15 september 2012

Ma we dizanîbû August Strindbeg nîjadpereset e?

Îsal li Swêd 100 saliya mirina August Strindberg(1849-1912) bi gelek aktîvîteyên(çalakiyên) cûr be cûr tê bibîranîn.
Li ser jiyana û berhemên Strindberg li Stockholmê gelek semîner û konferans tên çêkirin. 
Ji tablo, gotin, nivîs û nameyên Strindberg gelek pêşangeh hatine vekirin û di medyayê da jî hema hema her roj qala Strindberg û berhemên wî tê kirin.
Strindberg, yek ji swêdiyên ku li cîhanê 
herî bêtir tê naskirin û herî pir meşhûr e. Lê bi taybetî jî wek dramatîker(nivîskarê tiyatroyê)Strindberg li cîhanê pir bi nav û deng e.
Lê Strindberg di esasê xwe da merivekî pir kontorversiel e, yanî merivekî pir tevlihev e û teşxele ye. Di çalakiyên 100 saliya mirina wî da derket ortê ku Strindberg her wisa merivekî rasîst(nîjadperest)bû.
Li gel mezinayiya wî ya hunerî, li gel aliyên wî yên baş, hin aliyên wî yên ”xerab” jî hebû; mesela ew merivekî rasîst û xwediyê îdeolojiyeke nîjadperest bû.
Ev aliyê Strindberg yê ”xerab”, yê rasîst(nîjadperest) li cîhanê nayê zanîn.
Û min bi xwe jî heta nuha nizanîbû. Lê nuha di pêşangeha berhemên wî da meriv fêr dibe ku Strindberg di eynî wextê da merivekî nîjadperest bû, baweriya wî bi mezinayî û serdestiya nîjada ”spî” hebû. Li gora wî, ”nîjada spî” ya herî hêja, herî bi qîmet e.
Ev aliyê Strindberg ne li cîhanê tenê, li Swêd jî baş nayê zanîn. Fikrên wî yên li ser jinan û li dijî jinan li Swêd tê zanîn û loma jî jinên femînîst qet ji Strîndberg hez nakin, li piyesên wî temaşe nakin.
Li Stockholmê di pêşangeha Centrûma Pirkulturî ya li herêma Botkyrka-Fittjayê, Susan Juhlin, Katrin Holmberg, Leif Magnuşon û Tobias Hubinette, gelek gotinên Strindberg ji piyes, kitêb û nameyên wî yên li ser gelek mijarên cuda girtine û bi dîwarê pêşangehêve bidarde kirine.
Tobias Hobinett, di hevpeyvîna xwe da dibêje, piraniya van gotin û dîtinan hewqasî nîjadperest in ku heger îro bûya ne mimkûn bû ku bihatana weşandin.
Û dûra jî wiha dibêje:
-Nîjadperestî (rasîzim)jî aliyekî Strindberg e, lê di 100 saliya wî da nexwestin li ser wê were peyivandin.
Tobias dibêje, naxwzin bipeyivin, ji ber ku ev yek bi swêdîtiyê ra li hev nake. Nîjadperestî wê demê beşekî swêdîtiyê bû. Wê demê meriv swêdîtî ji ”nîjada spî” ya herî spî didît û nasnameya swêdiyan li ser vê ava bûbû.
Lê bi tevgera 68-an ra nîjadperestî ji swêdîtiyê hat paqijkirin, ji dêlî wê ve antîrasîzim bû xusûsiyeta swêdîtiyê.
August Strindberg, ji bo qereçî û cuhuyan dibêje, ”ew nîvmeymûn in”.
Strindbeg di heqê afrîkiyan da jî xwediyê dîtinên nîjadperest e û gelek tiştên ne xweş li ser wan jî gotine.
Tobias dibêje, ne Strindberg tenê, gelek nivîskar û ronakbîrên swêdiyan yên wê demê rasist bûn. Mesela kesên weke, Selma Lagerlöf, Ellen Key jî wek Strindbeg difikirîn.
Wek tê dîtin, swêdî dîtin û aliyê pêşiyên xwe yên nebaş venaşêrin, wan bi aliyên wan yê baş û yên xerab ve pêşkêşî civatê dikin. Ev yek tiştekî pir baş e.
Lê tirk eksê wê dikin, tiştê îro neyê hesabê wan ji axaftin, name, bîranîn û berhemên însanan derdixin û di dewsa wan da tiştên nerast bicî dikin.
Mesela, gelek gotinên Seîdê Kurdî yên li ser kurdan, Kurdistanê û li ser çareserkirina mesela kurd ji berhemên wî derxistine û gotinên wî negotine xistine dewsa wan.
Û ne ev tenê, hemû tiştên li ser ermeniyan û rûman, Ataturk, ”serê azadiyê”, şewat Îzmîrê yanî bi kurtî dîroka Tirkiyê û Tirkan li ser derewan hatiye avakirin.
Falih Rifki Atay, di bîranînên xwe(Çankaya)da li ser şewata Îzmîrê dibêje, me Îzmîr çima şewitand û dema Îzmîr dişewitî Ataturk li şaneşîna (balkona) xezûrê xwe yê musteqbel rûniştibû û araqî vedixwar û li şewatê temaşe dikir.
Lê wê rojê min di derekê da xwend, ev beşe ji çapa nuh ya kitêbê derxistine.
Loma jî ne mimkûn e ku meriv swêdiyan bi tirkan ra miqayese bike. Swêdî ji gotina kêmasî û şaşiyên xwe natirsin, wan dibêjin, lê tirk ne tenê vedişêrin, di ser da jî tiştên nerast dixin dewsa wan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE