08 december 2012

Dibê meriv vê zulmê qebûl neke


Vê sibehê li çar bajarên Kurdistanê(Diyarbekir, Mêrdîn, Batman, Sêrt)di bin navê ”operasyonên KCK-ê da dîsa avêtin ser avahiyên BDP-ê, gelek sazî û malên kurdan.
Di vê operasyona zulmê û terorîzekirina kurdan da serokê belediya Sêrtê Selîm Sadak jî di nav da li dora 100 kesî girtin binçavan.
Ev nêzî 3 salan e ku hukûmeta AKP-ê li hemberî BDP-ê û tevgera kurd ya siyasî teroreke sîstematîk dide meşandin. Hema hema roj tuneye ku 30, 40, 50 û carnan jî bi sedan kesî negrin û navêjin zindanan.
Wek kurd dema ez xeberên vê zulmê dixwînim ez gelkî pê diêşim û xemgîn dibim. Bi min pir zor tê.
Li ortê tu sebebekî ku van girtinan û vê zulmê bi heq nîşan bide tuneye, tenê pêkanîn û çavbirîn e.
Ji ber ku kanin bi me loma vê zulmê li me dikin.
Serokwezîr Erdogan biryar daye ku vê serîhildana kurdan him di warê çekdarî da û him jî di warê siyasî da bişkîne û kurdan wek berê bindest bihêle, heta ku hêdî hêdî bihelin, bibin tirk.
Yanî mesele siyasî ye, hukûmet naxwaze hebûna kurdan nas bike û mafê wan yê netewî bidê.
Ji ber ku hukûmet naxwaze mafê kurdan bide, loma jî naxwaze şer jî raweste.
Çimkî dema şer raweste wê demê dibê hukûmet bi PKK-ê û BDP-ê û bi kurdan ra rûne û li ser programeke çareseriyê li hev bikin.
Îcar ji ber ku nêteke wiha ya hukûmetê tuneye, loma jî di şer û operasyonên wiha da israr dike.
Êdî pir vekirî ye, derdê hukûmetê ne bi PKK-ê û BDP-ê tenê ra ye, hukûmet bi qasî PKK-ê û BDP-ê li dijî hemû hêzên din e jî, lê ev yek xisteye dorê, dixwaze berê yê xurt, yê bi hêz û bi çek ji ber xwe da bixîne û dû ra jî vegere ser yên qels, yê bêçek.
Hêzên din ji xwe ji wan ra pariyekî pir biçûk e, dema ew roj were ewê di rojekê da wan jî topî ser hev bikin û wek BDP-yiyan bajon zindanê; ev sedîsed e.
Lê kurdên derî BDP-ê viya nabînin, heger bidîtana, dibê îro hemû kes, sazî, dezgeh, partî û hêz li dijî vê zulma hukûmetê derketana û ji Erdogan ra bigotana, ”ma te xêr e, ma tu dixwazî hemû siyasetmedarên kurd bavêjî zindanê? Hûn nahêlin kurd bîna xwe jî bigrin. Her roj operasyon û girtin. Êdî vê zulma xwe rawestînin, bes vê neheqiyê li kurdan bikin…”
Lê piranî dengê xwe dernaxe; dernaxe ji ber ku ji dîroka xwe ders negirtine, ji ber ku bertîlên siyasî, fen û fûtên hukûmetê ew bêdeng kirine û bêzirar kirine.
Wek kurd dibê bi meriv pir zor were, ji ber ku hinek kesên mahcir ji derda hatine li welatê me, li bajar û gundên me, me îdare dikin, zimanê xwe bi zor xistine devê me, gava dilê wan dixwaze şev nîvê şevan davêjin ser malên me, me ji nava nivînên me radikin, destên me li kelepçeyê dixin û bi pihîn û hutukan me lext dikin, wek pez me didin ber xwe û dibin dixin qulikê.
Ev zulm bûye jiyana her kurdî, her kurdê ku nebe zilamê dewletê, her kurdê ku doza kurd û kurdistanê û azadiya xwe bike, halê wî ev e, her tim dikane ev zulm lê were kirin.
Heger piçik ûjdan û xîret bi meriv ra hebe dibê meriv li hemberî vê zulmê bêdeng nemîne û nebe hevalbend û dostê zulimkaran.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE