12 september 2012

Hesab ji qatilên 12-ê Îlonê hîn nayê pirsîn


Di dîroka kurdên bakur û Tirkiyê da îro rojeke pir tahl û reş e. Li Tirkiyê di 12-ê Îlona 1980-î da cûntayeke leşkerî di bin serokatiya general Kenan Evren da bi darbeyeke leşkerî dest da ser hukum.
Cûnta leşkerî meclîs û hemû partî, komel , sendîka û rêxistinên demokratîk fesh kir û li hemberî kurdan dest bi girtin û operasyonên berfireh kir.
Bi hezaran kurdên çep û welatparêz girtin, ji îşkenceyên mezin derbas kirin û avêtin zindanan. Gelek kes di îşkenceyan da hatin kuştin.
Bi hezaran kurdên çep û wealtparêz welatê xwe terikandin û derketin dervî welêt.
Di ser vê darbeya leşkerî ra 32 sal derbas bûne lê brokrat û generalên cûntacî hîn jî nehatine girtin û cezakirin.
Qatilên bi sedan kesî hîn jî li Tirkiyê destên xwe li ba dikin û di nava civatê da digerin.
Berpirsiyar û sûcdarê vê yekê hukûmeta AKP-ê ye, hukûmeta AKP-ê naxwaze dest bide kes û generalên sûcdar û hesab ji wan bipirse.
Ji ber ku artêş êdî ketiye bin emrê wan. Loma jî naxwazin artêşa xwe zêde biêşînin û generalên nuha ji xwe bixeyidînin. Îro li Tirkiyê erê esker ne li ser hukim in, lê rejîmeke wek ya dema 12-ê Îlona 1980-î ya ”Faşîzma Îslama Tirk” heye. Erdogan merivekî nîjadperest û faşîst e û neyarê miletê kurd e…
Dibê em zulma 12-ê Îlona 1980-î ji bîr nekin. Ez wê darbeya faşîst û hempiştên wê yên îro protesto û şermezar dikim.
Bira bimre faşîzima 12-ê Îlona 1980-î û rejîma olîgarşîk û despot ya îro...

XXX
Serokê KCK-ê Mûrat Karayilan bang li hemû perçeyên Kurdistanê kir û xwest ku hemû kurd edestê alîkariyê dirêjî xelkê Rojavayê Kurdistanê bikin.
Karayilan, di bernameya taybet ya Ronahî TV-yê da li ser rewşa kurdên rojavayê Kurdistanê rawestiya û bang li hemû perçeyên Kurdistanê û bi taybet jî bang li kurdên başûr û bakur kir û xwest ku ew bi xurtî xizmeta kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin.
Ev şê

la karayilan, şêleke netewî yeû bangeke pit rast e. Bi rastî jî dibê îro hemû kurd, lê bi taybetî jî hukûmeta Kurdistana Federe, di warê aborî, siyasî, dêplomasî û leşkerî da alîkariya kurdên rojava bike. Kurdên rojava îro muhtacê vê alîkariyê ye.
Dibê kurd li Sûriyê di warê leşkerî da pir organîze û pir xurt bin û kanibin welatê xwe biparêzin. Ev şert e.
Li Sûriyê Kurdistan li ber avabûnê ye, dibê kurd vê fersenda dîrokî ji destê xwe bernedin. Azadbûna kurdên rojava, azadbûna kurdên bakur e jî.

XXX
Diyarbekira xopan, kela mêr û egîdan, ”bajarê sirên xwe di guhê sûrên xwe dike pistepist”, bîna xwe fire bike, hindik maye, zarokên kuçe û kolanên te ewê te rizgar bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE