04 november 2012

Gîha hewşê tahl e


Hak-Par sibe kongreya xwe li Anqereyê çêdike. Min fêm nekir çima ne li Diyarbekrê, ne li Wana birîndar, lê li Anqereya zulimkar?
Sibe bi sedan kurd ji Kurdistanê ewê berên xwe bidin Tirkiyê. Lê dil dixwest ku kurdan ji Tirkiyê berên xwe bidana Kurdistanê.
Helbet ev jî netîceya îdeolojî û siyasetekê ye, siyaseta ku Tirkiyê wek welatê xwe û Anqerê jî wek paytexta xwe dibîne.
Ji bo ku meriv hundurê mala xwe xweşik bike û dûzanekê bidê, dibê meriv di wê malê da bijî. Kurd bi çavê mala xwe li Kurdistanê nanêrin.
Gîha(giya) hewşê tal e.

XXX
Hin siyasetmedar, hunermend û ronakbîrên kurd ji Diyarbekrê, Wanê, Ruhayê, Mêrdînê bêtir ji Stenbolê, Anqerê û Îzmîrê hez dikin û loma jî li wir dijîn.
Hin kes bi vî hawî ya jî bi wî hawî mecbûr in ku li Tirkiyê, li bajarekî Tirkan bijîn. Lê hinek jî ne mecbûr in, ji kêfî, ji ber ku giringiyê nadin jiyana li Kurdistanê loma venagerin welatê xwe. Kesên mecbûr meriv fêm dike, lê yên ne mecbûr meriv fêm nake.
Hin kes ji xwe evîndarê Stenbolê ne, dema qala Stenbolê dikin şorik ji devê wan diherike. Bîstek berê min di kanala Gelî Kurdistan da li çend kesên wiha guhdarî kir, bi evîndariyeke mezin qala Stenbolê dikirin.
Welatê meriv dayika meriv e, çi kur û kêmasiyên dayika meriv hebin jî dibê meriv dev ji dayika xwe bernede. Ne welatê xelkê dibe welatê meriv û ne jî dayika xelkê dibe dayika meriv.
Stenbol, Anqere, Îzmîr û bajarên din yên Tirkiyê ji bo kurdan aş in, zû dereng ewê wan bihêre û li nufûsa tirkan bike zêdayî…

XXX
Darê ji bivir ra gotiye, weleh te nikanîbû ez bibiriyama lê ez çi bikim ku doxa te ji min e.
Weleh hukûmeta AKP-ê jî nikanîbû ev zulm li min bikira lê ez çi bikim ku hin kurd bûne doxa bivirê Erdogan…

XXX
Li başûrê Kurdistanê PDK, YNK, Goran, Yekgirtî, Komela Îslamî, PÇDK, YNDK jî di nav da, gelek partî û rêxistinên kurd îro li Hewlêrê ji bo piştgiriya grewên biçîbûnê yên di girtîgehan da hatin ba hev û piştgirî dan girtiyan.
Ev piştgiriya hêzên başûrê Kurdistanê di esasê xwe da piştgiriyeke derengmayî ye, dibê ji zûda da ev piştgirî bihata nîşandan.
Lê bi derengî be jî baş e. Dibê kurd li her derê li hemberî vê zalimiya hukûmetê dengê xwe bilind bikin. Di roja ku zarokên me di zindanên Tirkiyê da hêdî hêdî dihelin û dimrin, dibê em bêdeng nemînin û li mirina wan temaşe nekin.

XXX
Dibêjin di Cejna Qurbanê da 2 milyon 683 hezar qurban hatine şerjêkirin. Yanî qetlîamek mezin çêbûye. Hela hûn bala xwe bidin vê sosiretê, vê ecêba giran, yê gunehkar însan e, lê yê bedela wê dide û dibe qurban heywanö reben in!
Û him jî bi şiklekî hovane…

XXX
Hin siyasetmedar ji bo ku karên xwe yên veşartî û rastiya xwe ji gel veşêrin derewên bi boçik dikin. Lê nikanin baş cî bidinê, her dizane ku tiştên dibêjin derew e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE