11 februari 2013

Bira îcar jî Karl Marx were alîkariya min


Karl Marx, di pêşgotina Rexnekirina Ekonomî Polîtîkê da teqrîben wiha gotiye:
”Însan, di hebûna xwe ya civakî da bi hev ra dikevin têkiliyeke hilberînê ya mecbûrî, ya ku ne girêdayî îradeya wan e. Ev têkiliyên hilberînê, teqabulî dereceya pêşketina hêza wan ya hilberînê ya maddî dike.
Hilberîna jiyana madî, bi giştî şikil dide pêvajoya jiyana civakî, siyasî û entellektuelî.
Tiştê ku hebûna însanan tayin dike, ne zanîna(hişê) wan e, bi eksê wê, tiştê ku zanîna wan tayin dike, hebûna wan ya civakî ye.”
Ez zanim ne wergereke tam û baş e, lê teqrîben wiha ye. Yanî Karl Marx dibêje, tiştê ku şikil dide fikir û dîtinên însên yên civakî û siyasî, hebûna jiyana însa ya madî ye; bawerî, fikir û hestên însan li gorî erd û av, şert û mercên însan tê da dijî şikil û reng digre.
Yanî ronakbîr û siyasetmedarên kurd yên ku li Stenbolê, li Anqerê, li Dîdimê, Çeşmeyê û Aywalikê di nava tirkan da dijîn û di her warî da bîst û çar saetan tirkîtiyê tenefus dikin, bi dîtina min nikanin bibin xwediyê dîtin û siyaseteke netewî û li gorî rastiya kurdan.
Dema meriv her roj li Kurdistanê zulm û çavsoriya leşker, pûlis, tank û panzerên dewletê bi çavên serê xwe nebîne, wê bindestiyê nejî, meriv nikane xwe ji tesîra ”tirkîyetiyê” xelas bike û bibe siyasetmedar û ronakbîrê evîndarê Kurdistaneke serbixwe…

XXX
Heger dewleta tirk bifikiriya ku bi PKK-ê û BDP-ê ra rûne û mesela kurd bi riya siyasî û diyalogê çareser bike, ewê çeteyên ereb organîze nekira û neşanda ser bajarê Serêkaniyê.
Heta ku hukûmeta AKP-ê bajarê Ceylanpinarê li hemberî kurdên rojava wek merkezeke lojîstîk ya çeteyan bikar bîne û her roj bi sedan çeteyên ereb bişîne ser kurdên rojava, li bakur hemû beyanên derbarê çareseriyê da tenê demagojî û virên xapaninê ne.
Roja ku Erdogan dev ji dijminatiya xwe ya kurdên rojava berda û çete neşandin ser kurdên rojava, a wê demê meriv dikane bawer bike ku hukûmet di gotinên xwe da piçekî samîmî ye…
Pîvana samîmîyeta Erdogan siyaseta wî ya li hemberî kurdên rojava ye, Serêkaniyê ye...

XXX
Rast e, meriv li Stenbolê bijî û li Bosporenê(Bogazê) binêre meriv nikane mesela kurd û derdê kurdan fêhm bike...
Bêjan Matûrê, di malpera Rûdawê da dest bi nivîskariyê kiriye. Belkî wê nivîsa jiyana xwe ya herî xweş û herî manîdar nivîsîye.
Ji bo ku Matûrê biryara xwe daye ewê ji îro û pê da di ”taximekî” kurdan da jî lîstikê biceribîne kêfa min hat. Belkî di pêşerojê da dev ji lîstikvaniya di ”taximên xelkê” da berde û bi temamî bibe lîstikvaneka taximê miletê xwe…
Çimkî wek yê her miletî, hêdî hêdî ”taximekî fotbolê” yê netewî yê kurdan jî çêdibe. Loma jî dibê lîstikvanên vî taximê netewî jî hebin…

XXX
-Însan carê tê dinyayê, wek camêra bijî hatina carê têr dike.
Joe E. Lewis

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE