24 januari 2013

Em nemrin emê hîn gelek ecêban bibînin




Li gor ku malpera AVESTAKURD dinivîsîne, serokê Teşkîlata Îstîxbarata Tirk (MIT-ê) Hakan Fidan Kurd e.
Di xeberê da tê gotin ku gundiyekî Hakan Fidan gotiye, Hakan Fidan Kurd e û ji Erdîşa qeza Wanê ye, ji gundê Dêra Jorîn e.
Bi îhtîmaleke mezin gundekî êrmeniyan e, i ber ku navê wî ”Dêr” e.
Gundiyê Hakan Fîdan gotiye, 50 sal berê bavê Hakan koçî Enqereyê kiriye û li wir cîwar bûye.
Dîsa li gorî agahdariya Avestakurdê, Hakan Fîdan ji eşîra Seyidkî ye û navê apê jî Hecî Mecîd Fîdan e. Û ew bi xwe jî muxtarê gundê Dêrê ye.
Li gorî çavkaniya Avestakurdê, Hakan Fîdan her çiqas li Enqerê mezin bûbe jî lê ew dîsa jî bi kurdî dizane.
Weleh ez nizanim ez çi bibêjim, sîstema kemalîst û asîmîlasyonê bi milyonan kurd rezîl û riswa kirine û kirine neyarên qewmê xwe û xizmetkarê dijmin. Loma jî kurdbûna Hakan Fîdan jî dikane rast be. Dema yekî esilkurd bibe serokê MÎT-a Tirkiyê, maneya xwe ew e ku ew merivekî tam neyarê kurda ye. Ya na dewlet wî nake serokê MÎT-ê.

XXX
Wey mala Xwedê hezar carî ava be ku wa ye ji bo carekê be jî parlementerekî kurd(parlamenterê CHP-ê yê Semsûrê Salih Firat) ji ber gotinên nîjadperest yên parlamentera CHP-ê ya Îzmîrê Bîrgul Ayman Gulerê, ji partiya xwe îstîfa kiriye.
Bîrgul Ayman Gulerê, di axaftina xwe ya meclîsê da gotiye, “Hûn nikanin bi min bidin qebûlkirin ku netewa tirk û miletê kurd wek hev in û wek hev hêjane.”
Li ser van gotinên Gulerê, ji rêzên MHP û CHP-ê parlamenteran jê ra dûr û dirêj û bi heraret li çepikan xistine û gotine her bijî.
Yekî nizanibe ewê bibêje qey li Tirkiyê di nabêna kurd û tirkan da wekhevî heye. Ji xwe ji roja komara Tirkiyê ava bûye û virda ye ku tu carî  di nabêna tirk û kurdan da wekhevî çênebûye; kurd tim bindest û tirk jî serdest bûne, kurd ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar mane. Yanî ji xwe rewş wiha ye.
Lê li gel vê jî ev gotinên Gulerê, gotinên wezîrê edaletê yê Tirkiyê yê pêşî Mahmût Esat Bozkurt tîne bîra meriv. Bozkurt, di sala 1930-î da di axaftineke xwe ya meclîsê da gotibû:
”Tirk, efendiyên vî welatî, xwediyên vî welatî yên tik û tenê ne. Kesên ku xalis muxlis ne ji nîjada tirk bin li vî welatî mefekî wan tenê heye; mafê xizmetkariyê, mafê koletiyê. Dost û dijmin, heta çiya jî dibê vê rastiyê wiha bizanin…”
Bi baweriya min ne Salih Firat tenê, dibê hemû parlamenterên CHP-ê yên kurd, yên ku xwe kurd dihesibînin bi hev raji CHP-ê îstîfa bikin.
Meriv kurd be û para xwe hinekî be jî ji kultura demokarsiyê girtibe dibê meriv bi kesên wiha ra di eynî partiyê da nemîne.
Ez vê bangê li parlamenterên partiyên din jî dikim, bi baweriya min dibê kurd êdî ji tirkan biqetin.

XXX
Wey bi xêr be, nîhayet wa ye lazan jî li Rîzeyê dest bi weşana telewîzyonê ya bi lazî kir. Kurdan bi micadeleya xwe ya salan li Tirkiyê ereb û laz jî ji gorrê derxistin û bi kultur û nasnameya wan hesandin. Loma jî dibê ereb û laz rabin û rûnin û ji miletê kurdan ra dua bikin.
Lê mixabin ne ereb û ne jî laz sipasî kurdan nakin, ji dêlî wê, wek nîjadperestên tirk bi dewletê ra êrîşî kurdan dikin.
Ev jî bêşansiya me kurda ye, em bi kê xêrê û çêyê bikin, dibe kevir û kuçik û li me dibare…
XXX
Serokwezîr Erdogan dîsa demagojiya ew ji ”birayên” xwe yên kurd hez dike, kurd ”birayên” wî ne kiriye.
Qey ji ber ku wî zimanê kurdî qedexe kiriye û bi lêdanê kurdan fêrî tirkî dikin loma ew ji kurdan hez dike û dibêje kurd birayên wî ne?
Tirkiye dewleta tirka ye, wek milet ji ta heta bi derziyê her tiştê tirkan heye; meclîs, al, bi hezaran mekteb, zanîngeh, artêş, pûlis, cendirme û hwd.
Lê tu tiştekî kurdan tuneye, bira hebûna tiştekî li wir bimîne, hîn hebûna kurdan jî nayê qebûlkirin.
Ê qey ji ber vê ye ku Erdogan ji kurdan ”hez” dike(!) û dibêje kurd ”birayê” me ne…

1 kommentar:

  1. Zinar raste Hakan Fidan kurde u ji Erciseye. Mirovên wi hên ji li wir hene. Ew ji zu va kocê kirine u li Enqerê ci war bune

    SvaraRadera

PARVE BIKE