08 september 2012

Kurdên bakur siyaset rezîl kirin



Nivîskarê rojnameya Zamanê Alî Bûlaç, di kanala telewîzyona Haberturkê da gotiye, AKP li ser navên pir baş dixebite. Di rojên pêşda kesên wek Kemal Burkay û Orhan Mîroglu dikanin derbasî AKP-ê bibin.
Herçî Mîrogluye çûna wî ya AKP-ê ji bo min ewê  ne surprîz be, ew dikane bibe her tişt û here her derê, her tişt êdî li bejna wî tê.
Lê Kemal Burkay hinekî cihê ye, tiştekî wiha ewê bibe sosireta salê…Lê vira Tirkiyeye û her tişt mimkûn e. Heta bêyî Burkay, hin serok û meşhûrên din jî dikanin surprîzê bikin.
Gelo Bûlaç ji kîsê xwe wiha dipeyive ya jî haya wî ji tiştekî heye?
Ji ber ku meriv ji ber xwe îdîayên wiha mezin navêje ortê.
Ez bi xwe nizanim Bûlaç li gorî çi wiha dipeyive.
Lê belê wisa xuyaye ku Bûlaç, Mîroglu û Burkay îro gelkî nêzî AKP-ê dibîne û loma jî ew bawer dike ku ew dikanin herin AKP-ê.
Bi baweriya min Bûlaç di vê texmîna xwe da pir ne neheq e jî...
Tirk dibêjin, dera agir lê tunebe dûxan jê hilnayê…

XXX
Ziman neynika miletekî ye. Gava em li vê neynikê dinêrin li wê derê em sûretê xwe yê herî rastîn dibînin.
Schiller

XXX
Dibê tu hêza gotinê baş fêm bikî. Heta ku tu hêza gotinê(peyvê) baş fêm nekî tu nikanî hêza însanan fêm bikî. Ji ber ku bi gotinê dilê însanan radibe pêdarê û qeyd û merbendên tirsê diqetîne.

XXX
Li gorî anketa World Wîde Web Îndexê, li cîhanê welatê ku înternetê ji bo tiştê baş û bi rengekî bifeyde bikar tîne Swêd e. Dû ra Emerîka û Îngilistan tê.
Lê welatê ku înternetê herî xerab û bi rengekî bêfeyde bikar tîne yek jê jî Tirkiye.
Li Tirkiyê înternet ji tiştên baş bêtir, ji bo tişt û karên xerab û bêfeyde tê bikaranîn.
Ji xwe tim wiha ye, tirk ji başiyê bêtir tim di xerabiyê da jîr û yekem in. Serê wan ne ji başiyê û çêyê ra, ji nebaşî û xerabiyê ra dixebite.
Çimkî ji mezinên xwe, ji pêşiyên xwe ev derz û talîm dîtine. Loma cîlên nuh jî wek pêşiyên xwe dikin. Yanî heta ku xerabî, nerindî û pîsî hebe tu carî başî û rindiyê nakin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE