10 oktober 2012

Erdogan bi agir dilîze

Parlamenterê AKP-ê yê Dîlokê(Entabê) Şamil Tayyar, di programeke telewîzyonê da gotiye, ji bo girtina Şamê hemû hazirî hatine kirin, di 3 saetan da ewê bigihîjin Şamê.”
Şamil Tayyar, di axaftina xwe ya Beyaz TV-ê da gotiye, ”Heger îro Tirkiye bixwaze, ez viya pir bi îdîa dibêjim, di 3 saetan da digihîje Şamê. 
Ji bo herbê hemû hazirî hatine kirin. Hêvî ew e ku zorê nedin sebra Tirkiyê. Haziriyên heta çûna Şamê hatine kirin û her tişt temam e…”
Ez bawer dikim ku Şamil Tayyar ji ber xwe napeyive, miheqeq haya wî ji derekê heye.
Seddam Husên jî berî êrîşa ser Îranê wiha fikirîbû, wî jî wisa bawer kiribû ku bi êrîşeke ji nişka ve ewê mesele biqede.
Lê hesabê mal û bajêr li hev derneket û dawiya dawî şer bû sebebê serê wî û kuştina bi sedhezaran kesî.
Diyar e ku berpirsiyarên hukûmeta AKP-ê jî wek Saddam Husên dîn bûne, heger dîn nebûna tiştekî wiha nedigirtin rojeva xwe û xwe ji bo îşxaleke wiha amadeyî nedikirin.
Tiştekî wiha lîstina bi êgir e, dema ev agir vêkeve, ewê gurr bibe û dema gurr bibe Tirkiye û Erdogan bi xwe jî ewê di vî agirî da bişewitin.
Erdoganê zirzopê Kasimpaşayê, Sûriyê û kurdan pir biçûk û Tirkiyê jî di neynika dêwan da dibîne. Herb ne lîstika zarokan e û yên li hemberî Tirkiyê jî ne zarok in û ne destvala ne.
Loma jî ev hesab him şaş e û him jî pir tahlûkeye û dibê hinek tavilê bala Erdogan û şelafên(dalkawikên) li dora wî bikşînin.
Lê bi qasî ku xuyaye xwediyên wan tuneye, kesê ku bikanibe şîretekê li van dînan bike tuneye.
Diyar e Erdogan ji serpêhatiya Seddam Husên û ji dîroka Tirkiyê ya van 30 salên dawî jî tu derz negirtiye. Nagirtiye, ji ber ku dijminatiya bi kurdan ra Erdogan û şelafên li dora wî ji aqil dûr xistine, hemû bûne nîjadperestên dîn û har û pir tahlûke…
Û însanên dîn bi rastî jî dikanin her dînîtiyê bikin, çimkî dîn in…

XXX
-Paceya neynika dawiyê dibê ji paceya cama pêşiyê ne mezintir be…

XXX
Carnan hin kêliyên(bîstikên) wiha hene ku gotine hewce nake, bi nêrînekê, bi çavqurçkirinekê, bi tebesumekê, bi qevdek gul jî meriv dikane ya dilê xwe bibêje

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE