26 november 2012

Şahê kemanê: Nîcolo Paganîn


Li ciyê kar radyoya min tim vekiriye. Rojekê (26. 9. 95) piştî nîvro, radyoya min wek her tim dîsa vekirîbû û li ser Nicolo Paganînî programek hebû. Him programê û him jî muzîka wê pir bala min kişand.
Ya rast ev cara pêşî bû ku min navê Nîcolo Paganînî dibihîst û li muzîka wî guhdarî dikir. Muzîkê ez mes kirim.
Min ev ji xwe ra weke kêmasiyeke mezin dît. Piştî programê min telefonî radyoyê kir û xwest bi xanima program çêkiribû ra bipeyivim.
Telefona mala wê dan min û min bi şev telefonî mala wê kir.
Mala wê li bajarê Goteborgê bû.
Min jê pirsî gelo ewê kanibe kopiyake wê programê, (ya deng ya jî nivîs) ji min ra bişîne yan na?
Xatûnê daxwaza min bi kêfxweşî qebûl kir û piştî çend rojan kopiyake teksta programê ji min ra şand.

Berê min guhdarî kiribû, îcar jî min xwend. Piştî xwendinê min hîn bêtir ji Paganînî hez kir. Lema jî min biryar da ez wergerînim kurdî û li derkê biweşînim. Û netîce qismet bû ya Nûdem Wergerê.

Ji ber ku muzîk ji bo programeke radyoyê hatibû hazirkirin, lema jî li gor min gelek nimûne, teferuatên zêde (ku di axaftinê da dikanin meriv aciz nekin û ji guh ra gelekî xweş bên) têda hebûn.
Min çend tiştên wiha hewce nedît ku wergerînim. Ez hêvî dikim ku li gel vê kêmasiyê jî hûnê dîsa jî jê tahm û lezetekê bigirin.
Zinarê Xamo


Muheqeq hin kes hene ku tu carî navê kemanvanê efsanewî, Nîcolo Paganînî (1782-1840) yê îtalî nebihîstine. Esas di serî da li pêş wî gelek zahmetî hebûn. Hema di xaniyekî xerabeyê di Kuça Pisika Reş da hatin wî ya dinyayê bi serê xwe jê ra problem bû. Vê yekê kir ku wî tu carî nikanibû qebûl bikira ku hin kes rê li ber wî bigrin.
Û tiştekî din yê înterasant jî xaniyê wî yê xerabe li Genua, hema bi qasî menzîla kevirakî qewetê ji mala Chrîstopher Columpus wê de bû. Helbet divê milekî merivê bi qewet hebe ji bo ku meriv bikanibe kevirê qewetê bavêje.

Bavê Nîcolo Antonîo, ji lêxistina mandolînê pir hez dikir. Her êvar diçû meyxana mehelê chîantiyek û masiyekî birajtî dixwest û ji hevalên xwe ra li mandolînê dixist. Wan jî seranader û stranên gelêrî distiran.

Bavê wî karkirê lîmanê bû. Dema wî xwest Nîcolo Paganînî fêrî mandolînê bike gelek zahmetî derketin pêş wî. Hercara ku wî çewt lêdixist Paganînî tavilê di vê çewtiya wî derdixist û ji hêrsan xwe wenda dikir. Erê meriv zane hemû zarok ji muzîkê ra hesas in, lê yê Paganîn hinekî zêde bû. Ew li hember dengê seeta dêrê kanîbû kelogirî bibûya û bi qîrîn bicoşiya. Û gava li dêrê dengê orgê dibihîst hemû laşê wî dilerizî û di xwîdanê da vedigevizî.
Carê hîn pênc salî ye, kemana birayê xwe bi emanetî jê digre, hewqasî di bin tesîra wê da dimîne ku êdî digihîje deraca xewirandinê û du rojan wer bi cuzbê dikeve.

Kemana pêşî

Piştî xewirandinê radibin Paganînî ji kemanê bi dûr dixin. Lê ew her dike nûzenûz û dawiya dawî, bavê wî radibe ji mecbûrî dersa pêşî didê.
Paganînî hewqasî jîr e ku di nav çend rojan da êdî ji kokimê bavê xwe gelekî jîrtir e. Ji nişka ve fikreke dahiyane tê bavê wî Antonîo:

- Dibe ku Nîcolo jî rojekê wek Mozart bibûya zarokekî mûcîzewî û bi vê riyê wê malbata xwe jî gelekî dewlemend bikira. Û gava malbat dewlemend bibûya ewê Antonîo jî êdî bikanîbûya li gorî kêfa dilê xwe ji xwe ra biçûya meyxaneyê; ji dêlî ku ji sibê hetaanî êvarî li lîmanê bixebitiya.

Ji vê rojê û pêve êdî xelasiya Nîcolo tuneye. Radibe ji Nîcolo Paganîn ra programeke xebatê ya gelek zahmet hazir dike. Ji sibê hetanî êvarî di odeyekê da wî hefs dike, heger baş prova neke nahêle tiştekî jî bixwe, Heta gava Nîcolo Paganîn têra xwe prova dike jî dîsa ji heqaratan xelas nabe, Ji ber ku vê carê jî wî derdixe ser masa xwarinê (ku ser masê jî tim tije piskiwît û şekir e ) û hemû malbatê mecbûr dike ku giş jê ra li çepikan xin.

Bêguman Nîcolo ji vê merasimê nefret dike, lê li alî din destê wî ji kemanê jî nabe û roj bi roj jî pêşketineke pir mezin nîşan dide. Di nav salekê da ew besteya xwe ya pêşî çêdike, li Katedrala San Loranzo konsera xwe ya pêşî dide û wek solîst êdî amade ye ku derkeve hemberî temaşevanan.

Gelek eşrafên bajêr bi vê pêşketina Nîcolo hewqasî kêfxweş dibin ku radibin di nav xwe da pera top dikin, didin malbata Nîcolo, ji bo ku wî bişînin ba mamosteyekî baştir.
Lê bavê wî tu carî jê naqete, tim wî raxne dike, tirsê tê difirîne û eziyetê pê dide kişandin.
Piştî gelek sal ewê Nîcolo bibêje ku di hemû jiyana wî ya xortaniyê da du tişt tenê di serê wî da hebûne:

- Yek jê, fêrî teknîkeke muazem bibim û ya din jî ji bavê xwe bi dûr kevim, ku ew bi tu hawî nikanibe xwe bigihîne min.

Xumara mezin

Piştî demekê Nîcolo digihîje her du armancên xwe jî. Rojê yanzde saetan dixebite, heta ku tiştê nikanibe lêxe nemîne.
Dû ra roja ku musabeqeyeke mehelî qezenc dike û di tiyatroyê da wek kemanjen ji xwe ra karakî dibîne û ji malê jî direve.
Û di eynî wextê da ew şerabê, jinan û xumarê jî kişif dike û sond dixwe ku ewê perayekî pirr qezenc bike, ji bo ku kanibe xwe bide wan hemûyan.

Evîna wî ya pêşî xatûneke esrarangîz a esîlzade ye. Xatûn wî bi xwe ra dibe qesra xwe ya li Toscana û li wir du salan li ba xwe dihêle.
Li gor îddîa Nîcolo ev xatûna esîlzade wî fêrî gîtarê dike. Gava ew ji wir dihera, ji bo bîranînê xatirayekê dide xatûnê. Ev "Duetto Amoroso" ya ji bo keman û gîtarê ye, ji neh beşên bi navên "îqna", "muwafeqet", "dilşadî" û yên din. pêk hatiye.

Karakî baş e, ku meriv kanibe bi dest xwe bixe

Piştî wê, Paganînî li ba xweha/xwenga Napoleon, Marîe Elîsa Boneparte, Qiralîçeya Lucca wek sermuzîsiyen dixebite.
Ew dibe şefê orkestra qirêl û di merasimên wî yên muzîkê da besteyên xwe pêşkêş dike, dersa kemanê dide wî û heta gelek caran di oda Qiralîçê ya razanê da dersê dide wê jî.
Marîe Elîsa yekcarnan di konserên Paganînî da ji kêfa dengê xwe pirr bilind dike û digurre.
Li ser vê, wê derdixin der, îcar gava wê derdixin der ji jinên qesrê yên din ra êdî pir ne zor e ku xwe bigihînin Paganînî.

Dostikê jinan
Meriv nikane qal neke: Paganînî ji jinan hez dikir û wan jî jê ra nedigotin na. Wî qebûl dikir ew ne yekî "çeleng" e, lê digot :

"Gava jin li min guhdarî dikin xwe davêjin ber nigên min."

Û ji xwe wî jî dixwest ku wan tam li wir bibîne, lema jî kêm lênedixist.

Şevekê nîvê şevê dihera keçikeke cuwan ziyarat bike, lê bi şaşî dikeve maleke din û ji mecbûrî ji pacê baz dide.
Li Mîlano dîsa bi şaşî dikeve maleke xerîb, xanimeke gelek delal nexweş e, di nav nivînan da ye. Vê carê nareve, dibêje ez tixtor im. Piştî ziyarata sisiyan jinik dibe bistim, yanî sax dibe.
Li Turîn dilê wî dikeve keçikeke çardesalî, lê bavê keçikê nahêle keçik pê ra bizewice; bavê keçikê dibêje:

Bi xêr kînga keçik mezin bû, ezê wê çaxê bifikirim.

Û li Genua bi rastî jî ew tê girtin; îddîa ew e ku bi soza zewacê keça yekî terzî xapandiye û pê ra raza ye. Li ser vê yekê ew bi hawakî felsefîk dibêje:

- Di meseleyên wiha hesas da kabê meriv hertim mîr nayê.

Hin carên din jî tu namîne ku Paganînî bizewice, lê her car jî di deqîqeya dawî da gelşek, mani'ek derdikeve. Di mektûbeke xwe da ji hevalekî xwe ra dinivîsîne, dibêje, "bêkarî (azibî) sultanî ye."
Û her wisa azib jî dimîne

Wî ji vê jînê hez dikir.
Şampiyonê muzikê
Bi vê yekê ra tiştê herî girîng yê qewimî bû bi rastî jî Paganînî bûbû kemanjenekî herî bêemsal, yektayekî  hemû wextan; herçiqas ev îddîa ya wî be jî.
Wek hosteyekî mezin wî kanîbû bi kemanê rayina kûçik, qixîna qazê, çirçira sîsirkê û çîrkîna(zîqîna) deriyakî hesinê zengarî texlîd bikira.

Carê di vebûna konserakê da bi kemanê ji temaşevanan ra dibêje "êvar baş." !
Vê yekê hewqasî bi ruh dibêje ku hemû temaşevan jî lê vedigerînin, dibêjin "êvar baş" !

Carake din kemanvanekî zikreş şert digra, dibêje raqibê min nikane konsereka nuh û zahmet raste rast ji rûpelê lêxe.
Paganînî bi şiklekî mukemel lêdixe û heta hinekî din jî zahmetir dike, noteyan serberjêr dide ser textikê notayê.

Heger di dema lêxistinê da têlek biqetiya, ji bo ku têlê biguherîne nabên nedidayê, tenê dûzana tiliyan diguhert, bi vî hawî bi wan sê têlên mayî dom dikir.
Ji hevaleka xwe ra besteyeke "Scene Amourause" bi du têlan çê dike û gelek caran jî perçeyên xwe yên herî meşhûr ji serî heta dawî bi têlekê tenê lê dixe.
Li Fransayê endamên orkestrayê di konserakê da rafeqeta bi Paganînî ra red dikin,  ji ber ku nikanin xwe întîbaqî tempoya wî bikin.

Li Englistanê kemanjenekî meşhûr, bi navê Morî, hewqasî di bin tesîra lêxistina Paganînî da dimîne, radibe kemana xwe dide ser serê xwe û wê bi du kronan harac û mazat dike.
Li îtalyayê mezinayiya wî ya bêemsal tesîrake hewqas mezin li Meyerbeer(1791-1864) dike ku Meyerbeer êdî nikane bixebite, dev ji amadekirina operên xwe ber dide û dide dû Paganînî, teqrîben li hijde (18)konserên wî temaşe dike.

Li Awusturyayê Schubert ji bo ku li Paganînî guhdarî bike ji xelkê pera deyn dike û gava ji konseran jî derdikeve êdî ne li ser hişê xwe ye, dibe wek mirîdekî ku  bi cuzbê bikeve.
Chopin(1810-1849)li Polonyayê dibêje:

Ji alî hisan ve ew pirr xurt û bêemsal e.

Rexnegirekî Fransiz di nivîseke xwe da dibêje:

-Heger wî sed sal berê wiha lêxista, ewê wek sihêrbazekî bihata şewitandin.

Gelek dijwarî

Lê pirr mixabin ku bi rastî jî hin însanan bawer dikirin ku Paganînî sed salî berî dema xwe dijiya. Qenaeta hin kesan ew bû ku bi Paganînî ra muheqeq tiştekî mîstîk heye, heger tunebûya wî yê nikanîbûya wiha lêxista. 



Rîwayet li hemû Ewrûpayê belav dibin:

Paganînî teknîka xwe ya harîqa pirr bi pêş da biribû, ji ber ku ew heyşt salan di hefsê da mabû û di nav van heyşt salan da wî bi hawakî bênabên prova kiribû. Wî hemû perçeyên xwe ji bo têlekê nivîsandibûn, ji ber ku qerdiyanê hefsê hew destûr dabûyê. Nizanim ruhê hemû dostikên wî di kemana wî da girtî bûn.

Wî hewqasî zû lêdixist, ji ber ku yaya kemana wî tije gulleyên(xar) ji qurşûnê bûn. Dengê kemana wî tu carî xera nedibû, ji ber ku têlên wê ji rûviyên raqibên wî yên mirî bûn.
Û ya ew lawê şeytên bi xwe bû û ya jî bi kêmanî ruhê xwe firotibû îblîs û li hember vê jî li sahnê îblîs her heraketên wî îdara dikir.

Dawiya dawî Paganînî mecbûr dimîne ku mektûbeke diya xwe biweşîne û bi vê riyê jî nîşanî milet bide ku dê û bavên wî jî însan in.
Ew bi vê jî nayê serî, radibe anonsên dirêj dide rojnameyan, ji bo ku îddîa û derewên der û doran yên bêbingeh pûç bike.
Lê însan dîsa jî bi şik in…

Kemanjenekî  îngilîz pirr ji nava xwe razî ye, dibêje ezê sirê vê hostetiya Paganînî fêr bibim. Li ser vê, radibe tam şeş mehan li pey Paganînî digera, bi dizî li axaftinên wî guhdarî dike û bala xwe didê hela ka çi dixwe û çi veduxwe.

Carakê jê ra li hev tê, li otêlekê oda wî û ya Paganînî dikevin kêlek hev, bi vî hawî firsendê dibîne di qulika derî ra li Paganînî mêze bike. Lê tiştekî bi ser avê naxe.

Serkevtin li pey hev tên

Ji ber ku sir qet ji hev naqetin, lema efsane jî her ku diçe mezintir dibe.

Û Paganînî jî her ku diçe dibe superstar. Împaratorîçe, dukên herî mezin û prens ji bo ku herin li konserên wî temaşe bikin  bi hev ra dikevin raqabetê. Û muzîsyenên feqîr jî kincên xwe difroşin ji bo ku kanibin di konserên wî da ciyekî erzan bi destê xwe xînin.

Heyranên wî li kuçe û kolanan, li hotêlên ew lê dimîne, heta salonên ku konseran lê dide pê li serê hev dikin, ji bo ku bi kêmasî kanibin vî merivê mezin bibînin.
Û gava dibînin jî destên xwe pê dikin, dixwazin baş îqna bibin ku hela ka rast ew benderuh e ya na.

Gelek tacirên jîr, bi saya hin îcadên wek parfumên Paganînî, qutiyên cixarê yên Paganînî, gopalên Paganînî, bişkokên Paganînî û gelek tiştên wek van, pirr dewlemend dibin.

Heta meriv kanîbû paste û simîdên Paganînî jî bixwara, kulînçeyên wî bikiriya. Di lîstika bîlardoyê da şiklekî temasa bi topê ra navê wê kiribûn derba "La Paganînî."
Ya jî meriv kanîbû biçuya ji dikanekê cotek lepikê ku li ser ferê çepê keman û li ser ferê rastê jî yay hatibûn nexşandin bikiriya û têkira destê xwe.
Paganînî bû baron, bû amîral...

Tê gotin ku Paganînî rojekê li Wîyanayê li paytona yekî  îtalî suwar dibe.

Paytoncî ji Paganînî destûra belavkirina vê bûyerê dixwaze û helbet destûrê digre. Û bi herfên mezin li pişt paytona xwe "PAGANÎNÎ FÎACRA" dinivîsîne.
Piştî vê raqlamê karê wî hewqasî baş dibe ku mêrik radibe dev ji paytoncîtiyê berdide û ji xwe ra otêlekê dikire. Qet desttengiyê nabîne

Paganînî qet pera wenda nake. Konserakê li pey konserakê dide û wek qaîde jî bilêtên wî tim du-sê qatan ji yên xelkê buhatir bûn.

Carake din, paytonciyek wî ji otêlê dibe avahiya ku ewê konsêrê lê bide, lê hinekî zêde jê digre û wek sebeb jî dibêje ku:

- Ez ji te zêde digrim, ji ber ku bilêta konsera te jî pirr buha ye. Paganînî gotina mêrik di devê wî da diqurçimîne, dibêje:

- Heger tu min li ser tekerekî bibî wir, ezê jî heqê bilêtê ji te nestînim.

Lê wê pirr nakşîne bilêtên konserên wî hîn jî buhatir bibin; hewqasî buha bibin ku hetanî wê demê tu muzîsîyenekî din negihîştibe wê deracê.

Lê dîsa jî konserên wî tim tije dibin.

Dû ra jî li Ewrûpayê hin îddîayên din digerin:

- Li Ewrûpayê Paganînî merivê herî çukûs e. Zêrên tu qiralekî bi qasî yên wî tune ye. Ew li pey perên temaşevanan e. Li hin deran navê wî dikin "Paganîente" (Paganînê ku heqê tiştekî nade).
Heta bigihîje şairakî wek Heîrîch Heîne ji Paganînî ra dibêje:

- Ew wampîrakî bi keman e, heger naxwaze xwîna me vexwe jî bi kêmanî dixwaze perên bêrîkên me bixwe.

Her çiqas milet di heqê jiyana Paganînî ya prîvat da gelek çîrok belav dikirin û ji buhabûna bilêtên wî gazin dikirin jî, lê dîsa jî însan qefle bi qefle diçûn konserên wî û her kes hemfikir bû ku lêxistina wî ya kemanê tiştekî muhteşem bû. Raxnegirakî Fransiz dibêje:

- Destûrê bidin bira jin, zarokên xwe yên nuhwelidî bi xwe ra bibin konserên wî, ji bo ku piştî şêst salên din rabin quratiyê bikin, bibêjin me jî carakê li Paganînî guhdarî kiriye.

Dibe ku Paganînî ne lawê diya xwe yê herî di halê xwe da bû, lê tiştê bêmunaqeşe ew kemanjenekî herî baş bû.
Û helbet yê herî bi şik.

Wî, perçên xwe yên soloyê bi piranî bi dizî digirt, ji bo ku kemanjenên din wan nedizin.
Li gorî îddîa Paganînî, metodeke wî ya sirî hebûye, li derekê dibêje:

- Bi vê metodê muzîsiyenekî xort di nava sê salan da kane bigihîje mukemeliyeteke wiha ku ancax ew piştî xebateke gelek zahmet di nav deh salan da bikanibe bigihîjê.

Lê çi heyf ku tu kes fêrî vê metodê nebû, lema jî çi wextê Paganînîyekî din derneket. Însan bi gelek hawî xebitîne ji bo ku sirê vê dehaya wî fêr bibin, lê heta nuha kes fêr nebûye.

Wergera ji swêdî: Zinarê Xamo

Nûdem WERGER No: Payiz 1996 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE