22 januari 2013

Gotina rast rast e...



Dibêjin Tolstoy gotiye:
-Dibê meriv însanekî ne li giorî mewqiyê ew lê ye, li gorî mewqiyê wî çavê xwe berdayê bipîve. Rast e, gotineke pir di cî da ye. Hin kes carnan tên meqamê ku ew ne layiq in. Çavên wan ji mezinayî û rêberiya miletekî bêtir li xizmetkariya dijmin e.

XXX
Min nuha ji sernivîsa dostekî îlham girt û ew wiha şirove kir:
-Kurdistan yek e, ne çar, neyar ew kiriye çar par.

XXX
Komara Kurdistanê, li Mehabadê li Meydana Çarçira berî nuha bi 67 salan di 22-01-1946-an da di bin serokatiya pêşewa Qazî Mihemed da hate îlankirin.
Ez, 67 saliya avabûna Komara Kurdistanê, serokê wê pêşewa Qazî Mihemed û hemû berpirsiyar û birêvebirên wê yên din bi hurmet bibîr tînim. Bira gorra hemûyan buhuşt be…

XXX
Mêrxas û kurdperwerê hêja Necmedîn Buyukkaya 29 sal berê di 22-ê çileya paşîn da (22/1-84)ji alî qatilên dewleta tirk ve di zindana Diyarbekrê da bi îşkenceyeke mezin hate qetilkirin. Di 29 saliya şehadata wî da ez vî mêrxasê kurd û kurdperwerê hêja bi hurmet û giramî bi bîr tînim. Ewê tim û tim di bîra me da be.
Hemû şehîdên kurd û Kurdistanê nemirin.

XXX
Weke tê zanîn li Frensayê çend roj berê ji doza kuştina 3 jinên kurd li Parîsê du kes hatibûn girtin. Li gorî ku çapemenî dinivîsîne ji girtiyan yek îro hatiye berdan. Lê yê bi navê Omer Guney ku tirk e û ji Sêwasê ye bi sûcê kuştina her sê jinan hatiye tewqîfkirin.
Li gorî beyanên dozger bi îhtîmaleke mezin qatil Omer Guney e.
Ji roja pêşî da min got Tirkiye li pişt vê cînayetê ye. Gelek kesan edresên din nîşan dan. Lê wa ye hêdî hêdî diyar dibe ku qatil tirk e û ji malbateke nîjadperest e û bi îhtîmaleke mezin wek ajanê dewletê ketiye nava komeleyên nêzî PKK-ê.
Yanî dewletê taktîkên di hemû cînayetan da bikar aniye, li vir jî eynî tişt kiriye, sûtalek wek ”tetikkêş” bikar aniye.
Qatil endamê PKK-ê be ne endam be qet ferq nake, ew bi serê xwe vê cînayetê nake, hinekan ev wezîfe dan wî. Yanî ew tenê taşaron e, lê mutahîdê mezin yê li pişt wî bi îhtîmaleke mezin ”dewleta kûr” ya tirk e. Yanî ji bo ku dewleta ”ne kûr” paqij derxin, ewê têxin hustuyê ”dewleta kûr”…

XXX
Cîhan wek kitêbekêye, kesê seyahet neke, negere û nebîne rûpelekê tenê dixwîne.

XXX
Kesê menfeetperest çelziman e, dikane têkeve her qalibî û her boyaxê. Menfeet li ku be ew li wir e.

XXX
Hema hema dermanê her derdî, her nexweşiyê heye. Lê belê heta nuha dermanê bêxîretiyê hîn nehatiye dîtin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE