04 september 2012

Nîjadperestiya Erdogan nahêle rastiyê qebûl bike

Serokwezîr Erdogan û serokerkan Necdet Ozel, îro elelecele li Qesra Serokwezîriyê hatin ba hev û tam 3 saetan peyvîn. Piştî civînê tu daxuyanî nehat dayin.
Li alî din, di çapemeniyê da jî derbarê naveroka civînê da tu agahdarî tuneye.
Lê tiştê tê texmînkirin, civîn li ser rewşa Sûriyê, lê herî bêtir jî li ser êrîşeke berfireh ya ser Qendîlê ye.
Du roj berê li herêma Şirnexê kuştina deh leşkerên d
in hukûmet hejand.
Erdogan dixwaze artêş tavilê ji PKK-ê heyfê bigre û li hemberî van êrîşan miheqeq tiştekî bike.
Do serokê CIA-yê David Petraeus, bi navê wî yê meşhûr, ”generalê çewlcî” jî ji nişkave hat Tirkiyê û bi serokê MIT-ê Fîdan ra hevdîtinek Pêk anî.
Wek tê zanîn David Petraeus, di sala 2003-an da li Silêmaniyê çewal xistibû serê 11 leşker û zabitên tirk û artêşa tirk gelkî pîs kiribû.
Tirk li hember David Petraeus pir bi kîn in, lê ji ber ku nuha muhtacî wî û alîkariya wî ne, loma jî di medyayê da pir pesnê vê ziyareta Petraeus didin.
Îhtîmala herî mezin ew e ku hukûmeta AKP-ê li hemberî PKK-ê ji serokê CIA-yê David Petraeusê ”çewalcî” dîsa rica alîkariyê kiriye…..
Lê vala ye, ev çendik û çenda car in ku hevdîtinên wiha dubare dibin û Emrîka alîkariyê dide Tirkiyê, lê tişt jê dernakeve. Dawîd Petraeus ji Tirkiyê ra nikane PKK-ê biqedîne, nikane mesela kurd hal bike.
Mesela kurd û PKK-ê ne bi alîkariya Emerîka û David Petraeus, bi diyaloga bi PKK-ê û BDP-ê ra, bi dana mafê kurdan yê netewî ve hel dibe.
Lê nîjadperestiya Erdogan nahêle ew vê rastiyê bibîne û mesele kurd bi riyeke aştiyane çareser bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE