14 februari 2013

Ji qahra kurdan ji tirkîtiyê îstîfa kir...


Nivîskarê rojnameya Hurrîyetê Ertugrul Ozkokê mahcirê Balkanan, gotiye ew ji “tirkîtiyê îstîfa dike”.
Ozkok bi hêrseke mezin gotiye, “ Ji îro û pêve ew dev ji tirkîtiya xwe berdide û êdî ew hemwelatiyekî Tirkiyê yê bêaîdîyet e, yanî bêkok û bêesil e”.
Ozkok, sebebê vê qehra xwe bi rexneyên di mesela kurd da lê tên girtin ve girê daye û gotiye, “ez ji tirkîtiyê îstîfa dikim ji ber ku rê li ber çareserkirina mesela kurd vekim.”
Tu dibêjî qey efendî berê tirk bûye, nuha jê “îstîfa” dike? Kurro tu ne tirk î ku tu bikanibî jê îstîfa bikî.
Ji bo ku meriv ji partiyekê îsîfa bike dibê meriv endam be û ji bo ku ji mensûbîyeta miletekî “îstîfa” bike, dibê meriv ji wî miletî be. Tu ya boşnak î, ya arnawit î ya jî bulgar î. Çi têkiliya te bi tirkan heye?
Lê Ozkok li gel vê qehra xwe, zeytkirina dewletê jî ji bîr nekiriye û gotiye, “ew wek mahcirekî ji Balkanan hat Tirkiyê û ew li vî welatî wek tirkekî bextewar jiya û dijî.”
Ozkok, ji “ tirkîtiya” xwe îstîfa dike nake ew karê wî ye. Lê ya xerab, ew dixwaze kurd jî, kurdekî bi nav û deng jî wek wî ji kurdîtiya xwe îstîfa bike.
Serîhildana kurdan û daxwaza kurdan ya nasnameya xwe ya netewî wek her mahcirî, dûzana Ozkok jî xera kiriye û huzûrû wî revandiye.
Ji bo mahcirên Balkanan û Kafkasan înkarkirina eslê xwe û qebûlkirina tirkîtiyê pir hêsan e, ji ber ku wek mirovên mahcir, ew ji destpêkê da ji bo vê yekê hazir in, ew li dû rehetiya xwe ne.
Û loma jî dixwazin kurd jî weke wan, dev ji kurdayetiya xwe berdin, eslê xwe veşêrin û tirkïtiyê qebûl bikin.
Lê tiştê Ozkok û hemû mahcirên wek wî ji bîr dikin ew e ku kurd ne mahcir in û koçî welatê tu kesî nekirine. Ew li ser axa xwe dijîn û doza azadî û serxwebûna xwe dikin. Loma jî kurd ewê tu carî wek Ozkok ji kurdayetiya xwe “îstîfa” nekin; ewê kurdayetiya xwe di qanûnan da tescîl bikin, bi dewleta tirk bidin qebûlkirin..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE