08 mars 2013

8-ê Adarê li hemû jinên kurd û yên cîhnê pîroz be!


Îro hemû cîhan 8-ê Adarê li jinên cîhanê pîroz dike, bi giramî û bi hurmeteke mezin serê xwe li hemberî wan ditewîne.
Di vê roja jinan ya navnetewî da ez jî hemû jinên kurd, hemû dayik, pîrik û xweşkên fedekar û canfîdayên ku bêwestan û bi qehremanî ji bo azadiya gelê xwe li dijî zulmê û bindestiyê micadelê didin ji dil û can silav dikim û dibêjim cejna we pîroz be!
Bi hêviya ku di demek nêz da em 8-ê adaran li Kurdistaneke azad pîroz bikin.

XXX
Heger kurd îro li Kurdistana bakur û rojava ji her demê bêtir nêzî azadî û serxwebûna xwe bûne, ev yek bi xêra beşdariya jinan ya liberxwedanê û micadela siyasî û civakî ye.
Hetanî salên 1980-î bêyî hin jinên xwendevan, di jiyana civakî û xebata siyasî da beşdarî û rola jinan sifir bû. Piştî salên 80-î, bi destpêkirina şerê PKK-ê yê içekdarî, jinên kurd jî ji ber tenûrê û tifikê derketin û bi girseyî daketin qada micadeleya siyasî û serîhildana kurdan ya netewî.
A xêra vê beşdariya jinan e ku kurd îro li bakur û li rojava ji her demê bêtir nêzî azadiya xwe bûne.
Heger jinên kurd bi vî rengê kîtlewî tevî xebata siaysî, micadele û şoreşa netewî nebûna, kurd nuha di rewşeke pir paşdatir û pir xerabtir da bûn.
Di civata ku di nabêna jin û mêran da wekhevî heye û jin jî bi qasî mêran azad in û bi qasî mêran xwedî hukim û desthilat in pêşketin çêdibe.
Ji bo ku miletê kurd rojekê berî rojekê ji bindestiyê azad bibe, dibê jin jî wek mêran di her warî da beşdarî xebatê û şoreşê bibin. Ev yek ewê azadiya kurdan zûtir û nêzîktir bike…
Di vê roja 8-ê Adarê ya jinan da ricayeke min ji hemû jinên kurd, ji hemû dayik û xweşkên kurd heye; ziman, ziman, ziman...
Bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin.
Di civîn û sohbetên xwe da bi kurdî bipeyivin, guh nedin siyasetmedarên kurdînezan, wan biqewirînin, ji wan axaftina bi kurdî bixwazin…
Careke din 8-ê Adarê li we hemü jinên û dayikên kurd pîroz dikim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE