25 november 2012

Bersîva pirsên M. Alî Basik û Fatma Savcî.

M. Alî Basik: Li Ewrûpayê Rewşa edebiyata zarokan çawa ye?

Zinarê Xamo: Ji bo hemû Ewrûpayê axaftin zahmet e, dibê meriv yeko yeko li welatan binêre û di heqê edebiyata zarokan da xwedî zanîn û agahdarî be. Wek di warê civakî, kulturî û aborî da, di warê pêşketina edebiyata zarokan da jî di nabên waltên Ewrûpayê da kêm zêde ferq hene. Lê bêguman hemû welatên Ewrûpa girîngiyeke pir mezin didin perwerde û edebiyata zarokan.
Li Ewrûpayê jî çîrokên zarokan yên devkî bûye destpêka edebiyata zarokan. Li Ewrûpayê fikra pêwîstiya edebiyata zarokan pir zû dest pê kriye. Li Fransayê di sedsala 17-an da fabilên(çîrokên) La Fontaine meriv dikane bibêje ku bûn destpêka edebiyata zarokan.
Lê dû ra, di sedsala 18-an da êdî li her derê Ewrûpayê edebiyata zarokan ya nivîskî belav bû û bi pêş ket û berhemên sirf ji bo zarokan hatine nivîsîn.
Li Îngilistanê Danîel Defoe, Jonathan Swît, Dikens, li Danîmarkayê çîrokên Andersen, li Swêd Selma Lagerlov, li Almanyayê çîrokên Birayên Grîmm û gelek berhemên wek wan li Ewrûpayê belav bûn û xwe gîhandin zarokan.

Ez dikanim ji Swêd numûneyeke biçûk bidim. Piştî e-meila we, min bala xwe da îstatîstîkên sala 2011-an ya kitêbên zarokan ku li Swêd çap bûne.
Di sala 2011-an da li Swêd tam 1747 kitêbên zarok û xortan çap bûn. Belê, we şaşnexwend, tam 1747 kitêb! Nufûsa Swêd 9 milyon û 500 hezar e, lê di salekê da hewqas kitêbên zarok û xoratan çabbûne. Gelo li Tirkiyê çuqas kitêbên zaroakan çapbûne, ez bi xwe meraq dikim. Ez bawer nakim ku ji sedî dehê yên Swêd jî çap bûbe.
Ji van kitêbên ku di sala 2011-an da çap bûn jê %54-ê wan swêdî û %46-ê wan jî tercumeyên ji zimanên din in. Piştî van reqeman meriv dikane texmîn bike ku rewşa edebiyata zarokan li Ewrûpayê çi ye û çi nîne…

M. Alî Basik: Naveroka pirtûka te çî ye?

Zinarê Xamo: Naveroka pirtûka min xemîşok(çîrok, fabil, masal)in. 125 xemîşokên zarokan di pirtûkê da hene. Hinekên wan sînorên herêmî derbas kirine û hema hema li seranserê Kurdistanê tên zanîn. Lê hinekên wan jî herêmî ne, bi kêmanî li her dera Kurdistanê nayê zanîn.
Di pêşgotina kitêbê da min qala naveroka kitêbê kiriye, dema hûn bixwînin hûnê derbarê kitêbê da bêtir bibin xwedî agahdarî.


M. Alî Basik: Di pirtûka te çîrokek balkêş ji me re lazim e.

Zinarê Xamo: Weleh li gorî min hemû çîrokên kitêbê jî balkêş in. Yanî tu çîrokek ne balkêş û bêmane tuneye. Lê çîrokên ”Qertel û kûsî”, ”Çirçirk û mûrî”, ”Çûk û fîl” û ”Serpêhatiya qirika qure” ji bo me kurdan çîrokên pir balkêş û manîdarin.


Pirsên Fatma Savcî:
1-Mamoste, tu dikarî bi kinayî qala xwe bikî?

-Ez ji Wêranşara qeza Ruhayê me. Li wir hatime dinê û heta 30 saliya xwe li wir jiya me.
Sinetê min yê esasî pêlavçêkirî/qonderecîtî ye, heta salên 1972-1973-an jî min qonderecîtî dikir.
Dûra bi destpêkirina siyasetê re min dev ji karê xwe berda.
Min di nava partiya Dr. Şivan û pişt ra jî di nava DDKD-ê da dest bi siyasetê kir û heta van salên dawiyê jî wiha mam.
Lê nuha bi tu rêxistinê ra naxebitim.
Ez zewicî me, sê law(Azad, Serhat Arda, Rojen) û keçeke min(Rûken) heye.
Ez qet neçûme dibistanê, xwendin û nivîsandinê ez xwe bi xwe fêr bûme. Ez ji derva ketime îmtîhanan û min dîplomayên dibistana destpêkê û ya navîn ji derve girtiye.
Lê li alî din li ser daxwaza diya xwe, ji bo ku êvarên îniyan Yasînê ji bav û miriyên wê ra bixwînim, min Quran û Mewlûda kurdî jî xwendiye.
Lê piştî destpêkirina siyasetê û çepîtiyê min dev ji xwendina Quranê berda, loma jî nuha xwendina min ne baş e, hema hema min ji bîr kirye.
Ev 30 sal in ku ez mahkûm û qaşxûnê “Dewleta Romê” me û li Swêdê dijîm.
Du kitêbên min(Hindik-Rindik û Antolojiya çîrokên zarokan)derketine.
Bêyî van herdu berhemên min, min ji swêdî jî romanek(Bide dû dilê xwe ya Susanna Tamaro)wergerandiye kurdî.
Ji salên 1980-î û virdaye min di gelek rojname, kovar û malperên kurdî da nivîsîye û di hinekan da jî(Armanc, Berbang, Hêvî, Hêlîn, Netkurd) endametiya redaksiyonê û redaktorî kiriye.
Ji sala 2007-an û virda ye blogeke min(Hindik-Rindik)heye, ez her roj meqalyekê, tiştekî têda dinivîsim.


2-Berî niha te “Antolojiya Çîrokên Zarokan “ amade kir û ji weşanên Apecê derket. Fikra Antolojiya Çîrokên Zarokan ji ku derket?

-Ji zaroktiya xwe da ye ez ji guhdarîkirin û gotina çîrok, meselok, pêkenîn û tiştên wiha gelkî hez dikim. Loma jî min têra xwe xemîşokên(çîrokên, fabel) zarokan dizanîbû.
Berê hafizeya min pir xurt bû, çîrokek carê li ba min bihata gotin ya jî min li derekê guhdarî bikira yan jî di derekê da bixwenda, çiqasî dirêj dibû bira bibûya ji bo min ferq nedikir, min tavilê ji ber dikir. Roja din min dikanîbû eynî çîrok bêyî kêmasî bigota.
Nuha jî ev aliyê min yê jiberkirinê ne xerab e, dema ez çîrokekê di derekê da bixwînim ya jî guhdarî bikim di hişê min da dimîne. Heger wext zêde di ser ra nere ez ji ber dikim û dinivîsim.
Lê li gel vê jî hafizeya min weke berê ne xurt e. Çimkî bi salan ra bi bunya însan ra hafizeya însên jî zeîf dibe.
Yanî bi kurtî, ev meraq û hezkirina ji çîrokan bû sebebê vê berhevoka min.
Belê, fikra ”Antolojiya Çîrokên Zarokan” çawa dest pê kir?
Ev fikir di sala 1981-ê da li Swêd me çend hevalan kovara zarokan Hêvî derxist. Di bera jî me rojnameya Armancê derdixist. Cara pêşî di vê kovarê da(Hêvî) min dest bi nivîsandina çîrokên zarokan kir.
Piştî demekê di nabêna me da hin gelş derketin, Hêvî sekinî, me îcar kovara Hêlînê derxist. Di wir da jî min nivîsandin û berhevkirina çîrokan domand.
Piştî rawestana kovara Hêlînê demeke dirêj, min dev ji nivîsandina çîrokan berda.
Dû ra ez bawer dikim berî nuha bi 10-12 salan li ser israra Mîrhem Yîgît, di rojnameya Ozgur Polîtîka zêdayiya kurdî ya hefteyî da min dîsa dest bi nivîsîna çîrokan kir.
Û ev yek jî di netîceyê da bû sebebê berhevkirin û nivîsandina gelek çîrokên din û xuliqandina vê Antolojiya çîrokên zarokan.
Çîrok û serpêhatiya “Antolojiyê” bi kurtî ev e.

3-Çîrok ji bo zarokan çi ye? Çi li cîhana wan, li şexsiyeta wan zêde dike?

-Ji zarokan ra çîrok gelkî girîng in. Ji bo ku zarok bi hestên xwe mijûl bibin û hestên xwe baştir bikin, kanibin hestên xwe bidin der çîrok ji wan ra dibin alîkar.
Çîrok, bi rengekî sembolîk gelşên ku di pêşerojê da ewê derkevin pêşberî zarokan, bi sembol û bi riya lawiran, zarokan ji van gelşên jiyanê yên pêşerojê haydar dike, haya wan pê dixe.
Bi piranî ev yek, bi riya lawiran û bi devê lawiran tê kirin, ji ber ku zarok ji lawiran hez dikin, tiştên bi devê rûvî, şêr, gur û hirçê tên gotin kêfa zarokan tîne û zarok lê guhdarî dikin, fantaziya wan geş dike.
Peyv, şîret, tevger û şerê di nabêna însên da zêde bala zarokan nakşîne, lê dema gur û berx, pisik û mişk, şêr û rûvî tên hember hev, bi hev ra dipeyivin, ev yek him gelkî bala zarok dikşîne û him jî tesîreke pir mezin li hest û fantaziya wan dike.
Loma jî ne di hemû çîrokan da, lê di piraniya çîrokên Antolojiyê da qehreman lawir in. Ev, ji bo hemû çîrokên zarokan wiha ye.
Di çîrokan da tiştên tahlûke û ecêb ji zarokan ra diyar dibin, tecrûbe û jîriya cîlan(neslan) di çarçeweya xemîşok/çîrokan da, di proseseke pir xwezayî(tabiî)da û bi zimanekî pir hêsa zarokan jê agahdar dike, rê nîşanî wan dide. Fêrkirina van tecrûbeyan bi riyeke din ne mimkûn e.
Çîrok, bi axaftinên lawiran ya dar û beran, ya ba, berf û baranê bi hêsanî riya dilê zarok dibîne, hêza li wir şiyar dike û dixe tevgerê, şikil û şexsiyetekê dide wan hestan û wan kamil dike.
Bi vê riyê li ba zarokan hestên zor û tevlihev bi riya sembolên di çîrokan da tên tevrakirin û şiyarkirin û geşkirin.
Yanî hestên zarok tên zimên, bi saya van çîrokan mecalê dibînin ku geş bibin û xwe bidin der.
Bi gotineke din, bi riya van sembolan hestên zarokan di şertên xwe yên taybet da dikemilin û şexsiyeteke taybet digirin.
Bi riya van çîrokan di dilê zarok da girêkûrkên pir hestiyar dikanin vebin û şexsiyet û qerekterê kesayetiya zarok dikanin şikil bigrin.
Meriv dikane bibêje ku çîrok ji bo zarokan alavekî(amûrekî)alîkariyê yê pir girîng e, bi vî alavî zarok dikane xwe ji gelek gelş û pirsan rizgar bike û şexsiyeta xwe bi pêş xîne.
Di çîroka gelêrî da baweriya bi hêza zarok esas e. Mesaja ku çîroka gelêrî dide zarok ev bawerî ye. Dibê zarok baweriyê bi xwe û bi hêza xwe bîne, reben û qudûmşikestî mezin nebe.
Loma jî çîroka gelêrî tim baş diqede û ev yek jî bi giştî tesîreke pir baş li hestên zarok dike, baweriya bi îradeya wî xurt dike.
Çîrokên zarokan bi heyecan in û di şertên herî dijwar da jî riya xelasiyê nîşanî zarokan didin, tu carî zarokan bêhêvî û bêmecal nakin, di şertên herî xerab da jî mişk li hemberî pisikê tu carî bêhêvî û teslîm nabe.
Li ba zarok di temenê biçûk da xurtkirina van hestan, dayina vê baweriyê gelkî muhîm e.
Wek tê zanîn di çîrokê da lawir jî weke însanan dikanin hereket bikin û bipeyivin. Ji ber ku çîrok ne rastî, fantazî ye. Loma jî di çîrokan da sînorê fantaziyê tuneye, her tişt mimkûn e.
Li alî don di çîroka gelêrî da (xemîşok,fabel) armanceke exlaqî û moralî jî heye. Yanî çîrok dixwaze mesajekê bide zarokan, tiştekî baş û pêwîst fêrî wan bike, wan bike însanên baş, rastgo, nefsbiçûk, cesûr û bi xwe bawer.
Di çîrokê da bi piranî meriv taybetmendiyên lawiran bikar tîne. Yanî “şêr şah e, gur ehmeq e, rûvî fêlbaz e, kund/bûm kûpê aqil e, piling cesûr e, hirç saf û kêmaqil” e û hwd.
Li alî din di çîrokan(xemîşokan) da jêhatîbûn, xebatkarî, durustî, pakdilî, comerdî, cesaret û mêranî tim û tim li kara însên e, kesên xwediyê van xusûsiyetan di dawiyê da tim li karê ne û biser dikevin.
Û yên bêrahm, dilreş, zalim, bêbext, virek, xayin, xurt, xerab û bêwefa jî di netîceyê da tim li zirarê ne, tim wenda dikin. Bi vê riyê zarok kar û zira di nabêna durustî û bêbextiyê da, di nabêna dilrahmî û bêrahmiyê da dibîne.
Loma jî di xemîşokan da kûsî li hemberî kwêrgî(kergu, kerguh), dîk li hemberî rûvî, çûk(beytik) li hemberî fîl, rûvî li hemberî gur, ker li hemberî ga, hêz û dek û dolabên wan têk naçin, di dawiyê da, piştî gelek zor û zahmetî be jî biser dikevin.
A ji ber van xusûsiyetên qerekterîsk û moralî di perwerde û şikilgirtina zarokan da xemîşok(çîrok, fabil)gelkî girîng e û meriv dikane bibêje ku rola dibistanê dilîze, tesîreke pir pozîtîv li şexsiyet û hestên zarok dike. Asoya zarok fireh dike.
Û helbet li alî din zimanê zarok bi pêş dixe, xezîna wî ya gotinan dewlemend dike.
Loma jî heta ji meriv tê, dibê meriv her êvar xemîşokekê ji zarokan ra bixwîne, bi xemîşokekê wan têke xew.
Piştî serkeftina berx li hemberî gur, ya mişk li hemberî pisikê, ya kevokê li hemberî rûvî zarok rakeve bextewar e û bi hestên pir xweş û serkeftî di xew ra dihere.


4-Li gor fikra te, kurd heya niha çiqas li ser perwerde û cîhana zarokan ya hundirîn rawestiyan e, weşanên wan yên tv û çapemeniyê gelo têra xwe ji bo cîhana zarokan kar dikin?

-Perewerdeya zarokan bi hebûna sîstemeke perwerdeyê, bi îmkan û mecalên dewletê mimkûn e.
Berî her tiştî zarokên kurd hîn nikanin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Zarokên kurd piştî 6-7 saliya xwe bi darê zorê fêrî zimanekî biyanî dibin.
Û ev yek jî hestên wan birîndar û şexsiyeta wan tevlihev dike, jihevda dixe.
Helbet di perwerdeya zarokan da rola malê, der û dor, dê û bavê jî gelkî girîng e, lê têr nake.
Ji bo vê yekê dezgeh, lîteratûreke dewlemend, pedagog, psîkolog, kesên pispor û şareza lazim in.
Kurd, weke milet îro ji van îmkanên dewletê ji bin da bêpar in.
Bira dibistan û perwerdeya zarokan ya bi zimanê dayikê li wir bibîne, kurd hîn nikanin navên kurdî li zarokên xwe kin.
Yanî li gor miletên din, di warê îmkan û dezgehên perwerdeyê da kurd hîn di nuxteya sifirê da ne, loma jî meriv nikane daxwazên ne maqûl û ne mimkûn ji wan bike.
Lê li gel vê jî, li gor îmkanên di destê wan da hene, bi taybetî jî di telewîzyonan da dema bixwazin dikanin gelek tiştên baş bikin.
Bes heta nuha nekirine(qesta min Kurdistana Tirkiyê ye)û nakin.
Pir hindik di nava kurdan da jî îro hin pispor û zanayên perwerdeya zarokan hene û dikanin xebat û xizmetên baş bikin.
Di vir da ji hebûna mamoste, pedagog, pispor û kadiran bêtir, mesele têgihîştina girîngiya karekî wiha ye, têgihîştina vê yekê ye.
Mixabin kurd hîn ne di vê zanînê da ne. Hîn nizanin îmkanên xwe yên heyî baş û heta dawî bikar bînin.
Ji dêlî ku di kanalên telewîzyonên xwe da giraniyê bidin ziman û perwerdeya zarokên xwe, wexta xwe bi tirkî û bi leqeleqa vala derbas dikin. Û bi vî hawî bi tirkan ra ew jî gelê xwe asîmîle dikin.
Weke her miletî, zarokên me jî pêşeroja me ne, lê ji bo vê pêşerojê tiştên îro ji destê me tê em naxin xizmeta zarokên xwe.
Hema di serî da berî hertiştî, piraniya kurdên Tirkiyê bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin, carê ev bi serê xwe xerabiyeke herî mezin e.
Zarokê ku li mala xwe fêrî zimanê dayika xwe nebe, zarokekî nîvçe ye, di pêşerojê da bi zimanê dayika xwe nikane tu berhemê bide miletê xwe.
Ev nikanîn di wexta kamiliyê da tesîreke pir mezin li hestên zarok dike û wî ji civata wî sar dike, dûr dixe.
Çimkî nikane di civatên kurdîaxêv da rûne û bi însanan ra bide û bistîne.
Gava ziman ji cîlekî dewrî cîlekî din nebe nikane jiyana xwe bidomîne, rojek tê dimre.
Ziman, dema di bazarê da neyê xebitandin û berhemên kulturî û edebî pê neyê afirandin ne mimkûn e ku bijî.
Loma jî meriv dikane bibêje ku kurdên bakur di warê perwerdekirina zarok û axaftina bi kurdî da îmtihaneke baş nadin.

5- Çîrokên di Antolojiyê de, lehengên wan ji heywanan pêk tên. Gelek kes çîrokên ku lehengên wan heywanin, wek fabil bi nav dikin. Tu di navbera çîrok û fablê de çi ferqiyê dibînî?

-Di nabêna çîrok/xemîşok û “fabel”ê da tu ferq tuneye, tenê navên cihê ne. Hemû jî eynî cureyê wêjeya, (edebîyata) zarokan e û tên eynî maneyê.
Gotina “fabel” ji gotina “fabula” ku tê maneya “axaftin”, “peyv” ya jî “çîrok”ê tê. Lê gotina xemîşok, “çîrok” û “çîroka gelêrî” jî eynî tişt e û di eynî maneyê da tê bikaranîn.
Xemîşok(fabel, çîrok), taswîreke kin e ya exlaqî ye û xwedî wate û naverokeke pir dewlemend e. Lê “tu îdîayeke wê ya rastiyê” tuneye. Di xemîşokê da hertişt mimkûn e, hertişt dikane biqewime.
Lê li alî din ne şert e ku xemîşok tenê li ser lawiran be. Di xemîşokê da tu mecbûriyeteke wiha tuneye.
Mesela di hin çîrokên Antolojiyê da dar, baran, ba û berf dipeyivin, ba û roj bi hev ra dikevin qayişkêşiyê û hwd.
Yanî wek min got, di xemîşokê da hertişt dikane were zimên, bipeyive. Ji ber ku çîrok ne rast e, fantazî ye. Tu îdîayeke xemîşokê(fabelê)ya ratstbûnê tuneye. Loma jî qehreman û qerekterên xemîşokê dikanin lawir, berf û baran ya jî dar û ber bin, ev jî tê maneya ku tiştên di xemîşokê da tên gotin ne rast in, fantazî ne.

6- Çîrokên di Antolojiyê de hemî gelêrî ne ma ne wisa? Bi taybet yên kîjan herêmê Kurdistanê ne?

-Piraniya çîrokan gelêrî, yanî xwedî û miletê wan nayê zanîn û bi tu herêmeke taybetî va jî ne sînorkirîne.
Min bi salan ew ji devê însanan, ji kitêb, kovar û rojnameyan berhev kirine û bi uslûb û kurdiya xwe, ew nivîsandine.
Yanî weke çîrokbêjekî min jî li gor xwe ew ji nuh va da gotine.
Lê hinek jî hene ku di kurdî da bûne “gelêrî”, lê belkî di zimanekî din da nivîskarê wê/wan hebin. Îcar kîjan gelêrî ne, kîjan yên kurdan e, kîjan ne yên kurdan e ez nizanim. Ji bo zanîna vê yekê lêkolînên ilmî lazim in.
Tiştê min kiriye, min di kitêbekê da ew anîne ba hev û weşandiye.
Jixwe bi kîjan zimanî dibe bila bibe, gelek çîrokên zarokan dişibin hev, weke ku koka wan yek be. Ji ber ku di destpêkê da xemîşok, tenê bi devkî hatine gotin û dûra jî li cîhanê belav bûne. Lê piştra bi wextê ra ji alî hin kesan va hatin berhev kirin û nivîsîn û di vê nabênê da jî hin tişt li wan kêm û zêde bûne.
Loma jî gelek çîrokên zarokan yên klasîk li her dera dinyayê pir dişibin hev.
Wek tê zanîn Aisoposê (620-560 berî zayinê) grekî, weke berhevkarê fablan(xemîşokan/çîrokan)yê pêşî tê qebûlkirin.
Piraniya fablên li Ewrûpayê û cîhanê belav bûne tê gotin ku yên wî ne. Loma jî gelek çîrokên miletan hema hema weke hev in.
Piştî Aisopos, di sedsala şandan da jî Le Fonatainê firansî,(1621-1695)ew bi helbestkî yanî bi wezn û kafiye nivîsî.
Lê helbet hin xemîşokên milatan yên mexsûsî wan jî hene. Bes ev kîjan in û kînga hatine nivîsîn mijareke din e.


7- Tevî ku ev çîrok ji bo zarokanin jî, dîse rastiyên jiyanê yên dijwar tê de cî digrin, wek şer îxanet, bêbextî, kuştin..ûhw. tu vê yekê çawa dibînî, sedema vê çi ye gelo? (Ji ber ku , dema em li çîrok û fablên miletên din dinêrin bêhtir cîhaneke aram, buyerên hûmanîter û bê dijwar in…)

-Na, di nabêna çîrok û fablên me û miletên din da tu ferqeke weke hûn dibêjin tuneye. Li her dera cîhanê rol û armanca çîrokan (fablan) eynî ye; xurtkirina şexsiyet û fantaziya zarokan e.
Mesela çîrokên “destbiratiya rûvî û quling”, “dar û bivir”, “şengê û pengê” çirçirk û mûrî”, “gur û berx”, “destbiratiya gur û rûvî” û gelkên din li ba me çawa bin, li ba miletên din jî hema hema eynî ne.
Lê nav dikane ne yek be û yek dikane ji ya din hinekî kin ya jî dirêjtir be.
Mesela “Destbiratiya rûvî û quling”, “gur û ker”, gur û kûçik”, “kevok û rûvî”, “Şengê û pengê” û gelekên din bi navên cihê û bi hin ferqiyetên biçûk di swêdî û di gelek zimanên din da jî hene.
Yanî ji alî naverokê da di nabêna çîrokên me û yên miletên din da tu ferq tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE