27 februari 2013

Heta ku Erdogan bibêje "yek milet" çaresrî çîrok e


Erdogan, bi çavê mahciran li gerîlayên PKK-ê dinêre. Di axaftina xwe ya îro da ji bo bepirsiyar û gerîlayên PKK-ê gotiye, yên di sûc negeriyabin(efendî hemûyan jî qebûl nake)heger bixwazin dikanin li WELATÊ ME bimînin.
Bala xwe bidinê mêrik nabêje dikanin vegerin welatê xwe, gotiye ”welatê me…”
Wek diyar e, mêrik bi çavên mahciran li kurdan dinêre. Li gorî wî, ew xwediyê Kurdistanê ye, lê zarokên kurdan, xwediyên Kurdistanê yên rastîn mahcir in, heger bixwazin, dikanin li welatê Erdoganê mahcirê Gurcîstanê bimînin.
Carê ev uslûb bi serê xwe heqaret e, pîskirina PKK-ê û kurda ye, dibê BDP, PKK, KCK û hemû kurdên din jî van heqeratan qebûl nekin, vê uslûba Erdogan pir sert rexne bikin. Ûheta ku Erdogan dev ji vê uslûba xweya lûmpen û qure bernede, dibê pê ra rûnenin.
Hevdîtin bi vê uslûbê ra nabe. Yê bixwaze bi raqibê xwe ra li hev bike, wiha napeyive.
Esas axaftina Erdogan ya îro bi giştî sosiret e û naveroka siyaseta hukûmetê nîşanî meriv dide.
Ji vê axaftina Erdogan meriv fêm dike ku nêta hukûmetê dana tu mafan tuneye, nêt û armanc, xapandine û lîstik e.
Erdogan, li hemberî gotinên Demirtaş, ”Kurd û tirk ne goşt û nenûk in. Emê bibin du gelên wek hev.” xwe gelkî aciz kiriye û gotiye:
” Heger hûn li vî welatî bibêjin du gelên xwediyên heman mafan ev cudakarî ye. Dibê hûn bibêjin ”goşt û nenûk.”
Yanî mêrik carê wekheviya tirk û kurdan qebûl nake, daxwazeke wiha wek cudakariyê dibîne.
Û ne ev tenê jî. Erdogan di vê axaftina xwe da jî dîsa yek yekîn xwe dubare kiriye û gotiye:
”Me her tim got, em nuha jî dibêjin. Me got yek milet, me got yek al, me got yek welat, me got yek dewlet…”
Yanî mêrik hîn hebûna kurdan qebûl nake, dibêje ” yek milet”. Û navê wî milet jî miletê tirk e.
Yanî ”çareserîya” Erdogan dibêje, ”yek milet e, yek al e, yek welat e û yek dewlet e.”
Erdogan zimên di nava ”yekên” xwe da najmêre, lê viya bi zanetî nake. Çimkî gava dibêje ”yek milet”, ev di eynî wextê da ”yek ziman e” jî.
Û ji xwe loma jî perwerdeya bi kurdî jî qebûl nake, dibêje perwerdeya bi kurdî ewê Tirkyê perçe bike. Qebûkirina perwerdeya bi kurdî, qebûlkirina du miletan e jî. Loma jî Erdogan perwerdeya bi kurdî qebûl nake.
Li ser pirsa berdana girtiyên di destê PKK-ê da Erdogan gotiye, ”Dewleta Komara Tirkiyê bazara vî îşî nake. Dibê ez viya jî pir vekirî zell bibêjim.”
Netîce, tiştê ku meriv ji hemû van gotinên Erdogan fêm dike, hukûmet PKK-ê dixapîne û wextê qezenc dike, bazariya tu mafan pê ra nake, dixwaze şertên xwe pê bide qebûlkirin.
Heta ku Erdogan biböje, "yek milet, yek al, yek welat û yek dewlet.”, çareserî derewe e, çîrokek vala ye...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE