28 februari 2013

Tirsonekî malxerabî ye



Dema cesaret û hêz bigihîjin hev dikane dinyayê bihejîne, tu kes, tu artêş nikane li hemberî wê bisekine.
Lê gava cesaret tunebe, ne hêz û ne jî zîrekî pênc pera nake…
Kurd miletekî cesûr e, ji kesî natirsin, heger bitirsiyana heta nuha li ser nigan nediman, wek gelek miletên din nuha ew jî heliyabûn û bûbûn, ereb, faris û tirk.
Dibê nuha jî kurd ji tu kesî û ji tu dewltê netirsin, saeta bitirsin û siyaseteke tirsonek bimeşînin ewê wenda bikin.
Cesaret, desthilanîn tim baş e, fereca xêrê ye.
Çawa ku mêrê tirsoneke nikane bi sîngên gewr û boz şa bibe, siyasetmedarê tirsonek jî nikane bi ser keve û bigihîje armanca xwe.
Miletê tirsonek nikane bibe xwedî dewlet. Ji bo dewletbûnê, bi qasî hêzê cesaret jî lazim e.


XXX
Hukûmeta AKP-ê him xwedêgiravî bi Ocalan û PKK-ê ra "hevdîtinên aştiyê" didomîne û him jî bi şiklekî bênabên Qendîlê û çiya û baniyên Kurdistanê bombebaran dike. Di vê bombebarana dawî da 4 zarokên kurd yên din jî kuştine.
Û qaşo maşo hevdîtinên aştiyê tên kirin(!)
Heger PKK-ê eynî tişt kiriba, bi tirk li wir bimînin, nuha kurdan qiyamet rakiribûn û kevir û kuçik li PKK-ê barandibûn.
Lê kes ji Erdogan ra nabêje , tu çima balafiran dişînî ser Qendîlê û zarokên kurdan dikujî?
Te xêr e, ka qaşo tu aştiyê dixwazî?

27 februari 2013

Heta ku Erdogan bibêje "yek milet" çaresrî çîrok e


Erdogan, bi çavê mahciran li gerîlayên PKK-ê dinêre. Di axaftina xwe ya îro da ji bo bepirsiyar û gerîlayên PKK-ê gotiye, yên di sûc negeriyabin(efendî hemûyan jî qebûl nake)heger bixwazin dikanin li WELATÊ ME bimînin.
Bala xwe bidinê mêrik nabêje dikanin vegerin welatê xwe, gotiye ”welatê me…”
Wek diyar e, mêrik bi çavên mahciran li kurdan dinêre. Li gorî wî, ew xwediyê Kurdistanê ye, lê zarokên kurdan, xwediyên Kurdistanê yên rastîn mahcir in, heger bixwazin, dikanin li welatê Erdoganê mahcirê Gurcîstanê bimînin.
Carê ev uslûb bi serê xwe heqaret e, pîskirina PKK-ê û kurda ye, dibê BDP, PKK, KCK û hemû kurdên din jî van heqeratan qebûl nekin, vê uslûba Erdogan pir sert rexne bikin. Ûheta ku Erdogan dev ji vê uslûba xweya lûmpen û qure bernede, dibê pê ra rûnenin.
Hevdîtin bi vê uslûbê ra nabe. Yê bixwaze bi raqibê xwe ra li hev bike, wiha napeyive.
Esas axaftina Erdogan ya îro bi giştî sosiret e û naveroka siyaseta hukûmetê nîşanî meriv dide.
Ji vê axaftina Erdogan meriv fêm dike ku nêta hukûmetê dana tu mafan tuneye, nêt û armanc, xapandine û lîstik e.
Erdogan, li hemberî gotinên Demirtaş, ”Kurd û tirk ne goşt û nenûk in. Emê bibin du gelên wek hev.” xwe gelkî aciz kiriye û gotiye:
” Heger hûn li vî welatî bibêjin du gelên xwediyên heman mafan ev cudakarî ye. Dibê hûn bibêjin ”goşt û nenûk.”
Yanî mêrik carê wekheviya tirk û kurdan qebûl nake, daxwazeke wiha wek cudakariyê dibîne.
Û ne ev tenê jî. Erdogan di vê axaftina xwe da jî dîsa yek yekîn xwe dubare kiriye û gotiye:
”Me her tim got, em nuha jî dibêjin. Me got yek milet, me got yek al, me got yek welat, me got yek dewlet…”
Yanî mêrik hîn hebûna kurdan qebûl nake, dibêje ” yek milet”. Û navê wî milet jî miletê tirk e.
Yanî ”çareserîya” Erdogan dibêje, ”yek milet e, yek al e, yek welat e û yek dewlet e.”
Erdogan zimên di nava ”yekên” xwe da najmêre, lê viya bi zanetî nake. Çimkî gava dibêje ”yek milet”, ev di eynî wextê da ”yek ziman e” jî.
Û ji xwe loma jî perwerdeya bi kurdî jî qebûl nake, dibêje perwerdeya bi kurdî ewê Tirkyê perçe bike. Qebûkirina perwerdeya bi kurdî, qebûlkirina du miletan e jî. Loma jî Erdogan perwerdeya bi kurdî qebûl nake.
Li ser pirsa berdana girtiyên di destê PKK-ê da Erdogan gotiye, ”Dewleta Komara Tirkiyê bazara vî îşî nake. Dibê ez viya jî pir vekirî zell bibêjim.”
Netîce, tiştê ku meriv ji hemû van gotinên Erdogan fêm dike, hukûmet PKK-ê dixapîne û wextê qezenc dike, bazariya tu mafan pê ra nake, dixwaze şertên xwe pê bide qebûlkirin.
Heta ku Erdogan biböje, "yek milet, yek al, yek welat û yek dewlet.”, çareserî derewe e, çîrokek vala ye...



26 februari 2013

Em û tirk êdî nikanin bi hev ra bijîn


Du roj berê 9 leşkerên kurd li 12-emîn Tugaya Mekanîze ya Agiriyê rastî êrîşa fermandar û leşkeran hatin û hemû jî giran birîndar kirin.
Li gorî îfadeya leşkerên kurd, komek leşkerên tirk dora wan digrin û ji wan ra dibêjin hûn kurd terorîst in.
Li ser vê, leşkerên kurd diçin giliyê leşkerên tirk bi qumandaran dikin. Lê qumandar ji dêlî ku bi kesên êrîşkar da bixeyidin, ew û leşkerên êrîşkar bi hev ra êrîşî leşkerên kurd dikin û hemûyan bi kêr û daran û birîndar dikin, bi lêdanê nigên hinekan dişkînin.
Helbet ev ne bûyera pêşî ye, di artêşa tirk da li hmberî kurdan her roj êrîşên wiha dibin û salê bi sedan jî dikujin.
Ez tim dibêjim, em û tirk êdî nikanin bi hev ra bijîn, şert û hestên jiyana bi hev ra nemaye.
Tirk, li welatên xwe, li bajarên xwe, di artêş û zanîngehên xwe da êdî tehamulî kurdan nakin; gava bikanibin li kurdan dixin û lînc dikin.
Loma jî dibê hedefa me kurdan veqetandina ji tirkan be û Kurdistaneke serbixwe be. Dibê kurd di warê siyasî, fikrî û rûhî da xwe wisa perwerde bikin, tim vê fikrê û vê hedefê bidin gel.

XXX
Ji Dalai Lama pirsîn gotin, tiştê herî bêtir te matmayî dihêle şi ye?
Dalai Lama got:
”Însan e. Însan, ji bo ku pera qezanc bike siheta xwe dike qurban. Dû ra jî pereyên xwe dike qurban, ji bo ku siheta xwe paş da bîne. Dû ra jî ji bo pêsserojê endîşe pê digre ji ber ku nikane ji nuha feydeyê bibîne. Netîceya wê jî dibe ew ne nuha dijî û ne jî pêşerojê. Wisa djiî ku tu dibêjî ewê qet nemire, lê dû ra dimre, bêyî ku bi rastî jiya be…”

25 februari 2013

Erdogan dîsa dest bi fortên "em nahêlin" kir


Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, gotiye yekîtiye Sûriyê ji bo wan gelkî muhîm e û dû ra jî wiha domandiye:

”Tiştên li Îraqê qewimî em naxwazin li Sûriyê jî biqewime. Em wek Tirkiye nikanin ji hebûneke mîna Bakurê Sûriyê ra misaade bikin. Tiştekî wiha selahiyet û mafên cihê dide me. Û dibê kes jî destûrê nede tişekî wiha…”

Yanî tiştê ku çend sal berê ji bo kurdên başûr digot, nuha ji bo kurdên rojava dibêje; efendim Tirkiye ewê nehêle li Sûriyê jî ” Bakurê Sûriyê çê bibe” û kurdên wir jî wek kurdên başûr bibin xwedî statuyeke siyasî.

Erdogan di vê beyana xwe da dev ji demagojiya PYD-ê û PKK-ê berdaye û rasterast gotiye, ew qebûl nakin ku kurd li Sûriyê azad bibin û bibin xwedî desthilat. Ji ber ku Edogan heta nuha gelek caran hebûna PYD û PKK-ê dikir mahneya fêsadî û midaxeleyên xwe. Lê îcar mêrik vekirî gotiye, em nahêlin kurd li Sûriyê jî wek li Îraqê bigihîjin hin mafan.

Yanî camêr siyaseta dewlewt û hukûmeta xwe pir vekirî diyar dike, dibêje siyaseta li hemberî kurdên başûr(kurdên Îraqê) meşandin, ewê li hemberî kurdên rojava(kurdên Sûriyê) jî bimeşînin.

Dibê hemû kurd, hemû partî û serokên kurdan van gotinên Erdogan wiha fêm bikin û li gorî wê tedbîrên xwe bigrin û gavan bavêjin.

Kesê ku bibêje ewê destûrê nedin kurd li welatekî din bigihîjin mafên xwe yên netewî û bibin xwedî desthilat, ewê çawa mafê kurdên xwe bide, çawa bi wan ra li hev bike?

Ev gotinên Erdogan jî nîşan didin ku hukûmeta AKP-ê hîn dev jiyaseta kemalîzmê ya înkar û îmhakirina kurdan bernedaye. Siyaset û hedefe Erdogan ya esasî hîn jî ew e ku li tu beşekî Kurdistanê, li tu weletekî cîranê Tirkiyê kurd ji bindestiyê xelas nebin û negihîjin mafên xwe yên netewî.

Lê ev, xeyaleke vala ye. Diyar e ku Erdogan siyasetmedarekî korfahm e. Heger ne korfahm bûya ewê ji siyaseta xwe ya Îraqê derz û tercubeyek bigirta. Lê negirtiye.

Li Îraqê siyaseta Erdogan çawa neçû serî û kurd dawiya dawî bi ser ketin, bêguman li Sûriyê jî ewê heman tişt bibe, Erdogan xwe biçirîne jî kurd ewê li Sûriyê jî mafên xwe yên netewî bidest xin û wek li başûr, bibin xwedî desthilat.

XXX

Bi baweriya min, heta ku kurdên bakurê Kurdistanê (kurdên Tirkiyê)nebin xwedî dewlet, ne tirk rehet dikin û ne jî kurd. Ji bo rehetkirina her du miletan jî dibê Kurdistan çê bibe…





24 februari 2013

Dibê kurd li dijî vê uslûba serokwezîr derkevin



Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, li ser hevdîtinên bi Îmraliyê ra daxuyaniyek daye medyayê û gotiye, ”divê sîleh bêdeng bibin û bi bêdengkirina sîlehan ra jî divê terorîst welatê ”me” biterikînin.”
Nuha bi xwediyê vê uslûba qure, qebedayî, kîndar û mişt heqaret ra merivê çawa bikanibe bipeyive û aştiyê çê bike?
Tu dibêjî qey mahcirê ji Gurcîstanê kurdan ji mala bavê xwe diqewitîne.
Mêrik bi xwe mahcirekî tevliheve, lê Kurdistanê wek welatê xwe dibîne û ji kurdan ra dibêje ji ”welatê min” derkevin!
Carê kesê ku bixwaze bi muxalifê xwe ra li hev bike, aştiyê pêk bîne, uslûbeke wiha tu carî bikar nayne.
Dibê PKK, BDP û Ocalan û hemû kurdên din vê uslûbê û van gotinên heqaretwarî û bêedeb qebûl nekin.
Dibê tu kes nikanibe bi vî zimanî kurdan ji welatê wan biqewitîne. Ev welat yê kurda ye, ne yê mahcirên ji Kafkasan û Blakanan e. Heger hinekên ji Kurdistanê biteqizin û herin hebin, ne kurd in, mahcirên ku welatê me îşxal kirine, dibê ew ji welatê me derkevin…

XXX
Îro li Stockholmê dîsa rojeke pir xweş heye. Ez û Hêvî xanim piştî xurîniyê me we baş jidand û em derketin gerra xwe ya der û dora gola me.
Li kêlek golê, di nava berfê da me xwe bera ser kursiyekê da û xwe da ber rojê.
Meriv bi salan li welatekî bimîne, pir hindik meriv di hin waran da ya wek wan dibe ya jî hin tiştan wek wa dike.
Swêdî gava xwe didin ber rojê, wek mirîşkan çavên xwe digrin. Min bala xwe dayê xanimê jî li kêlek min wek mirêşkan çavê xwe girtiye…
Me bîstekê wek mirîşkan, çavên xwe girt û xwe da hinîşkan…
Ê dinya wiha ye, li cîhanê tiştek wek xwe namîne, ne tişt mişt tenê, însan jî diguherin, êdî kurd jî gava xwe didin ber rojê wek mirêşkan çavên xwe digrin…

XXX
Li gorî xwezayê hemû însan yek in, însan însan e. Lê belê di praktîkê da ji hev gelkî cuda dibin. Hin însan bi rastî însan in, lê hin jî dişibin maran, hin dişibin guran, hin dişibin rûviyan û hin jî dişibin kûçikan; kî hestiyekî zêde bavêje ji ber wan da, diçin li ber deriyê wan dikevin...


XXX
Mêrik ji hevalê xwe ra got, wa ye îro dinya ewr e, hevalê wî lê rabû, got,” te ji min ra got qaz !”
Mêrik her çiqas got heyran, weleh min ji te ra negot tu ”qaz î”, min got îro dinya ewr e, lê pere nekir, hevalê wî tim di ya xwe da israr kir. Got îro dinya ewr e tê maneya tu ji min ra dibêjî ”qaz”! Gava dinya ewr be baran dibare, baran bibare dibe gol û di golê da jî qaz ajnê dikin. Yanî te ji min ragot ”qaz”!
Xortên rexnegirên min jî ji min radibêjin, te ji me ra gotiye ”qaz”!

23 februari 2013

Keda me bi avê da neçûye


Di nivîsa xwe ya vê sibehê da min gotibû ku ez diçim civîna ”Konferansa Kurd li Swêdê - îmkan û astengî.” Konferans ji alî Federasyona Komeleyên Kurditanê û rêxistineke swêdî ve hatibû organîzekirin.
Salon dîsa tije bû û li gorî civînên kurdan yên din, îcar hejmara jinan ji peyan zêdetir bû. Ji xwe li Swêd jinên kurd li gorî zilaman ez bawer dikim serkeftîtir û aktîftir in.
Tema konferansê, dîroka Federasyona Komeleyên Kurditanê û ya kurdên Swêd, astengî û îmkanên li pêş kurdan bû. Yanî konfrans hinekî jî li ser dîroka min ya li Swêd bû. Çimkî ez jî fîgurekî vê dîrokê me.
Di sala 1980-î da dema em hin kurd ji ber terora dewleta Tirk reviyan û hatin Swêd rewş çi bû, me çi kir, çi zahmetî kişand û ji zarok û neviyên xwe ra çi mîrat li pey hîşt?
Sosyolog Osman Aytar, bi kinî û bi rengekî kronolojîk û gelkî xweşik qala vê dîroka kurdên Swêd û kesên di vê dîrokê da rol lîstine û tesîr lê kirine kir.
Dema dîrok bi çavê alim û lêkonenerekî tê analîzkirin û tê da qala meriv û rola meriv jî tê kirin û meriv wek fîlmekê li vê dîrokê temaşe dike, meriv wê demê bi ked û xebata xwe dihese.
Heta nuha li ser dîroka kurdên Swêd bêyî hin xebatên Rohat Alakom, tu lêkolîn nehatiye kirin. Osman Aytar, bi vê xebata xwe gaveke pir hêja avêtiye û ez hêvî dikim ku ew, vê xebta xwe wek berhemekê pêşkêşî kurdan bike. Min ev dîtina xwe ji wî bi xwe ra jî got.
Civîneke pir bi sûd û pir xweş bû. Ev cara pêşî bû ku bi rengekî wiha berfireh me li zarokên xwe guhdarî dikir, me guh dida fikir û ramanên wan û hestên wan yên derbarê Kurdistanê û Swêdda fêr dibûn.
Zarokên me yên ku 4-5 salî bûn dema hatin vir ya jî li vir hatine dinê, îro hemû entegreyî civata Swêd bûne, bûne xwedî statu û îmkan, bi sedan bûne siyasetmedar, nivîskar û hunermend. Û ew jî wek dê û bavên xwe ji bo welatên xwe dişewitin û dixebitin.
Li gorî texmînan li Swêd di nabêna 80-100 hezar kurd hene. A ji nava vê grûba diyaspora kurd ya biçûk îro 7 kurd(4 jin û 3 peya)di meclîsa Swêd da ne. Ev yek bi serê xwe nîşan dide ku kurdên Swêd li gel hemû astengyan jî, li gorî grûbên din yên biyanî baş entegreyî civatê bûne û di civata Swêd da xwedî îmkan û desthilat in.
Dema meriv dibîne ku zarokên meriv li welatekî xerîb biserketine û dilê wan jî ji bo Kurdistaneka azad lêdixe, meriv gelkî dilşad û bextewar dibe.
Ez îro bi guhdarîkirina sosyolog Osman Aytar û psîkolog Mîna Sedem û zarokên kurdan gelkî dilşa û bextewar bûm.

Kurd bêdewlet nabin



Ez li ser rê me dikim herim ”Konferansa- Kurd li Swêdê - îmkan û astengî”. Konferans ji alî Federasyona Komeleyên Kurditanê û rêxistineke swêdî ve tê çêkirin.
Her hefte eynî tişt e, miheqeq civînek du civîn hene. Meriv diweste. Li Stockholmê ev 32 sal in hema hema her tim wiha ye.
Tiştê ez dizanim bêdewletî kerasekî ji êgir, him ruhê meriv û him jî bedena meriv diperitîne. Ji bo ku wek xelk û alemê em kurd jî bibin xwedî dewlet ev 40 sal in ez xwe perçe dikim, ji vê civînê direvim wê civînê. Heger dewleta me kurdan jî hebûya bawer bikin minê xwe hewqas newestanda. Wek swêdiyan minê jî ji xwe ra kêf bikira. Lê gava ez bala xwe didim halê kurdan yê perîşan û vê rewşa bindest, ûjdanê min qebûl nake tenê li kêf û rehetiya xwe bifikirim.
Helbet yê diwesta ne ez tenê me, bi milyonan kurd hezar qatî ji min bêtir fedekariyê dikin û xwe diwestînin, serê salan e li serê çiyan û di zindana da ne. Ev bedel, ked û fedekarî bemû ji bo ku em kurdjî wek xelkê bibin xwedî dewlet.
Me hinekî berbî hev aniye, lê hîn pir maye. Neyar û kurdên bêxîret û pûlperest pir in, nahêlin em zû û bi rehetî bibin xwedî dewlet. Mêrikan ji me bêtir û ji me baştir dixebitin. Yê me tenê bawerî û fedekarî ye, lê yê wan pere jî têda heye, perê dewletê pir e, bi comerdî belav dike.
Min bêhemdî kulên dilê xwe tevrakir, ezê dereng bimînim, dibê ez rabim û bi rêkevim.
De heta êvarî bi xatirê we…

XXX
Li bajarê Hatayê nijadperestên tirk di destên wan da ala tirk û êrîşî ser kongreya rêxistina bajêr ya BDP-ê kirine. Bi seda kesên faşsît xwestine kurdên beşdarî kongreyê bûne lînc bikin.
Pir vekirî ye, tirk êdî naxwazin kurdan li bajarên xwe bibînin. Dibê kurd êdî vê rastiyê bibînin û qebûl bikin. Ne rast e ku meriv li welatê xelkê û li bajarên xelkê bi zor bimîne.
Em û tirk di warê rûhî da, di dilda êdî ji hev qut bûne, cebara vê qutbûnê pir û pir zor e. Ya rast ew e ku her kes bi gelê xwe ra li welatê xwe bijî. Dibê kurd dev ji fikir û xeyala jiyana bi tirkan ra berdin û berê xwe bidin welatê xwe. Çare ev e. Heta ku kurd nebin xwedî dewlet û desthilat ev mesela çareser nabe…

21 februari 2013

Roja zimanê dayikê û girîngiya zimên




Ji sala 1999-a û virda ye 21-ê sibatê ji alî UNESCO-yê ve li cîhanê wek roja ”zimanê dayikê” tê pîrozkirin.
Bi vê minasebetê îro kurdan jî gelek nivîs li ser giringiya zimanê dayikê nivîsîn.

Di nabêna hestê(hisê)netewî û zimên da têkilî û girêdaneke pir xurt heye. Bi riya zimên, meriv kultur, muzîk, edebiyat, zargotin û dîroka gelê xwe nas dike. Bi riya zimên hestê meriv yê netewî xurt û geş dibe û bi pêş dikeve.

Loma jî heger em dixwazin di meju û dilê kurdan da hestên netewî xurt û zînde bimîne, dibê em zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin. Zimanê me beşekî qerekterê me ya netewî ye, yê ku me û miletên din ji hev digerîne. Gava em vî beşê qerekterê xwe yê netewî wenda bikin, wek milet em jî dikevin riya tunebûnê.

Kurdê naxwaze bihele û bibe tirk, dibê bi kurdî bizanibe û heger nizanibe dibê fêr bibe.

Kurdê nizane bi kurdî bipeyive, bixwîne û binivîse ne kurdekî temam e, wek merivekî seqet e…

XXX
Bi munasebeta roja zimanê dayikê
Mirina zimanekî mirina miletekî ye. Heger em kurd naxwazin wek milet bimrin, dibê em nehêlin zimanê me bimire.

Ji bo ku zimanê me nemire, dibê em wî fêrî zarokên xwe bikin. Zimanê ku ji cîlekî/nifşekî dewrî çîlekî/nifşekî din nebe mahkûmî mirinê ye. Mirin û zindîmana zimanê me di destê me da ye.

Kurdino, werin bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, kurdî fêr bibin, bi kurdî bixwînin û binivîsin, ji bo ku em wek milet wenda nebin

XXX
Zimanekî mukemel bide min, ez ji te ra miletekî mezin teşkîl bikim
/// Leibniz

XXX
Gotineke Voltaire ya gelkî xweş heye, dibêje, ”tu artêş(ordî) nikane li hemberî fikra wexta wê hetibe raweste.”

Lê tirk hewil didin ku fikir û daxwaza azadiyê di dilê kurdan da vemrîne. Ev, hewildaneke beyhûde ye…

20 februari 2013

Kurd ewê azad bibin !



Miletê kurd ewê bigihîje azadiya xwe, ji bo dîtina wê rojê hindik maye. Serokwezîr Erdogan çi bike jî nikane rê li ber azadbûna kurdan bigre. Dema bindedtiyê êdî qediya. Lê belê kurdan heta nuha bedelekî pir mezin dan. Qey ew jî ji ber meziniya doza wan e...
XXX
Xwezî ev aqil di xortaniyê da jî di serê min da hebûya. Erê nuha jî ne tu jahreke zêdeye, lê axirê ji yê dema xortaniyê hebekî baştir e.

XXX
Derew mexsûsî însan e ye, hin kes bi devkî û hin kes jî bi nivîskî baştir û xweştir derewan dikin. Ji ber ku derew jî sineteke. Û wek hosteyên her sinetî, di sinetê derewan da jî hosteyên baş û yên xerab, hosteyên biçûk û yên mezin hene. Û hin kes jî şahê virekan e...

XXX
Hin însan wek kûçikên malan, ji ber deriyê hogir bûnê venaqetin.
/// DOSTOYEVSKİ

Ji bo ku meriv tiştekî fêr bibe, dibê meriv jê hez bike. Hezkirin destpêka fêrbûnê ye. Loma jî meriv ji çi hez bike meriv wiya fêr dibe.
Hin însan ji bindestiyê hez dikin, loma jî hevalbendiyê bi dijmin ra dikin; aqilmendiya dijmin dikin.

19 februari 2013

Hin çepên tirk dikirana beleyake mezin bianîna serê kurdan



Kesên di heyeta HDK-ê da do piştî 9 saet hesarmana li Sînopê ji lîçnkirinê xelas bûn. Li ser navê heyetê Onder got, ewê ji ber van êrîşan dev ji gera xwe ya herêma Derya Reş bernedin û ewê rêwîtiya xwe bidomînin.
Bi baeriya min HDK û BDP tiştekî şaş dikin û li bela xwe digerin. Do li Sînopê bi zor ji mirinê xelas bûn, lê li bajarekî din dikanin xelas nebin. Loma jî dibê dev ji vê ”mîvaniya” bi zorê berdin. Gava çivat li dijî meriv be ne rast e ku meriv bi zor xwe li ser xelkê ferz bike. Gelê Derya Reş nuha naxwaze û ne amadeye ku li kurdan guhdarî bike. Loma jî heta ku şert û merçên guhdarîkirinê çênebin dibê BDP û HDK dev ji vê şova xwe ya tahlûke berdin.
Tu kareke kurdan di vê gerê da tuneye, lê dikane zirareke pir mezin bibînin.

XXX
Wey mala Xwedê ava be, heyeta HDK-ê gera xwe ya herêma Derya Reş nîvçe birî. Piştî ku endamên heyetê do li Sînopê û îro jî li Samsûnê marûzî êrîşan hatin, mecbûr man ku dev ji ”mîvanî û biratiya bi zorê” berdan û korpoşman vegerin Anqereyê.
Ez bawer dikm ev gera bêmane û vala ji kurdan bêtir, xeyalperestiya çepên tirka bû. Ew dixwazin bi ger û civînekê lazan îqna bikin û bînin ser riya rast. Bira kurd li wir bimînin, ez bawer nakim ku xwediyên vê projeyê bi xwe kanibin li bajarên xwe bi tenê bigerin .
Endamê HDK-ê Onder gotiye, ”Em naxwazin bi konvoya polîsan bigerin. Em dixwazin bi rengekî azad bi gel ra rûnin…”
Xeyal ne bi pera ye, wisa xuyaye Onder li Tirkiyê najî. Heger hinekî realîst bifikiriya ewê bizanîbûya ku herêma Derya Reş îro ji bo kurdan ne herêmeke ewle ye. Û dernediket vê macareyê. Lê jiyanê û realîteyê rastî zû pê da qebûlkirin û ew vegerand mala wî. Û Xwedê kir ku belayek nanîn serê kurdan.
XXX
Hin kes bêyî ku têra xwe bifikirin û xwe biwestînin û serê xwe baş biêşînin xwe li tiştan radikşînin. Lê dû ra hesabê Anqerê û yê Samsûnê hevûdu nagre û dibêjin, riya me ajot heta Samsûnê, îcar nebû carek dinê…
Bi Xwedê careke dinê jî eynî netîce ye. Dev ji lazan berdin, laz berê jî û nuha jî nabin dostên kurdan. Ji ber ku ji hevîrê lazan ra gelek av lazim e…

XXX
Tirk, bi pişopişo kirinê û bi şelafiyan nerm nabin û welatê me nadin me. Kurdistan ne bi zeytkirin û pişopişokirinê, bi siyaseteke rast xelas dibe.

XXX
Însan ne li gorî tercûbeyên xwe, li gorî dersên ji tercûbeyên xwe digrin kaml in.
BERNARD SHAW

18 februari 2013

Verin dev ji van firldaqan berdin !

Serokwezîr Erdogan dîsa eynî vegotina û eynî demagojiya xwe dubare kiriye. Ji bo ku kurd nebêjin em kurd in û kurdpewer in, gotiye:
”Di vê merheleyê da dibê kes bi kurdayetiyê dernekeve hemberî me, kes bira bi tirkîtiyê jî dernekeve hemberî me. Em îktîdareke wiha ne ku me her babetê netewerestiyê girtiye binê nigê xwe. Ji neteweperestiya vala ra na. Hûn dizanin di neteweperestiya/mîlîyetçîtiya me da çi heye? Welatperwerî heye. Mirovperwerî heye. Hevalbendiya feqîr û fuqareyan, ya bêkesan heye.”
Camêr nizane çi dibêje, li aliyekî dibêje, ”wî tirkîtî girtiye binê nigê xwe”, lê li aliyê din jî dibêje, ”di miliyetçîtiya wan da welatperwerî û mirovperwerî heye”.
Tu dibêjî qey di ”neteweperweriya/milîyetçîtiye” kurdan da ”welatnefretî û mirovnefretî ” heye.
Mesele çi ye hûn dizanin, ji bo ku kurd li kurdayetiya xwe, li ziman û kultura xwe xwedî dernekevin, nebêjin em kurdperwer in û doza mafên xwe yên netewî nekin, demagojiya xwedêgiravî neparastina îdeolojiya tirtkîtiyê dike. Lê ne wisa ye, Erdogan jî bi kêmanî bi qasî Bahçelî û Baykal mîlîyetçî ye û ji xwe di axaftina xwe da wî bi xwe jî gotiye.
Yê Erdogan dewleta wî heye, her tiştê wî heye, loma jî pir rehet dibêje bira kes bi ”tirkîtiyê û kurdayetiyê” dernekve hemberî me.
Lê dewleta wî, meclîsa wî, ala wî, zimanê wî, artêşa wî welhasil her tiştê wî tirk e û ya tirka ye. Û ji kurdan ra jî dibê ”kurdayetiyê” nekin.
Ê heger bi rastî jî hûn ne panturkîst in, wê demê çima hûn dibêjin dibê li Tirkiyê ”yek dewlet, yek milet, yek al û yek ziman” hebe?
Netîce, vana hemû gotinên vala û demagojî ye, armanc xapandina kurdan û serîlêgerandin e. Ya rast ew e ku hûn dev ji van taktîkên basît berdin û wek camêran mefê kurdan bidin û xelas, her kes li mala xwe…

XXX
Heyeta Kongreya Gelan ya Demokratîk,(HDK) di roja duyem ya ziyreta xwe da piştî Çorûmê îro jî çû Sînopê.
Lê li Sînopê heyeta HDK-ê marûzî êrîşa grûbek faşîst û nîjadperestên tirk hat û grûbê xwest bi darê zorê têkeve avahiya heyet têda û endamên heyetê lînc bikin.
Gelê herêma Derya Reş, bi nefreteke pir mezin li dijî kurda ye û her tim, gava fersend dîtine xwestine kurdan lînc bikin. Lê kurdên me nizanim bi çi aqilî, bûne ”kevokên aştiyê” û dixwazin gelê herêma Derya Reş nerm bikin.
Heyran, ev yek ne karê we ye, karê tirkan û hukûmetê ye, dibê ew însanên xwe îqna bikin. Dibê meriv xwe nexe vî halî û hewqasî jî merûzî heqaretê neke.
Bi rêwîtî û civînên wiha tirk nabin dostên me û dev ji nîjadperestiya we bernadin.
Meriv di vîdeoyan da dibîne ku hukûmetê tu tedbîr negirtiye, bi zanetî gurên xwe yên har ajotine ser endamên heyetê. Pûlisan li êrîşkaran temaşe dikir.
Heger li Kurdistanê kurdan li hemberî heyeteke tirk wiha bikira, pûlisan ewê dinya xera bikira, ewê bi sedan însan seqet bikirana. Lê ji ber ku êrîşkar tirk in û êrîşî kurdan dikin, loma jî wan heta derekê serbest berdidin.

17 februari 2013

Berhemên kurdî ji wendabûnê xelas dibin



Îro li Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî civîna li ser xebata dîgîtalîzekirina arşîva kurdî hebû. Wek her tim, helbet di vê berf û tozanê da ez çûm civînê.
Êdî wiha bûye ku her rojên dawiya hefteyan miheqeq çend civîn û carnan jî şînek hene. Yanî êdî meriv hesrete rojeke dawiya hefteyê li mal be û îsrehet bike.
Ev demeke dirêj e mamoste Rifat Sefalî bi alikariya hin xebatkarên "Platforma Neteweyî" (www.netewe.com) li ser amadekirina arşîveke kurdî dixebite.
Li gorî agahiya hatiye belavkirin, vê gavê ev xebat bi giranî li ser arşîvkirina kitêb, belge, kovar û rojnameyên kurdên bakur û yên dîasporayê ye.
Ji ber ku erebeya min tuneye û riya min jî ji Kitêbxaneyê hinekî dûr e, loma jî ez îro 6 deqîqeyan dereng gihîştim Kitêbxaneyê.
Min di dilê xwe da digot, ez kurdan nas dikim, nuha hîn kes nehatiye. Lê îcar kurdan ez matmayî hîştim; him civînê dest pê kiribû û him jî di salona Kitêbxaneyê da ciyê rûniştinê tunebû.
Ez bawer dikim ev cara pêşî bû ku civîneke kurdan tam di wexta xwe da dest pê kiribû.
Axirê bi zor û hinekî jî bi xêra temen û riya xwe ya spî, min ji xwe ra ciyekî rûniştinê bi dest xist.
Diyar bû ku kurdên Stockholmê îcar gelkî qîmet dabûn vê civînê û loma jî milet him di wextê da hatibû û him jî salon tije bûbû.
Rifat Sefalî û hevalên pê ra ji gelê xwe ra dest bi karekî pir hêja û pir pêwîst kirine. Meriv çuqasî spasî wan bike hindik e. Hêviya meriv ew e ku ev kar berdewam be û hemû nebe jî piraniya belge û berhemên kurdan yên herî girîng werin dîgîtalîzkirin.
Heger ev xebat hinekî din jî berfirehtir bibe, êdî piraniya kovar, rojname, kitêb, program û destûrên rêxistin û partiyan û gelek tiştên din, ewê di înternetê da li ber destê her kesî bin. Êdî ewê ne hewce be ku meriv li ba şexs û kitêbxaneyan bi pey belge û berheman keve.
Di civînê da jî hat gotin, ji bo ku ev kar nîvçe nemîne, berdewam û berfirehtir bibe dibê ev xebat ji fedekariyên şexsî derkeve û bi rengekî profesyonel were kirin û ji bo vî karî dezgehek were avakirin.
Lê wek destpêk tiştê hatiye kirin pir hêjaye û ez li vir careke din hemû kesên bi vî karî rabûne pîroz dikim û dibêjim hezar carî mala wean ava.
Min li wir jî ji wan ra got, bi xêra vê xebata wan, ezê bikanibim bi sedan nivîsên xwe yên di gelek kovar û rojnameyan da hene ji mirin û wendabûnê xelas bikim û belkî rojekê ji rojan kanibim biweşînim.



16 februari 2013

Dûpişk*


Dewleta tirk wek dûpişkê ye, tu carî nikane xwe ji daxwaz û hisê zirardan û neyartiya kurdan xelas bike. Ji ber ku ev yek, wek dûpişkê di tebîeta dewleta tirk da heye; dibê her tim û di her haletî da xerabiyê bi kurdan bike û zirarê bide kurdan.
Dûpişk îro Erdogan e, sibe dikane yekî din be, lê tebîeta dewleta tirk her eynî ye; dibê her tim dijminatiya kurdan bike.
Helbet ez viya ji bo Tirkiyê tenê nabêjim, hemû neyarên me, Îran, Sûriye û Îraq jî dûpişk in, ew jî tu carî me efû nakin.
Lê Tirkiye îro dûpişka herî bi jahrî ye. Kurd çi lava bikin, çi çêyiyê pê bikin jî qet ferq nake, gava fersendê bibîne ewê bi kurdan vede û hemû jahriya xwe di wan da valeke û dûpişkiya xwe îspat bike.
Siyasetmedarê kurd yê ku vî qerekterê, vî tebîetê dewleta tirk nizanibe pir nezan e û mahkûmî xapandinê ye…
Ji min gotin…

*Dûpişk:akrep

XXX
Li Kobanê li ba kurdekî belgeya fîtnekariya Tirkyê ya Kurdistana rojava hat girtin. Di belgeyê da xuya dibe ku di dawiya sala 2012-a da hukûmetê li Ruhayê civînek çêkiriye û di vê civînê da biryar hatiye girtin ku dibê deriyên sînor ji bo derbasbûna çeteyan û çekên wan vekirî bin û li Kurdistana rojava tugay û tabûrên çekdar werin avakirin.
Yanî ji bo ku li Sûriyê kurd nebin xwedî statuyeke siyasî, ji bo ku rê li ber azadî û serxwebûna kurdan were girtin, hukûmeta AKP-ê gelek palan û programên bi dizî çêkirine. Û ji xwe piştî civîna Ruhayê, dest pê kirin ji der û doran sûtal mûtalên kuçan top kirin û şandin ser kurdan.

XXX
Siya min girêdayî sekna min e.
-Îşareta mirinê ya pêşî jidayikbûyin e.
-Her tiştê ku heqîqet e ne rast e. Mesela derew .
-Ji bo ku meriv bigihîje fikirekê ji gelek fikran ra hewcedarî heye
-Di gotinê da kin, di fikir da fireh be.
- Merivên destpaqij jî fikrên wan ê qirêjî hene.
- Hemwelatî çiqasî biçûk bin, dewlet hewqasî mezin e.
-Di riyên xwaromaro ra jî meriv dikane bigihîje hedefa rast.


XXX
-Fikreke xerab dil qilêrî dike. Loma jî kesên fikirxerab di eynî wextê da kesên dilreş in.

Her tişt bi emrê Erdogan dibe


Hin kurd wisa bawer dikin ku sebebê ku hukûmeta Erdogan hêzên çete û qatilan dişîne ser kurdên Serêkaniyê ji ruyê PYD û YPG-ê da ye, heger ew li wir tunebûna Erdogan ewê çeteyên xwe neşanda ser kurdên Serêkaniyê, ew nedana kuştin, malên wan neda talankirin û destûr neda ku çete û qatil dest bavêjin namûsa kurdan.
Bi fikrê min ew dîtin û baweriya heger PYD û YPG tunebûna wiha nedibû ji kok da şaş e. PYD û YPG behane ye, Erdogan li dijî mafgirtina kurdên rojava ye, naxwaze kurdên rojava wek kurdên başûr bibin xwedî statuyeke siyasî.
Yanî Erdogan ji rezvan bêtir li dijî rez e, li dijî avabûna Kurdistanê û desthilata kurda ye.
Ji dêlî PYD-ê û YPG-ê, Huda-Par ya jî hêzeke kurd ya din jî li Serêkaniyê hebûya, Erdoganê ewê dîsa jî eynî tişt bikira. Ji ber ku ew ji partiyan bêtir, li dijî serkeftin û desthilata kurda ye.
Dîsa hin kurd di van êrîşan da qala Tirkiyê û dewletê dikin, dibêjin nizanim Tirkiyê çi kir, nizanim dewletê çi kir…
Ev gotin jî ne rast e, li Tirkiyê îro dewlet jî û hukûmet jî Erdogan e, ew wek paddîşahekî Osmaniyan Tirkiyê îdare dike. Tu kes, tu dahîre û tu dezgeh, tu wezaret bêyî destûr û emrê Erdogan nikane tu gavê bavêje, tu biryarê bigre. Her kes li devê Erdogan dinêre, ew çi emrî bide, her kes, bêyî îstîsna, mecbûr e wî emrî bicî bîne…
Ji ber ku Erdogan dixwaze çete êrîşê dibin ser kurdên Binxetê, gund, bajar û malên wan talan dikin. Saeta ku Erdogan bibêje STOP, kes nikane guleyekê jî bera kurdên Binxetê û Serêkaniyê bide. Dibê hemû kurd vê yekê baş bizanibin û rastiyê bincil nekin.

XXX
Îro rojbûna welatparêz û lehengê miletê kurd yê bi nav û deng Wedat Aydin e. Em hemû hevalên wî, vî lehengê kurd bi hurmeteke mezin bibîr tînin û dibîjim ewê tim di dilê me da bijî. Û gelek sipas ji bo Şefîk Oncu, ku ev roj bi bîra hemû dost û hevalên Wedat xist.

14 februari 2013

Ji bo roja evîndaran...



Ewrûpiyan ji bo xatirê keşe Valentîne yê katolîk îro, 14-ê sibatê kirine roja evîndaran.
Berê haya me kurdan ji tiştên wiha tunebû, lê nuha ji ber ku cîhan biçûk bûye, pir hindik ev roj di me jî geriya ye.
Nuha ez li ser vê rojê tiştekî nebêjim û guleke sor nedim xanima xwe, hemû jin û xortên kurd ewê ji min bixeyidin û bibêjin “ev çi paşdamayîtî ye?” Loma jî ezê êvarî bi qevdek gulên sor herim malê.
Gelî keç û xorrtên kurdan, gelî jinên kurd yên fedakar û qehreman, di roja evîndaran da evîna xwe ji evîndarên xwe û ji welat û zimanê xwe kêm nekin...

XXX
Ez we nizanim, lê belê ez bi xwe vê êvara ”roja evîndaran” bi qevdek laleyên sor, pakêtek çoklat û bi çend keksên dilîn hatim mal. Min qevdê laleyên sor, pakêta çokolata û keksên dilîn keremî Hêvî xanimê kirin û got, ”roja te ya evîndaran pîroz be!”
Hemû jinên kurd layiqî gulan e…

XXX
Îro rojbûna welatparêz û lehengê miletê kurd yê bi nav û deng Wedat Aydin e. Em hemû hevalên wî, vî lehengê kurd bi hurmeteke mezin bibîr tînin û dibêjim ewê tim di dilê me da bijî. Û gelek sipas ji bo Şefîk Oncu, ku ev roj bi bîra hemû dost û hevalên Wedat xist.

Ji qahra kurdan ji tirkîtiyê îstîfa kir...


Nivîskarê rojnameya Hurrîyetê Ertugrul Ozkokê mahcirê Balkanan, gotiye ew ji “tirkîtiyê îstîfa dike”.
Ozkok bi hêrseke mezin gotiye, “ Ji îro û pêve ew dev ji tirkîtiya xwe berdide û êdî ew hemwelatiyekî Tirkiyê yê bêaîdîyet e, yanî bêkok û bêesil e”.
Ozkok, sebebê vê qehra xwe bi rexneyên di mesela kurd da lê tên girtin ve girê daye û gotiye, “ez ji tirkîtiyê îstîfa dikim ji ber ku rê li ber çareserkirina mesela kurd vekim.”
Tu dibêjî qey efendî berê tirk bûye, nuha jê “îstîfa” dike? Kurro tu ne tirk î ku tu bikanibî jê îstîfa bikî.
Ji bo ku meriv ji partiyekê îsîfa bike dibê meriv endam be û ji bo ku ji mensûbîyeta miletekî “îstîfa” bike, dibê meriv ji wî miletî be. Tu ya boşnak î, ya arnawit î ya jî bulgar î. Çi têkiliya te bi tirkan heye?
Lê Ozkok li gel vê qehra xwe, zeytkirina dewletê jî ji bîr nekiriye û gotiye, “ew wek mahcirekî ji Balkanan hat Tirkiyê û ew li vî welatî wek tirkekî bextewar jiya û dijî.”
Ozkok, ji “ tirkîtiya” xwe îstîfa dike nake ew karê wî ye. Lê ya xerab, ew dixwaze kurd jî, kurdekî bi nav û deng jî wek wî ji kurdîtiya xwe îstîfa bike.
Serîhildana kurdan û daxwaza kurdan ya nasnameya xwe ya netewî wek her mahcirî, dûzana Ozkok jî xera kiriye û huzûrû wî revandiye.
Ji bo mahcirên Balkanan û Kafkasan înkarkirina eslê xwe û qebûlkirina tirkîtiyê pir hêsan e, ji ber ku wek mirovên mahcir, ew ji destpêkê da ji bo vê yekê hazir in, ew li dû rehetiya xwe ne.
Û loma jî dixwazin kurd jî weke wan, dev ji kurdayetiya xwe berdin, eslê xwe veşêrin û tirkïtiyê qebûl bikin.
Lê tiştê Ozkok û hemû mahcirên wek wî ji bîr dikin ew e ku kurd ne mahcir in û koçî welatê tu kesî nekirine. Ew li ser axa xwe dijîn û doza azadî û serxwebûna xwe dikin. Loma jî kurd ewê tu carî wek Ozkok ji kurdayetiya xwe “îstîfa” nekin; ewê kurdayetiya xwe di qanûnan da tescîl bikin, bi dewleta tirk bidin qebûlkirin..

13 februari 2013

Şemsedîn Samî jî ne tirk derket!



Serokwezîrê Albanyayê Salî Berîşa, ji Tirkiyê gorra Şemsedîn Samî Beg(1850-1904) û serê waliyê Yanyayê Tepedelenlî Alî Paşa(1744-1822) xwestiye.
Şemsedîn Samî Beg, nivîskarê ferhenga tirkî ya pêşî ”Kamûs-i Tirkî” û ansîklopediya tirkî ya pêşî ”Kamusul Alem” e.
Wa ye ew jî ne tirk e, alban e.
Wek tê zanîn, di ”Kamûsî Tirki”(1901) ya Şemsedîn Samî da navê Kurdistanê û coxrafya Kurdistanê heye, lê navê Tirkiyê tuneye. Navê Tirkiyê di salên 1920-a da hat îcadkirin.
Yaho ji van tirkan jî qet tiştek sadir nebûye, tu însan ji wan derneketine. Di dîroka Osmaniyan da çiqas merivên meşhûr, çiqas nivîskar, şair, edîb, mîmar hebûne, yek jî n tirk e, hemû jî xerîb in. Ji nivîskarê wan yê netewî Namik Kemal, bigre heta bi mîmarê wan yê herî mezin Mîmar Sînan, şairê sirûda netewî Mehmet Akîf Ersoy, Nazim Hîkmet, Orhan Kemal, Yahya Kemal û bi sedan kesên din hemû jî xerîb in.
Yanî nivîskarê ferheng û ansîklopediya wan ya pêşî, nivîskarê sirûda wan ya netewî, nivîskarê romana wan ya pêşî, şairên wan yên herî mezin hemû xerîb in. Ev yek ji bo sînemayê, operayê, tiyatroyê, rojname yê, matbayê jî wiha ye, di van sinet û huneran da jî tirkek tuneye, hemû xerîb in.
Di dîroka Osmaniyan(1299-1923) ya 600 salî da yek kesê tirk jî nebûye wezîrê ezam(serokwezîr). Di vê dîroka 600 salî da tam 44 ”wezîrê ezam”(serokwezîr)kuştin. Hinekên wan celadan li ser kursiyê destê xwe kirin gewriya wan û xeniqandin, hinek bidarda kirin û hinek jî celadan serên wan firandin...
Piştî avabûna Komara Tirkiyê jî rewşe nehat guhertin, tiştek ji tirkan sadir nebû. Ji Ataturkê wan bigre, heta bi Înonu, Karabekir, Cebesoy, Orbay, Ziya Kokalp û bi sedan kesên din, yek jî ne tirk e, hemû jî ji qewmên din in.
Yanî ji tirkan bi xwe di dîrokê da di tu warî da tu carî kesekî xwedî marîfet, kesekî meşhûr derneketiye.
Lê kanîbûne miletên din bihelînin û bikin tirk.

XXX
Malpera Nefelê, xebera wefata M. Îhsan Şener daye. Xeber daye lê çawa?
Fena ku yek siniyek goşt û birinc bide ber meriv û tepikekî rêxê(sergînekî) jî bide ser.
Nefelê di xeberê da gotiye, ”Li gor Kurdinfoyê, malbata şeneran malbateka welatperêz e…”
Ancax meriv hewqasî cilq û bêedeb dibe. Meriv ya xeberê nade, ya jî wek meriv û însanan dide.
Yanî nuha Arif Zêrevan nizane ku malbata Îhsan Şener welatparêz e ya na?
Yanî Nefel bi xwe nabêje, ”li gorî Kurdînfoyê” ew malbateke welatparêz e…
Ma ne şerm e meriv ji bo kurdekî ku meriv nas dike zimanekî hewqsî bêhurmet bikar bîne?
Ez bi vê bêhurmetiya Nefelê pir aciz bûm.






12 februari 2013

Îcar jî tirk dixwazin Afrîkayê îşxal bikin



Tirk mabûn, wa ye ew jî wek qertelên beratan êrîşê dibin ser Afrîkayê, bermayiyên ji ber keftarên ewrûpiyan mane, îcar ew dixwazin talan bikin.
Bûrjuwaziyê tirk di talankirina welatên Afrîkayê da dereng maye, loma jî ji heywanên dirinde wek keftaran bi dewletê ra êrîşê dibin ser Afrîkayê, ew jî dixwazin para xwe ji Afrîkayê bigrin.
Ev demeke serokwezîr Erdogan wek ku merivekî pir xêrxwazê Afrîkayê be pir qala Afrîkayê û Afrîkiyan dike. Min texmîn dikir ku hîleyek tê heye, Erdogan ji xêrê ra pesnê afrîkiyan nade û Sûdanê nade.
Nuha derket ortê, îcar tirkan çavên xwe bera dewlemendî, erd û ava Afrîkayê dane, îcar ew dixwazin wek ”emperyalîstên” nuh yên derengmayî Afrîkayê talan bikin.
Wezareta Ziraet û Heywancîtiyê ji Sûdanê 5 milyon donim erd(zevî)ji bo 99 salan kirê kiriye. Di nabêna Tirkiyê û Sûdanê da di 3-ê gulana 2012-an da ev peyman hatiye îmzekirin.
Di xeberê da nabêje ji bo 99 salan kirêkirina hewqas erd gelo çuqas pere dane?
Ez bawer nakim peymaneke adil be, miheqeq wan jî wek ewrûpiyan çend siyasetmedar û brokratên sûdanî bi çend quriş bertîl ”xapandine” û deryayek zevî bi buhayekî pir hindik ji bo 99 salan ji wan stendine.
Mudûriyeta Karên Zîraetê, piştî xebateke 4 mehan, ji zeviyên Sûdanê yên herî berhemdar numûne anîye Tirkiyê û tahlîl kiriye.
Li gorî xebera Hasan Bozkurt ya di rojnameya Bugunê da, şîrketên tirk yên mezin ewê ji nuha û pêva him hemû hewcedariyên Tirkiyê û him jî ji bo derve li Sûdanê çandiniyê bikin.
Li 5 herêmên Sûdanê yên cihê, bi qasî du qatê zeviyên TÎGEM-ê (Mudûriyeta Giştî ya Karên Zîraetê)yên li Tirkiyê, hukûmeta Sûdanê ji bo 99 salan bi kirê daye Tirkiyê.
Şîrketên tirk yên mezin ewê herin li Sûdanê çiftligên pir mezin ava bikin û di van çiftiligan da ewê bizir, zebze û fêkî hilberînin û dû ra jî bifroşin bazarên Asyayê û Afrîkayê.
Yanî ewê donê sûdaniyan di serê wan bidin û 99 salan jî welatê wan talan bikin û miletê wan jî ji xwe ra belaş bidin xebirandin.

XXX
Hin kes hene ne ji defê ra dibin û ne jî ji zurnê ra, ne mêşan ji xwe diqewitînin û ne jî ji hevalên xwe, kesên wiha tunebin jî dibe...

XXX
Hin kes hene pir bêxîret in, tu carî xîçikekî jî navêjin ji dijmin da, dijmin tiliya xwe di çavê wan ra dike, gav û saetê li wan û li zarokên wan siwar dibe, li welatê wan, wan li erdê vedigevizîne, lê dîsa jî xwe ji dijmin naqeherînin, dîsa jî bi dilşadî û serbilindî bi dijmin ra rûdin û kar û xebatê pê ra dikin.
Kesê ku ji neyarê xwe neqehere ne tu meriv e...

XXX
-Her tiştê tu dizanî nebêje, lê belê her tiş tu dibêjî bizane.

11 februari 2013

Ez dibêjim ev pîşikê Tirkiyê ye

Îro li deriyê Cîlvegozê ya Hatayê teqîneke mezin pêk hat. Li gorî xeberên di medya sosyal da di teqînê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 30 kesî jî birîndar bûn.
Piştî teqînê li Tirkiyê di medyayê de dîsa speklasyonan dest pê kir. Wek her tim, dîsa dest bi dezînformasyonê û buhtana, PYD dikane li piştî êrîşê be kirin.
Hin zilam û propagandîstên hukûmetê jî dibêjin, ya rejîma Sûrî ye ya jî PYD ye.
Lê kes nabêje ya jî newêre bibêje, dikane Tirkiye li piştî êrîşê be. Bi baweriya min bêyî Tirkiyê ne kesekî din e, kê kiribe jî miheqeq Tirkiye li pişt e. Ji ber ku îro tenê Tirkiye bûyer û prowakasyoneke wiha dixwaze.
Sûrî û PYD tiştekî wiha nakin, ji ber ku tu kar û menfeeteke wan tê tuneye. Bi kuştina çend kesên siwîl ewê çi bidest xin ku?
Sûriye, bi tu hawî naxwaze Tirkiyê tahrîk bike û pê ra têkve herbê. Cepheya li hemberî Sûriyê têra Sûriyê dike. Tu sebeb tuneye ku Sûriye bixwaze cepheya li hemberî xwe firehtir bike.
Ev yek ji bo PYD-ê jî wiha ye. PYD, berê bi çeteyên ereb û Tirkiyê ra di nava şerekî mezin da ye. Ji bo çi ewê rabe çend sivîlan bikuje? Ji ber ku bûyereke wiha belasebeb nayê kirin, dibê sebebekî wê hebe. Bi tiştekî wiha dibê PYD tiştekî bidest xîne. Lê tiştekî wiha tuneye.
Carê PYD naxwaze bi Tirkiyê ra were hemberî hev. Loma jî îdîa PYD-ê kiriye tenê vir e û buhtan e.
Lê Tirkiye ji bo ku mudaxaleyî Sûriyê bike û beşekî Kurdistana rojava têxe bin kontrola xwe û çeteyên xwe li wan deveran bicî bike li hincetan digere.
Loma jî ji îhtîmala Sûriyê û PYD-êbêtir, îhtîmala tiliya Tirkiyê di teqînê da heye gelkî zêde ye.
Tirkiye, bi provaksyonên wiha dixwaze Natoyê û Emerîkayê îqna bike, bibêje mêze, êrîşî me dikin, ji bo ku bûyerên wiha dubare nebin, dibê em zû mudaxele bikin.

Bira îcar jî Karl Marx were alîkariya min


Karl Marx, di pêşgotina Rexnekirina Ekonomî Polîtîkê da teqrîben wiha gotiye:
”Însan, di hebûna xwe ya civakî da bi hev ra dikevin têkiliyeke hilberînê ya mecbûrî, ya ku ne girêdayî îradeya wan e. Ev têkiliyên hilberînê, teqabulî dereceya pêşketina hêza wan ya hilberînê ya maddî dike.
Hilberîna jiyana madî, bi giştî şikil dide pêvajoya jiyana civakî, siyasî û entellektuelî.
Tiştê ku hebûna însanan tayin dike, ne zanîna(hişê) wan e, bi eksê wê, tiştê ku zanîna wan tayin dike, hebûna wan ya civakî ye.”
Ez zanim ne wergereke tam û baş e, lê teqrîben wiha ye. Yanî Karl Marx dibêje, tiştê ku şikil dide fikir û dîtinên însên yên civakî û siyasî, hebûna jiyana însa ya madî ye; bawerî, fikir û hestên însan li gorî erd û av, şert û mercên însan tê da dijî şikil û reng digre.
Yanî ronakbîr û siyasetmedarên kurd yên ku li Stenbolê, li Anqerê, li Dîdimê, Çeşmeyê û Aywalikê di nava tirkan da dijîn û di her warî da bîst û çar saetan tirkîtiyê tenefus dikin, bi dîtina min nikanin bibin xwediyê dîtin û siyaseteke netewî û li gorî rastiya kurdan.
Dema meriv her roj li Kurdistanê zulm û çavsoriya leşker, pûlis, tank û panzerên dewletê bi çavên serê xwe nebîne, wê bindestiyê nejî, meriv nikane xwe ji tesîra ”tirkîyetiyê” xelas bike û bibe siyasetmedar û ronakbîrê evîndarê Kurdistaneke serbixwe…

XXX
Heger dewleta tirk bifikiriya ku bi PKK-ê û BDP-ê ra rûne û mesela kurd bi riya siyasî û diyalogê çareser bike, ewê çeteyên ereb organîze nekira û neşanda ser bajarê Serêkaniyê.
Heta ku hukûmeta AKP-ê bajarê Ceylanpinarê li hemberî kurdên rojava wek merkezeke lojîstîk ya çeteyan bikar bîne û her roj bi sedan çeteyên ereb bişîne ser kurdên rojava, li bakur hemû beyanên derbarê çareseriyê da tenê demagojî û virên xapaninê ne.
Roja ku Erdogan dev ji dijminatiya xwe ya kurdên rojava berda û çete neşandin ser kurdên rojava, a wê demê meriv dikane bawer bike ku hukûmet di gotinên xwe da piçekî samîmî ye…
Pîvana samîmîyeta Erdogan siyaseta wî ya li hemberî kurdên rojava ye, Serêkaniyê ye...

XXX
Rast e, meriv li Stenbolê bijî û li Bosporenê(Bogazê) binêre meriv nikane mesela kurd û derdê kurdan fêhm bike...
Bêjan Matûrê, di malpera Rûdawê da dest bi nivîskariyê kiriye. Belkî wê nivîsa jiyana xwe ya herî xweş û herî manîdar nivîsîye.
Ji bo ku Matûrê biryara xwe daye ewê ji îro û pê da di ”taximekî” kurdan da jî lîstikê biceribîne kêfa min hat. Belkî di pêşerojê da dev ji lîstikvaniya di ”taximên xelkê” da berde û bi temamî bibe lîstikvaneka taximê miletê xwe…
Çimkî wek yê her miletî, hêdî hêdî ”taximekî fotbolê” yê netewî yê kurdan jî çêdibe. Loma jî dibê lîstikvanên vî taximê netewî jî hebin…

XXX
-Însan carê tê dinyayê, wek camêra bijî hatina carê têr dike.
Joe E. Lewis

10 februari 2013

Xwdiyê vî zimanê kîndar ne li pey çareseriyeke siyasî ye




Xwedêgiravî hukûmeta AKP-ê dibêje ku ew bi Ocalan û PKK-ê ra didin û distînin û hevdîtinan dikin. Lê gava meriv bala xwe dide axatin û gotinên serokwezîr Erdogan, yên di heqê kurdên dost û hevalbendên û PKK-ê da meriv fêm dike ku hemû tiştên li ser ”aştiyê” û çareserkirina mesela kurd tên gotin vir in.
Erdogan do li Stenbolê di axaftina xwe ya li Merkeza Kongreya Halîcê da derbarê PKK-ê û kurdên dîasporayê da dîsa xwîn verşiya û gotinên pir giran kirin û xwest ku welatên Ewrûpayê rê nede xabatên kurdan yên demokratîk û hemûyan teslîmî Tirkiyê bikin.
Erdogan wih got:
”Hin welatên Ewrûpayê canîyên har yên ku bi bultena sor li wan tên gerandin diparêzin. Serokên rêxistina terorê li kuçe û kolanên Ewrûpayê destên xwe li ba dikin û digerinû ji dûr va rêxistina xwe îdare dikin.Li orta Berlînê di çandireke ku rismê serokê rêxistina terorê pêva bidardaye pere top dibe.Bi milyonan Ewro ji wir diçe ji rêxistina terorê ya cudaxwaz ra. Mîlîtanên ku li Tirkiyê qetil kirine di dadgehan da bi xweşbînî tên dadgehkirin û cezayên komîk digrin û dû ra tên berdan.”
Wek hûn jî dibînin, ziman zimanekî pir dijminaneye, axaftin ji serî heta dawî mişt kîn, nefret û heqaret e. Mêrik nikane tehamul bike ku kurd li Ewrûpayê jî bibin xwedî rêxistin, komele û xebateke demokratîk bimeşînin. Mêrik dixwaze ku welatên Ewrûpayê jî wek Tirkiyê destûrê nedin kurdên dostên PKK-ê, wan bigrin, bi cezayên giran ceza bikin û dû ra jî teslîmî Tirkiyê bikin.
Nuha xwedêhebînî, kesê ku bi rastî bixwaze bi PKK-ê û serokê wê ra li hev bike cara tiştekî wiha dixwae, cara wiha dipeyive?
Ev ziman, zimanê dijminnatiyê û zimanê şerxwziyê ye. Kesê ku zimanekî hewqasî dijminane bikar bîne ne mimkûn e ku bi PKK-ê ra li pey lihevkirinê û çareseriyê be.
Ev ziman û gotinên Erdogan nîşan dide ku Erdogan bi PKK-ê rane li pey lihevkirin û peymaneke aştiyê ye, ew hîn jî li pey girtin, cezakirin û kuştinê ye. Ew, bi heraret û şîdeke pir mezin li pey qedandina PKK-ê ye, loma jî hewqasî tije kîneke bêsînor û nefret e.
Kurdên ku ji Erdogan bi riyeke aştiyane hêviya çareseriya mesela kurd dikin şaş in, xwe dixapînin. Erdogan hîn jî ji çareseriyeke siyasî bêtir li pey serkeftineke leşkerî ye.

09 februari 2013

Kurd bûn xwediyên du berhemên hêja


Îro li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê civîneke gelkî hêja hebû. Civîn li ser nasnandina du kitêbên rastnivîsîna kurmancî bû. Amadekar û nivîskarên her du kitêban Malmîsanij û Mistefa Aydogan li ser her du kitêban agaharî dan kesên guhdar.
Ji kitêban yek, Rêbera Rastnivîsînê, ji alî Mistefa Aydogan ve hatiye amadekirin. Û kitêba din jî, Ji bo rastnivîsînê Ferhenga Kurdî, di bin redaktoriya Malmîsanij da ji alî Mistefa Aydogan, Mahmûd Lewendî, Zana Farqînî, Newzad Hirorî, Husên Kartal, Remzî Kerîm, M. Emîn Narozî û Reşo Zîlan ve hatiye amadekirin.
Her du kitêb jî ji bo kurdan û nivîskarên kurd wek dermanê çavên kul in.
Di civînê da jî min got, di dawiya salên 1980-î de dema me li Stockholmê rojnameya Armanc derdixist, min di yek du nivîsên xwe da qala pêwîstiya gramer, ferheng û rêbereke rastnivîsînê kiribû û gotibû, dibê miheqeq zimanzanên kurd vî karî rojekê berî rojekê bikin.
Piştî 20-25 salan be jî va ye di vî warî da ji alî Mistefa Aydaogan û hevelên din ve gaveke wiha hatiye avêtin. Yanî ew xeyala min piştî salan be jî birast geriya.
Ji bo ku ev her du berhemên hêja li ziman, edebiyat û kitêbxaneya kurdî zêde kirin, ez sipasî hemû hevalên beşdarî vê xebatê bûne dikim û dibêjim mala wan hezar carî avabe.
Bêyî agahdariyên li ser kitêban Malmîsanij, li ser beşên kurdî yên li zanêngehên Kurdistanê û bi taybetî jî li zanîngeha Mêrdînê ya Artûkluyê hin agahdariyên hêja da.
Civîneke pir bi sûd bû.

XXX
Hasan Bîldîrîcî li ser Ocalan nivîseke balkêş nivîsandiye. Di dereke nivîsa xwe da dibêje:
”Serokên berê yên ku ji Ocalan bi herarettir serxwebûna Kurdistanê diparastin nuha bûne bilbilên medya tirk. Tu beyaneke wan ya ne di eleyhê PKK-ê û Ocalan da di çapemeniya Tirk da cîh nagre.
Bîldîrîcî pir rast gotiye. Esas dibê meriv li ser wan serokên berê yên kun Kurdistana serbixwe, yekbûyî û sosyalîst ji devê wan nediket gelek tiştên din jî bibêje. Dibê kurd û cîlên nuh bizanibin ew do çi bûn û çi digotin û îro çi ne, çi dibêjin û li bak ê ne?

XXX
Ji saet 21.00 virda ye ez li ber vê bêxwediya kompîtorê didim û naxebite. Ez nizanim derdê wê çi ye. Ev çend şev in tim vê serhişkiyê dike. Dibêje girêdana Internetê tuneye. Lê dawiya dawî wek kuçê koran here li beytikê keve, min pê li derekê kir û ji min ra got here modemê bigre û nizanim çi û çi bike belkî bixebite. Min jî wer kir û ji nişkave xebitî. Lê ez behicandim.
Min bi xwe ji dewleta tirk şik dikir, min digot miheqeq tilya wan tê heye. Ji ber ku ji xerabî were serê kurdan li gorî min miheqeq tiliya tirkan jî tê heye.
Lê tiliya wan tê hebe jî wa ye min zora wan bir, xerabiya wan ma ji wan ra, wan dîsa wenda kir û ez jî biser ketim.
Malmîsanij nuh ji welêt hatiye. Êvarî ez û wî çûn aşxana Enwer Qerexan, me xwarineke bi lezet û şerabeke xweş vexwar. Û bîstekê jî qala derdê kurdan û tirkan kir. Li gorî dîtina me herduyan jî hukûmeta AKP-ê hîn li pey xapandinê û xerabiyê ye, nêta wan ne paqij e. Xwedê bike kurdên me bi şiyar bin û neyên lîstika Erdoganê gurcî.
Min dixwest îşev hinekî qala vê şevbêrka xwe bikim, lê wa ye dereng e, hema hewqas têr dike û şev baş ji we nemûyan ra…

XXX
-Kesê zanîna wî hindik e û pir dipeyive, dişibe kesê perê wî tuneye û pir xerc dike

XXX
Sebebê perçebûn û bibdestiya me coxrafya me ye.

06 februari 2013

Yên deyndar tirk in




Gava meriv deynê xwe ji deyndarê xwe bixwaze meriv wek pepûkan hustuyê xwe xwar nake; meriv wek mêran heqê xwe dixwaze, dibêje bira, ka deynê xwe bide!
Yê ku dibê hustuyê xwexwar bike û bike heyran û qurban yê deyndar e; ji ber ku ew neheq e û deynê xwe nedaye.
Gava siyasetmedarên me jî heqê xwe ji tirkan dixwazin, ne wek kesên xwedî heq, lê wek kesên deyndar, li ber tirkan digirin, hustuyê xwe xwar dikin û ji Erdogan efendî ra dikin pişopişo...
Ev ne rast e, yên deydar û neheq Erdogan û dewleta tirk e, loma jî dibê ne em, ew li ber me bigerin û bikin pişopişo…
Çimkî ew deyndarên me ne, wan heqê me xwariye û loma jî dibê zimanê wan ji yê me kêntir be. Dibê em vê yekê bi bîra wan xin...
XXX
Do bi şev probleke şîrketa min ya înternetê hebû, min kir nekir kompitora min nexebitî. Ez bawer dikim ev cara pêşîye seranserê şevê rastî gelşeke wiha têm. Carnan wiha dibû, lê piştî girtin û vekirina modemê ya jî bîstek nabên mesele çareser dibû. Lê îcar nebû.
Û loma, ez jî do bi şev hinekî zû û têr raketim. Ez bawer dikim carnan hewceye.
Muptelayiya tiştekî pir xerab e, gava ew tişt tunebe sebra meriv nayê, meriv di jiyana xwe da valayiyekê his dike.
Ji do bi şev da ye bi min wiha tê fena ku haya min ji dinyayê tunebe. Li gel ku do bi şev di telewîzyonan da min li xeberên kurdî, swêdî û tirkî jî temaşe kir ev his bi min ra çêbû…
XXX
Kurd di seranserê dîroka xwe ya trajîk da gelek caran têkçûn û lama jî welatê wan perçe bû û heta îro bindest man.
Lê dawiya dawî ew jî fêrî serkeftinê bûn. Dema cahiltiyê û têkçûnan derbas bû, êdî dem dema serkeftinê ye. Hevkarî û yekîtiya netewî serkeftin e.

XXX
Serokê CHP-ê yê berê Denîz Baykal gotiye,
”Ez nabêjim axaftina Birgul Xoceyê çewt e. Bi eksê wê ez difikirim ku rast gotiye.
Ji xwe ez jî wek Birgul Xoceyê difikirim.”
Ev gotinên Baykal tu kurdî matmayî nahêle. Belovacî wê, baweriya min ew e ku Baykal di heqê kurdan da ji Birgul xanimê gelkî xerabtir difikire. Her çiqasî ew ji xwe ra bibêje ”sosyaldemokrat”(!) jî lê di rastiyê da Baykal merivekî faşîst e û bi rehetî dikane bibe serokê MHP-ê jî.
Lê helbet ne Baykal tenê, mixabin piraniyeke mezin ya civata tirk wek Bîrgul xanimê difikire. Li gorî piraniya tirkan nabe ku kurd û tirk xwediyê heman mafan bin; dibê tirk axa û kurd jî xulam bin…

04 februari 2013

Ev lezandina Erdogan ne ji xêrê ra ye



Bêguman ji sebebên ji nuh ve destpêkirina hevdîtinên bi Abdulah Ocalan ra yek jî Erdogan êdî baş fêm kiriye ku ew tenê bi darê zorê û bi kuştinê nikane zora PKK-ê û kurdan bibe. Dibê hin riyên din jî bikar bînin û hin tawîzên biçûk yên taktîkî jî bidin.
Lê ez bawer dikim sebeb ne ev tenê ye, dibê hin sebebên din yên hîn girîngtir jî hebin.
Ji ber ku di hevdîtinên vê carê da tiştê bala meriv dikşîne lezandina hukûmetê ye. Bi qasî ku xuya dike hukûmet û dewlet ji rewşê û şêla Ocalan pir memnûn in û loma jî dixwazin rojekê berî rojekê PKK-ê û hêzên wê yên çekdar belav bikin.
Ez bi xwe hîn ne bawer im ku hukûmet amadeye ku wek li Kurdstana başûr, statuyeke siyasî ji bo kurdên bakur jî qebûl bike. Û ji xwe beyanên Erdogan jî sinyala vê yekê didin. Dibêje em tenê bazariya çekdanînê dikin. Û heta ku çek neyên danîn, em li ser tiştekî din napeyivin.
Yanî li ortê bazarî û muzakereya tu mafan tuneye…
Loma jî baweriya min hîn ew e ku hukûmet li dû xapandinê ye. Lê li alî din eceleyek wan jî heye. Îcar ev ecele çi ye û ji ber çi ye ez nizanim…
Ez hêvî dikim ku PKK, kes û hêzênn bi dewletê ra didin û distînin neyên lîstikê û xebat û micadeleya 30 salî nebe keda bersîs û bi avêdaneçe…

XXX
Napoleonê rahmetî generalekî pir jîr û biaqili bû. Di gelek waran da gelek gotên wî yên meşhûr hene. Li ser şer û herbê gotiye, ”Di herbê/cengê da exlaq tuneye.”
Kurd nuha bi dewleta tirk ra di cengê/herbê da ne. Dibê baş bizanin ku di cengê da exlaq tuneye Dibê meriv di cengê da her bêrxalaqiyê ji dijmin bipê…

XXX
-Dijminê biçûk û ne tahlûke tuneye, her dijmin mezin û tahlûke ye.
-Dijminê te gêrik be jî wî wek fîlekî bibîne û tu carî jî baweriya xwe pê neyne.
-Li hemberî dijminê xwe tim bi tedbîr be.
-Dijminekî dobre ji dostekî durû çêtir e.
Dijminên kurdan yek jî ne dobre ye, hemû jî bêbext û qeleş in...
Guran dora kurdan girtiye. Gur, heywanekî çavnebar û dirindeye. Dijminên kurdan jî ji cinsên guran e, çavnebar û dirinde ne. Dibê serokên kurdan bizanibin ku kesên ew pê ra kaban davêjin ne him û rûvî û him jî gur in....
Lê em mecbûr in bi guran ra bijîn...

XXX
-Bedewiya te pênc pera nake, heger ne ev evîna min be...
Aşik Veysel

XXX
Dostên rastîn wek stêrkan e, dema tarî wek konekî reş digre ser her derê, pêşiya pêşî ew xuya dikin.

PARVE BIKE