28 februari 2013

Tirsonekî malxerabî ye



Dema cesaret û hêz bigihîjin hev dikane dinyayê bihejîne, tu kes, tu artêş nikane li hemberî wê bisekine.
Lê gava cesaret tunebe, ne hêz û ne jî zîrekî pênc pera nake…
Kurd miletekî cesûr e, ji kesî natirsin, heger bitirsiyana heta nuha li ser nigan nediman, wek gelek miletên din nuha ew jî heliyabûn û bûbûn, ereb, faris û tirk.
Dibê nuha jî kurd ji tu kesî û ji tu dewltê netirsin, saeta bitirsin û siyaseteke tirsonek bimeşînin ewê wenda bikin.
Cesaret, desthilanîn tim baş e, fereca xêrê ye.
Çawa ku mêrê tirsoneke nikane bi sîngên gewr û boz şa bibe, siyasetmedarê tirsonek jî nikane bi ser keve û bigihîje armanca xwe.
Miletê tirsonek nikane bibe xwedî dewlet. Ji bo dewletbûnê, bi qasî hêzê cesaret jî lazim e.


XXX
Hukûmeta AKP-ê him xwedêgiravî bi Ocalan û PKK-ê ra "hevdîtinên aştiyê" didomîne û him jî bi şiklekî bênabên Qendîlê û çiya û baniyên Kurdistanê bombebaran dike. Di vê bombebarana dawî da 4 zarokên kurd yên din jî kuştine.
Û qaşo maşo hevdîtinên aştiyê tên kirin(!)
Heger PKK-ê eynî tişt kiriba, bi tirk li wir bimînin, nuha kurdan qiyamet rakiribûn û kevir û kuçik li PKK-ê barandibûn.
Lê kes ji Erdogan ra nabêje , tu çima balafiran dişînî ser Qendîlê û zarokên kurdan dikujî?
Te xêr e, ka qaşo tu aştiyê dixwazî?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE