09 september 2012

Tu yê tim di lê gelê xwe da bijî!


Lîstikvanê sînemayê, rejîsor, senarîst, nivîskar û welatparêzê kurd yê bi nav û deng Yilmaz Guney(Yilmaz Putun), 28 sal berê di 9-ê îlona 1984-a da li Parîsê li surgûnê ji nava me koç kir û çû ser dilavaniya xwe.
Îro li seranserê cîhanê kurd vî hunermend û welatparêzê kurd yê mezin bi giramî û bi hurmetekemezin bibîr tînin.
Yilmaz Guney di her warî da merivekî pir hêja û pir mezin bû, pir zû, di emeke ku hewcedariya gelê wî pir bi wî hebû mirinê ew ji me stend.
Lê berhem û mîrata ku Yilmaz Guney li pey xwe hîştiye, mîrateke pir hêja û pirmezin e, gelê wî ewê im û tim bi mîrata Yilmaz serbilind be.
Yilmaz Guney, berî mirina xwe di axaftineke xwe da li ser rewşa kurdan û Kurdistanê wiha gotibû:
"Em vê qederê red dikin! Em naxwazin bibin zarokên welatekî bindest ê ku ji çar alîyan ve hatiye dagirkirin; em dixwazin bibin zarokên welatekî azad, serbixwe û yekgirtî. Em dixwazin li ser axa xwe, bi zimanê xwe stranên evînê û azadîyê bibêjin. Û em dixwazin li warê xwe, li bin alaya xwe, azad û serbixwe bijîn.”
///YILMAZ GUNEY

Ez Yilmaz Guney bi hurmeteke mezin bibîr tînim. Bira gorra wî buhuşt be!

XXX
Hakim ji diz pirsî, got:
-Hela ka bibêje, tu çawa ketî dikanê?
Li hemberî vê pirsa hakim, diz hinekî fikirî û dû ra got:
-Hakim beg, ma em hatin vir ji bo ku mahkime bûnê ya jî sirê sinetê xwe îfşa bikin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE