07 oktober 2012

Ji bo êrîşkirina ser kurdan "topbaran" ewê zêde bibin


Tirkiyê bi îdîeya ku ewê Sûriyê bitirsîne û xwedêgiravî rê li ber êrîş û tacîzkirinên nuh bigre ”Tezkereya Sûriyê ya Şer” ji meclîsê derxist.
Lê belovacî wê, piştî derxistina tezkereyê topbaran tew zêde bûn. Tê gotin ku îro guleyeke topê ya din jî ketiye aliyê Tirkiyê û Tirkiyê jî tavilê bersîv daye û li gelek hedefan xistiye.
Tiştê xuyaye ji nuha û pê va ”topbaranên Sûriyê”(!) yên bi vî rengî her ku biçe ewê zêdetir bibin.
Ewê zêdetir bibin ji ber ku seneroyaya hukûmetê ji xwe li gorî viya hatiye amadekirin.
Topbaran û gulebaranên bi vî rengî ji alî Sûriyê da ewê zêde bibin ji bo ku ji Tirkiyê ra hinceta(behaneya) têkeve axa Sûriyê û êrîşe bibe ser kurdan çêbibe.
Çimkî tiyatroya topbaranê ji bo êrîşkirina ser kurdan hat amadekirin.
Loma jî di rojên pêş da ewê ”êrîşên” bi vî rengî zêde bibin û dawiya dawî ewê rojekê Tirkiye bibêje edî em nikanin tahamulî vê yekê bikin, êdî sebra me nema û bajon ser kurdan.
Ji bo ku li Sûriyê jî kurd nebin xwediyê statuyeke wek ya Îraqê hukûmeta AKP-ê ev lîstik xist dewrê.
Hemû dek û dolabên hukûmeta AKP-ê ji bo vê yekê ye, ji bo ku li Sûriyê kurd tu mafekî netewî bidest nexin. Kurdê ku vê lîstika hukûmetê nebîne ya pir cahil e û ya jî di bin ra hevalê hukûmetê û dewleta tirk e.

XXX
Balefirên şer yên Tirkiyê ji êvarî da ye Qendîlê û Xakurkê bomebaran dikin. Li gorî çapemenî dinivîsîne, balefirên şer yên Tirkiyê şeva borî dest bi bomberana Qendîlê, Xakurkê û hin herêmên din kirine û bombebaran îro berdewam e.
Li gorî xeberên ji herêmê tiên, di netîceya bombebaranê da ziyanek e mezin gihîştiye gundên herêmê û agir bi gelek seran ketiye.
Diyar e beşdariya serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ya kongreya AKP-ê û gotinên wî yên derbarê piştgiriya Erdogan da jî pere nekir. Erdogan mêrik ji ya xwe nayê xwar û di domandina şerê bi kurdan ra bi israr e.
Hin kurd bi israr fêm nakin ku Erdogan bi siyaseta ”pişipişo û zeytkirinê” nerm nabe û dev ji şerê kurdan bernade.

XXX
Parlementerê AKP-ê yê bajarê Diyarbekrê Galîp Ensarîoglû gotiye ku perweredeya bi zimanê kurdî mafekî kurdan yê demokratîk e û dibê nebe mijara bazarê.
Ensarîoglû li Diyarbekrê di civîna ”Polîtîkayên Zimanê Zikmakî” da peyivî ye û gotiye,
”Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafeke. Mafekî demokratîk û însanî ye. Kurd vê dixwazin. Kurd ewê tu carî daxwazên xwe yên perwerdeya bi zimanê dayikê nekin mijara bazarê û ji van daxwazên xwe gavê paş da navêjin. Dibê ev yek baş bê zanîn. Ez jî di nav da, kurd, perwerdeya bi zimanê dayikê mafê xwe dibînin û vî mafê xwe dixwazin. Û ji vî mafî gavê paş da navêjin.”
Galîp Ensarîoglu wiha dibêje lê belê partiya wî jî ji kok da li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî ye, Erdogan dibêje tişekî wiha ewê Tirkiyê perçe bike.
Kesekî xwediyê vê dîtinê esas ciyê wî ne AKP ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE