02 december 2012

Çira virekan heta sibê vêketî namîne



Mudûrê Emniyeta Diyarbekrê Recep Guven, çendakî berê di kanaleke telewîzyonê da gotibû, ”heger hûn ji bo gerîlayekî nagirîn hûn ne însan in…”
Gelek kesên tirk û kurd ji samîmiyeta van gotinan bawer kiribûn û loma jî bi rojan ji Guven ra li çepikan xistibûn.
Lê ji roja ku Guven li Diyarbekrê dest bi wezîfê kiriye û virdaye, Diyarbekir li kurdan kiriye cehnime, teroreke wisa li Diyarbekrê dide meşandin ku gelê bajêr nikanin hilma xwe bigrin.
Ev 3 roj in ku cenazeyên 2 gerîlayên kurd li Diyarbekrê didin payin, emniyet destûrê nade ku xelk cenazeyên zarokên xwe rakin.
Îro, roja 4-an di dema rakirina cenazeyan da pûlisan dîsa bi panzêran û bi gaza jahrê êrîş biriye ser milet. Însanan xwe avêtine mizgeftê, lê pûlisan bombeyên gazê avêtine mizgeftê jî.
Dibêjin mûma kesê virek heta eşa vêketiye, dû ra vedimere, tu carî heta sibê vêketî namîne. Yanî tu kes nikane derewan wek rastiyê heta û heta bifroşe însanan, piştî demekê dawiya derewan tê.
Lê durûtî û nesamîmîyeta Recep Guven heta eşa jî najot, zû derket. Di demeke pir kin da kurdan dît ku Guven ne xercê wan gotinên xwe ye, ew jî pûlisekî ”xerab” e û merivê Erdogan yê herî saxlem e û ew wek kadir û amîrekî pir taybet ji Diyarbekrêra hatiye şandin.


XXX
Dibêjin hukûmeta AKP-ê dike li Tetwanê girtîgeheke 400 kesî ava bike.
Ê normal e, dibê ji bo kurdên nehatine kuştin cî çêbikin. Çimkî di zindanan da êdî cî nema. Li gorî Erdogan ciyê her kurdê welatparêz ya goristan e ya jî ziandan e.

XXX
Îro Stockholma xopan 9 derece binê sifirê da sar e, her der di bin berfa sipîboz da wenda bûye, sipîtiya berfê çavê meriv qarixî dike.
Ez û Hêvî xanim vê sibehê berî ku em xurîniya xwe bikin derketin gereke dirêj. Em li dora saetekê di nava xwezaya di bin berfa sipîboz da maye geriyan. Li her derê bêdengiyeke mezin hebû, ne dengê însên û ne jî dengê vîçevîça çûkan hebû. Em tenê rastî du kesan hatin, ew jî wek me derketibûn seyrana xwezaya sipî…
Ez ji berfê pir hez dikim, xweza sipî, dar û berên di bin berfê da mayî kêf û zewqeke bêemsal dide min.
Ez ji tarîtiyê nefret dikim, ronahî xweş e, her tişt li ber çavan e, tiştekî veşartî tuneye…
Min çay dabû ser, wa ye hazir e, dibê em xurîniya xwe bikin.
De bi xatirê we…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE