06 december 2012

Ew bi tirkî dipeyive lê ji dewletê serbestbûna kurdî dixwaze


Do û îro(5-6-ê mehê)li Brukselê konferansa kurd hat çêkirin. Ji Tirkiyê û cîhanê gelek kesên navdar beşadarî konferansê bûn û derbarê çareserkirina mesela kurd da dîtin û pêşniyarên xwe gotin.
Ji kurdan jî Leyla Zana, Aysel Tugluk, Zubêr Aydar û çend kesên din beşdarî konferansê bûn û peyivîn.
Ez nizanim hemû kurdên beşdar bûn, (mesela Leyla Zana) bi kîjan zimanî peyivîn. Lê ez nuha fêr bûm ku Zubêr Aydar di konferansê da ne bi kurdî, bi tirkî peyivîye.
Bi gotineke herî sivik ev skandal e. Heger Zubêr ewê di konferanseke wiha da jî bi kurdî nepeyive, ma ewê kînga û li ku bipeyive?
Û li gel ku kurdiya Zubêr ji tirkiya wî pir baştir e jî. Yanî ne yekî ku bi kurdî nizane.
Û di ser da ji daxwazên Zubêr Aydar ya herî sereke perwerdeya bi zimanê kurdî bû.
Aydar, ji dewleta tirk azadiya kurdî û perwerdeya bi kurdî dixwaze, lê ew bi xwe di konferanseke wiha girîng da bi kurdî napeyive, bi tirkî dipeyive, yanî ji dêlî ku kurdî meşrû bike, tirkî meşrû kiriye.
Bi baweriya min ev şêleke siyasî ye û dibê kurd sebebê vê şêla Zubêr Aydar jê bipirsin.
Lê dibê ne kurdên wek min û Sabîha Otlû û yên derî PKK-ê tenê, dibê nuha ji min bêtir PKK-yî û BDP-yî jî vê şêla Zubêr Aydar rexne bikin û jê hesab bpirsin. Tiştekî wiha dibê neyê qebûlkirin...
Heger PKK-yî û BDP-yî nepirsin, kesrexneyekê li Zubêr Aydar negre, maneya xwe ew e ku wek min got, ev şêleke siyasî ye û jê wiha hatiye xwestin.
Ez wek kurdekî vê şêla Zubêr Aydar protesto dikim.

XXX
Serokwezîr Erdogan, serokê AKP-ê li qê Diyarbekrî Halît Advan ji wezîfê girt.
Halît Advan, çend roj berê di hevpeyvîneke xwe da gotibû,
”Wek em hemû jî dizanin ku BDP partiyeke sosyalîst û çep e. Lê AKP dibêje ku ew partiyeke muhafazakar û demokrat e. Di normalê da li herêmê dibê hemû dîndar rayên xwe bidin AKP-ê. Lê belê hêzên dîndar rayên xwe hîn bêtir didin BDP-ê. Sebebê vê jî, îdama Şêx Seîd e, Derbeya 12-ê Îlonê ye, cînayetên failnediayr e, valakirina gundan e…”
Van gotinên Advan têrê kir ku Erdogan li wî were xezebê û tavilê wî ji serokatiya AKP-ya Diyarbekrê bavêje; çima ku Advan rastî gotiye û derew nekiriye.
Erdogan, di civînê da ji parlamenterên AKP-ê ra ji bo Advan gotiye, ”Merivekî wiha nabe bibe serokê partiya me ya wîlayetê...” û tezkereya Advan tije kiriye.
Hîn hemû kurdan fêm nekiriye êdî dema hevaltiya kurdan û tirkan qediya, êdî kurd nikanin wek berê di nava partiyên tirk da bimînin. Ji bo ku bi tirkan ra bimînin dibê dijminatiya gelê xwe bikin û bibin êsîrê Erdogan, nebin xwediyê tu fikir û baweriyeke şexsî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE