03 december 2012

Hin kurd ditirsin ku dewlet zirarê bibîne û PKK xurttir be

Dengîr Mîr Mehmet Firat gotiye, xistina parlamenteriya BDP-yiyan ewê PKK-ê xurt bike û kurdan ji AKP-ê dûr bixe.
Yanî heger PKK xurt nekira bira bavêtana, lê ji ber ku ewê PKK-ê xurt bike dibê hukûmet tiştekî wiha neke.
Hûn dibînin çi kurd hene?
Lê ne Firat tenê, gelek kurdên dostên AKP-ê û mixalifên BDP-ê jî eynî tiştî dibêjin.
Ew jî wek Firat dibêjin, ev yek ewê PKK-ê xurttir bike, ewê tu feydeyê negihîne AKP-ê, Tirkiyê û demokrasiya Tirkiyê.
Yan camêr dibêjin ku di tiştekî wiha da kara AKP-ê û dewletê tuneye, belovacî wê, kurd ewê ji AKP-ê û ji dewletê dûr bikivin û xwe nêzî PKK-ê bikin.
A lomajî dibê hukûmet vê gavê navêje.
Ev jî têwê maneyê ku heger avêtina wan ji meslîsê ji Tirkiyê ra baş bûya, feyde bigîhanda AKP-ê û PKK jî xurt nekira, bira ev daxwaza Erdogan bihata bicîanîn, bira parlamenteriya wan bihata xistin û bira ew bavêtana zindanê.
Lê ji ber ku ewê zirarê bide AKP-ê û Tirkiy û karê bigihîne PKK-ê dibê hukûmet tiştekî wiha neke.
Û vana jî xwedêgiravî xwe wek siyasetmedarên kurd dibînin…
Kes nabêje yaho ev çi zulm e, çi heqê we heye hûn li kurdan vê zulmê bikin? Ew gerîla dikanîbû zarok û birayên wan bûna jî.
Ya din jî nîhayet kurd in, helbet ewê wek tirkan ji gerîla nefret nekin, pir normal e ku wek kurd kêfa wan ji zarokên wan ra were û wan himêz bikin. Di warê siyasî, dîplomatîk da şaş be jî, di warê însanî da normal e.
Dema hat hesabê wan, ew bi serokên wan gerîlayan ra rûniştin, wan jî ew himêz kirin û bi hev ra ken û henek kirin, bi hev ra xwarin û vexwarin. Yê wa ne sûc e, lê yê BDP-ê sûc e.
Himêzkirina gerîlayekî çawa dikane bibe sebebê wendakirina parlamenteriyê? Di kîjan qanûnê da cezayekî wiha ji bo ”sûcekî” wiha heye?
Lê her kes dizane ku ev bahaneye, berî vê bûyerê jî di heqê eynî kesan da bi dehan fezleke hebûn, bi dosye hatibûn amadekirin.
Yanî ”himêzkirin” mahne ye û kêla mahneyan jî tu carî tije nabe…

3 kommentarer:

  1. Yaw bese te bi duvika PKK girtiye.Li gor te ki PKK rexne bike hevalbende dewletê ye ne wusane cim tu sasiyê PKK nabêji. Di seva te 5.11.1985 de ku tu li ber deri buy nobedar buy camêre Semir kustin

    SvaraRadera
  2. Weleh min "bi dûvika PKK-ê" ngeritiye, gava pêwîst be ez PKK-ê jî rexne dikim ûmin sedan carî jîrexne kiriye.
    Lê ez li dijî vê dewleta zailim im, diyar e tu ne li dij î. Heger tu ji PKK-ê bêtir li dijî dewletê bûya tu yê ji vê nivîsa min aciz nebûya.
    Ez dibêjim bira li Kurdistanê AKP û tirk xurt nebin, kîja hêza kurd xurt dibe bira bibe. Û PKK jî yek ji van hêzan e.
    Ji bo min neyarê esasî dewlet e û partiyên tirkan e.
    Gelo ji bo te neyarê esasî kî ye?

    SvaraRadera
  3. ez li diji herdu ya me.Neyarê esasi herd ne hem dewlet hem PKK

    SvaraRadera

PARVE BIKE