02 oktober 2012

Îraqê ji Tirkiyê ra got: Leşkerên xwe ji Kurdistanê vekşînin !

Li gorî nûçeya ajansa AFP-ê, hikûmeta Iraqê ya merkezî biryar girtiye ku dibê Tirkiye hemû leşkerên xwe yên ku ji sala 1995-a û vir da ye li ser axa Îraqê ne paşda vekşîne.
Berdevkê hikûmeta Îraqê Alî Debbax, îro bi beyanekê diyar kiriye ku heyeta wezîran biryar girtiye ku, tu hêz û leşkerên biyanî li ser axa Îraqê nemînin û peymanên ku di vî warî da hatine mohrkirin jî hemû bên betalkirin.
Wargehên leşkerî yên Tirkiyê ji sala 1995-a û vir va li Kurdistana Federe li herêmên wek Batûfa, Bamernî, Begova û Kanîmasiyê hene.
Li gorî texmînan li dora 1200 leşkerên Tirkiyê li Kurdistanê hatine bicîkirin. Lê ev jimar dikane zêdetir be.
Derbarê vê biryara hukûmeta Îraqê da heta nuha ji hikûmeta Kurdistana Federe tu beyan û nehatiye.
Ez hêvî dikim ku ev biryara hukûmeta Îraqê rast be. Û ez bawer dikim ewê rast be jî.
Çimkî têkiliya hukûmeta AKP-ê û ya Malikî her ku diçe berbi xerabûnê ve diçe.
Wek tê zanîn derî dawî Malikî vexwendina Erdogan ya kongreya AKP-ê red kir.
Û ya din jî, Haşimiyê ku biryara îdamê di heqê wî da hatiye dayin jî wek cîgirê serokkomarê Îraqê beşdarî kongreya AKP-ê bû. Diyar e ku vê yekê Malikî dîn kiriye.
Bi îhtîmaleke mezin, ev biryara hukûmeta Malikî, bersîva mazûbaniya Erdogan ya Haşîmî ye.
Dema hukûmeta Îraqê vê biryarê bigre ji bo hukûmeta Kurdistanê jî argument û zemînekî huqûqî û siyasî çêdibe ku ew jî ji Tirkiyê vekişîna leşkerên wan bixwze. Ji ber ku hukûmeta Kurdistana Federe nikane biryra hukûmeta merkezî nas nake, kurd mecbûr in piştgiriya biryarê bikin.
Ji bo kurdan ev fersendeke zêrîne. Loma jî dibê kurd vê fersendê baş bikar bînin û bi xêra vê biryara hukûmeta merkezî ji leşkerên tirk xelas bibin.
Wisa xuya ye ku di rojên pêş da dijayetiyên nabêna Tirkiyê û Îran û Îraqê ewê hîn jî xerabtir bibin. Dema şêla hukûmeta Îraqê ev be, ji nuha û pê va balafirên Tirkiyê ewê nikanibin weke berê her roj sînorên Kurdistanê-Îraqê jî îhlal bikin.
Esas ev netîce hemû ji ber siyaseta Erdogan ya nîjadperest ya antî-kurd e. Erdogan, ji bo ku bikanibe li Sûriyê, li Îraqê û li Tirkiyê siyaseteke li dijî kurdan bimeşîne mecbûr dimîne ku bi dostên xwe yê berê ra were hemberî hev. Dijminatiya Erdogan ya bi kurdan ra vê netîceyê bi xwe ratîne û ev jî di lehê kurdan da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE