11 januari 2013

Gurên har dîsa dest bi êrîşên ser kurdan kirin


Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul ji miletê tirk ra gotiye, ji bo ”dawîlêanîna terorê” ew gelek riyên cuda diceribînin. Dibê gel ”baweriya xwe bi dewletê û bi berpirsiyarên dewletê bînin. Kî ewê çi bike diyar e.”
Bi van gotinan Gul dibêje ku hinek bi navê ”hevdîtinan” serî li meselê digerînin, dixapînin û hinek jî dikujin. Loma jî dibê tirk sakin bin, her tişt di bin kontrola wan da ye.
Ev demeke hêviya Gul û Erdogan bi girtin û kuştinê gelkî zêde bûye, wisa bawer dikin ku bi van manawrayên xapandinê û kuştinan ewê vê serîhildanan jî kurdan bişkînin. Lê ev xeyaleke beyhûdeye. Kurd bi girtin û kuştinê ne diqedin û ne jî dev ji doza azadiya xwe berdidin.
Ev hukûmet ne li pey qedandina PKK-ê tenê ye, ew li pey tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî ye. PKK hebe jî tunebe jî ev hukûmet naxwaze tu mafî bide miletê kurd, dibê hemû kurd vê rastiyê baş fêm bikin.

XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan jî qetlîama Parîsê ya sê jinên kurd bi cî û war xist hustuyê PKK-ê, got, ”ev şerekî wan yê navxwe ye.” Fena ku tirsa wî ji xwe hebe.
Dema meriv bala xwe dide gotinên Çelîk, Erdogan û nivîsên medya tirk, baweriya ku ev qetlîam bi daxwaza hukûmetê hatiye kirin li ba meriv xurttir dibe. Wek qatilê ku bi xwaze şopê li ser xwe wenda bike, Erdogan û medya wî meselê tevlihev dikin, wek pûlisên fransiz xwe tevî meselê dikin. Ev telaşa Erdogan û medya wî jî nîşan dide ku ”binê wan şil e…”

XXX
Li Parîsê di buroya Kurdistanê ya Enformasyonê ya nêzîkî stasyona Gare du Nord da berpirsiyara PKK-ê Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez bi rengekî pir profesyonel hatin qetilkirin.
Diyar e dewleta tirk jî wek Îranê li dervayî Tirkiyê dest bi qetilkirina kurdan kiriye. Cînayetên wiha karê dewlatan e, qatil kî bin jî bi îhtîmaleke mezin dewleta tirk li pişt vê cînayetê ye. Bi baweriya min, bêyî dewleta tirk tu dijminên van hersê jinên kurd tunene.
Hinekê vê cînayetê jî wek ”sabotekirina hevdîtinên bi Ocalan ra” şirove bikin û dîsa têxin hustuyê ”dewleta kûr”, lê bi dîtina min ”dewleta kûr û nekûr” herdu jî di bin kontrola hukûmetê da ne, bêyî emirê dewletê kes vê cînayetê nake.

XXX
Dem û dewran guheriye. Berê kesê rastgo ji neh gundan diqewiradin, nuha jî kesê virek ji neh gundan ra dikin muxtar.
Bi dûzana Erdogan ra dewran bû dewrana virek û şelafan.

XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di serdana xwe ya Nîjeryayê da civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku armanca wan ya ji hevdîtinên bi Abdullah Ocalan ra ew e ku çekan bi PKK-ê bidin danîn û hêzên gerîla ji welatê xwe derxin.
Derbarê operasyonên leşkerî da jî Erdogan got, ”operasyonên leşkerî” ewê bidomin.
Bi rastî mêrik wek dijminekî bêtirs pir vekirî dipeyive, nêt û siyaseta xwe qet venaşêre, dibêje ”emê him hevdîtinên xapandinê û him jî girtin û kuştina keç û xortên kurd bidomînin.”
Ya din, mêrik qala lihevkirinekê, dana mafekî nake, dibêje ”armanca wan ya ji hevdîtinên bi Abdullah Ocalan ra ew e ku çekan bi PKK-ê bidin danîn û hêzên gerîla ji welatê xwe derxin” yanî PKK-ê teslîm bigrin.
Gava armanca hevdîtinan(!)ev be dibê meriv tu hêviyê jê neke û heta jê ra nebêje ”hevdîtin” jî. Heta ku Ocalan serok û aktorê esasî yê hevdîtinan be ev siyaseta hukûmeta AKP-ê ya xapandinê ewê berdewam be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE