23 januari 2013

Dibê dijmin hewqs bi rehetî nikanibe me bikuje

Bi qasî ku xuya dibe qatilê sê jinên kurd, Omer Guneyê faşîstê wek sîxurekî dewleta tirk du sal berê bi şiklekî pir rehet li Parîsê bûye endamê komeleyeke nêzî PKK-ê.
Ne dema mêrik bûye endamê komelê û ne jî di nava van du salan da tu berpirsiyarekî komelê ne hewce dîtiye û ne jî meraq kiriye gelo ev ”Omer Guneyê” tirk kî ye, çi kes e?
Meriv meraq dike, dipirse, hinekî lê hûr dibe, malbata wî, der û dora wî, fikrên wî meraq dike…
Lêkesî qet meraq nekiriye, mêrik çi gotiye her kesî wer bawer kiriye. Ev bi serê xwe felakat e.
Mêrik bêyî zor û zahmetî zû bûye dost û hevalê berpirsiyarên komelê û piraniyan endaman, gelek caran ji wan ra tercumanî kiriye.
Dema meriv çîroka endametî û têkiliya Omer Guney bi berpirsiyarên komeleyê ra fêr dibe, meriv matmayî dimîne.
Erê komele ne partiyên îllegal in, rêxistinên demokratîk û ji her kesî ra vekirîne. Lê belê ev nayê wê maneyê ku komele ewê wek xanekê, wek otêlekê be û hema kî were û kî bixwaze ewê bikaribe bibe endam û hewaqasî pêşda here. Dibê hin bend, hin barîer hebin.
Rêxistin û komeleyên nêzî PKK-ê di girtina endaman da dibê ji rêxistin û komeleyên kurdan yên din bêtir şiyar û tîtîz bin, bêtir bi temkîn bin û li xwe miqate bin.
Dibê faşîstekî sîxurê dewletê hewqasî bi rehetî nikanibe bibe endam û bi salan di nava komeleyê da bimîne û xwe veşêre.
Heger berpirsiyarekî komeleyê carekê meraq bikira û rojekê di înternetê da, di facebookê da li profîla ”Omer Guney” binêriya, ewê bi hêsanî bidîta ku ev merivekî tarî û pir tahlûkeye.
Lê wisa xuyaye ku di komeleyên nêzî PKK-ê da tu kes tîtîziyeke wiha nîşan nade û kî bixwaze bi rehetî, bêyî lêpirsîn û lêkolîneke cidî dikane bibe endamê komeleya ew dixwaze.
Ev şaş e û bêmesûliyetî ye, dibê xwîna kurdan hewqasî ne erzan be. Dibê berpirsiyar û birêvebirên komele û rêxistinên nêzî PKK-ê mesûliyeta mezinayiya xwe, mesûliyeta navê xwe bizanibin û li gorî wê tevbigerin û tim bi tedbîr hereket bikin.
Dewleteke wek Tirkiyê xedar bi şev û roj li pey PKK-ê, endam û kadirên wê ye, loma jî dibê PKK û rêxistinên wê jî her tim bi rengekî pir cidî hesabê vî dijminê xwe yê xedar bikin.
Dema nekin wê demê li gorî navê xwe û berpirsiyariya xwe hereket nakin.
Meriv bi çar dewletan ra dijminatî û şer kir, dibê li gorî vî şerê xwe jî cidî hereket bike û xwe baş biparêze. Ne ku faşîstekî tirkê sûtal bi rehetî were têkeve nava rêxistinên we û nava rojê sê kadirên we di komeleya we da bikuje. Ev skandal e.
Di vir da par û mesûliyeta berpirsiyarên komelê jî pir e, wan jî berpirsiyariya xwe neanîne cî. Û loma jî qatil di mala PKK-ê da bi rehetî sê jinên kurd kuşt.

1 kommentar:

PARVE BIKE