15 december 2012

Ezê jî rojekê bibim xewn.

Bîstek berê(10/12-12) hevalekî telefon kir, xebereke gelkî ne xweş, xebere mirina hevalekî da min.
Xebera mirina Paşa Altunbay, got "weleh Paşa jî îro mir û emê cenazeyê wî roja pênşemiyê rakin, bişînin welêt, min got ez haya te bigihînimê."
Erê, îro jî dor hat Paşa, wî jî îro ji nava me û ji vê cîhana derewîn bar kir û çû gerdûneke bêveger.
Ez ji salên 1980-î vir da Paşa nas dikim, em herdu jî endamên DDKD-ê û partiyekê bûn. Ew jî wek min mahkûm bû û qederê ew jî wek min avêt Swêd.
Û li Swêd jî em gelek salan bi hev ra xebitîn.
Dinya wiha ye, rojek tê, yek telefonî meriv dike û dibêje, weleh filan kes jî mir.
Piştî wê gotinê her tişt dibe derew û xewn . Paşa Altûnbay jî bû xewn…
Piştî telefona heval, min ji Hêvî xanimê ra got, xanim, rojekê yekê ji yekî ra telefon bike û wek nuha ewê jê ra bibêje, ”weleh Zinarê Xamo jî mir…”
Û dû ra Zinarê Xamo jî ewê ji dost û havalan ra bibe wek xewnekê. Ev, pêşeroja her kesî ye, her kesê bibe xewn…
Bira serê xwişka Gulîstan û zarokên wê sax be...

XXX
Kurd miletekî xwedî sebir e, zû bi zû qudûmşikestî û bêhîvî nabin. Heger ne ev sebra kurdan ya Hz. Eyûb bûya, nuha ji zû da dev ji xebat û şerê xwe yê azadî û serxwebûnê berda bûn…
Loma jî pêşiyên me gotine, xwediyê sebrê mîrê Misrê…

XXX
Hin kurd ji bo azadiya gelê xwe li hember dijmin radibin û hin kurd jî ji bo kursiya xwe û çend quriş pere didin pey dijmin...

XXX
-Ji bo hevalê xwe mirin rehet e, lê belê dîtina hevalê meriv ji bo wî bimre zor e.
Cervantec

-Dinya wiha ye, her kes dixwaze avê bikşîne aşê xwe
Giovanni Verga

-Yê xurt di herbê da, dost di derd da û merivê kamil jî di hêrsê da diyar dibe.
Gotina pêşiyên ereban




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE