22 oktober 2012

Erdogan çi be, Gul jî ew e

Ev demeke hinek kes îdîa dikin ku serokkomar Abdullah Gul û serokwezîr Erdogan di mesela kurd û di têkiliyên bi BDP-ê ra wek hev nafikirin û heta di vî warî da hatine hemberî hev. 
Bi Gotineke din, xwedêgiravî Gul, ji siyaseta Erdogan ya derbarê mesela kurd da nerazî ye.
Îspata vê jî Gul, parlamenterên BDP-ê li Qesra Çankayayê qebîl kir, lê Erdogan li Xarpêtê got em bi BDP-ê ra rûnanin; çimkî BDP him terorê mahkûm nake û him jî ne xwedî selahiyet û biryar e...
Bi dîtina min di nabêna Gul û Erdogan da li ser mesela kurd tu dubendiyeke cidî, siyasî tuneye û ne mimkûn e ku bibe jî. Ji ber ku Gul jî bi qasî Erdogan li dij e ku kurd bibin xwedî statuyeke siyasî û hebûna wan di qanûna esasî da were qebûlkirin.
Rast e Gul û Erdogan carnan hin tiştên wek ku li dijî hev bin dibêjin, lê ev yek ne dijayetiyeke siyasî û ïdeolojîk e, mesala rolên cihê û uslûbî ye. Gul û Erdogan du karekterên cihê ne, Gul, rûvî ye, naxwaze planên xwe eşkere bike. Erdogan gur e, mexlûqekî har e.
Ji bo ku Gul, di mesela kurd da ji Erdogan cihêtir bifikire, dibê Gul perwerdeya bi kurdî qebûl bike, bixwaze mafê kurdan yên netewî were dayin û bixwaze hebûna kurdan di qanûna esasî da were naskirin.
Lê Gul ne tenê van mafan ji bo kurdan naxwaze, wek Erdogan ew jî li dijî dana van mafan e. Loma jî dibê meriv cihêtiya uslûbê pir mezin neke. Gul jî, Arinç jî û Çîçek jî bi qasî Erdogan li dijî naskirina kurdan û perwerdeya kurdî ne.
Piştî gotinên Arinç yên derbarê beyana amîrê emniyeta Diyarbekrê da, ji bo Arinç jî eynî tişt gotibûn. Lê dû ra çi bû? Arinç, wek berxikan gav paşda avêt, virda wê da çerx kir û pesnê gotinên Erdogan da.
Netîce, Gul, Arinç û kesên wek Çîçek nikanin li hemberî Erdogan rabin. Nikanin rabin, ji ber ku carê ne ew mêr in û ya din jî di mesela kurd da heger ji Erdogan ne xerabtir bin, jê ne pêşdatir in jî. Loma jî dijayetiya nabêna Gul û Erdogan ya li ser mesela kurd îdâyeke bêbingeh e.

XXX
Ji dêlî ku hûnê rabin û rûnin û ji zulm û êrîşên hukûmeta AKP-ê gazinan bikin, li hemberî wê heta ji we tê bixebitin. Ne bi gazinan, ancax bi xebatê em dikanin van zaliman bînin rê û bigihîjin azadiya xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE