 jî federasyonê dixwazin.
Bêguman di anketê da vir û manîplasyon heye, lê bi texmîna min jî piraniya kurdan hîn jî dixwazin bi tirkan ra bijîn, naxwazin ji Tirkiyê veqetin û bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Ev hestên kurdan dişibe Sendroma Stokholmê, kurd bûne evîndarê celadên xwe. Dibê alim û sosyologên kurdan li ser vê sendroma ”tirkheziyê” rawestin.
Helbet sebebê van hisên kurdan siyasetmedarên kurd in, wan di dilê kurdan da agirê Kurdistaneke serbixwe vemirandine û hestên bindestiya tirkan têda qaîm û bicî kirine.
Ev hestên berdewamiya bindestiya tirkan û nexwestina dewlteke serbixwe tenê li ba kurdên  bakur heye, li ba kurdên rojhilat û başûr tuneye.
Kurdên rojava jî kopiyeke me ne, me û kurdên beşên din ew qudûmşikestî kirine û heta dereceyekê kirine dûvikên partiyên xwe...
Ez dirêj nekim, li jêr, ez kurtasiya nivîsa Îbrahîm Sediyanî didim. Bixwînin û wek kurd jê ibretê bigrin, bibînin bê gelê xelkê çawa perwerde bûye û siyasetmedarên kurd çi anîne serê gelê xwe û çawa perwerde kirine.  Ji ber kudi her civatê da yên hedefên siyasî didin ber gel siyasetmedar û ronakbîr in…
”Li Bengladaşê muslimanê herî bêtir xwedî şexsiyeta ummetê û îslamî bi rehetî van gotinên jêr dibêjê û min ew ji gelekan guhdarî kir.
” Elhamdulîlâh em musliman in û hemû muslimanên cîhanê birayên me ne. Lê belê urdû xaric(ne tê da).
Dema min ev gotin ji şexsiyetên îslamî û kesên xwedî şiûra ummetê bihîst, min ji guhê xwe bawer nekir. Nedibû ku ez sebebê vê fikra wan nepirsim, loma jî min pirsî: Ji bo çi? Urdû jî musilman in…
Bersîva min ji wan girt ev bû: Bira be, bira qe musilman bin. Ew ne birayê me ne, ew dijminên me ne…”
Ev telafuz bi meriv çuqasî  xerîb were jî,  lê dema meriv bi rengekî sakin li ser radiweste, meriv fêm dike ku hisekî berbiaqil e. Ji ber ku biratiya îslamî dibê nebe sebebê bincilkirina hin rastiyan. Bengalî, ne gelekî wiha ye ku bi ”edebiyata biratiyê” were xapandin. Gelê bengal yê musilman wiha difikire:
”Hemû qewmên musliman helbet ummeteke, lê belê heger ji van qewman yek serxwebûna min, azadiya min û welatê min xesp kiriye, nasnameya min nas nake û dixwaze min di binê nasnameya xwe da bihelîne û asîmîle bike. Min qetil dike, zimanê bengalî di mekteban da, di resmiyetê da qebûl nake û zimanê urdî bi darê zorê fêrî zarokên min dike, wê demê ew ne birayê min e. Dixwaze bira navê wî musilman be.
Bengalên musilman ji ber ku xwediyên vê şiûrê bûn, birayê wan yê musilman nikanîbû wan bixapîne . Û ji ber vê yekê ye ku gelê bengal kanîbûye wek miletekî azad û serbixwe di nexşeya cîhanê da ciyê xwebigre…”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE