26 september 2012

Ez hêvî dikim ku ne fortekî vala ba


Li gor nûçeya rojnameya New York Timesê, Cîgirê Serokê Komîteya Ewlekariya Parlementoya Îraqê Îskender Wîtwît gotiye, ewê êdî qebûl nekin ku balafirên Tirk yên şer her roj bi hinceta şerê PKK-ê sînorên Îraqê îhlal bikin.
Xwedêgiravî Îskender Wîtwît gotiye;
"Emê artêşa xwe li dijî êrîşên balefirên Tirkiyê ku di nava axa Îraqê da PKK-ê dikin hedef, amade bikin. Û ji bo ku em balefirên Tirkiyê bixin xwarê emê artêşê çekdar bikin."
Balafirên Tirkiyê her roj bêyî ku destûrê ji hukûmeta Îraqê bigrin ya jî haya Îraqê pêxin, gelek caran derbasî nava sînorên dewleta Îraqê dibin û bi tonan bombe dirjînin ser çiya, gelî, gund, newal û axa Kurdistanê.
Di dema êrîşên zirarên canî da hukûmeta Kurdistanê carnan dengê xwe bilind dike û tirkan protesto dike, lê hukûmeta merkezî ya Îraqê heta nuha dengê xwe nekiriye.
Di normalê da dibê dewleteke serbixwe tiştekî wiha qebûl neke. Heger Îraq bi rastî jî dewleteke serbixwe ye, ne kolonîyeke Tirkiyê ye, dibê van îhlalên Tirkiyê ji roja roj da qebûl nekira.
Lê ez hêvî dikim ku ev xeber rast be û bi kêmanî ji nuha û pêda Îraq bi rastî jî êdî vê çavsoriya tirkan qebûl neke.

XXX
Serokdewletê Emerîka Barak Obama, di axivitina xwe ya Neteweyên Yekbûyî da fermana rejîma Esed da û got, ”dibê rejîma Esed nemîne û di û pergala nû ya Sûriyê da dibê dîtina kurdan, mesîhiyan, sûniyan û elewiyan jî were grtin.”
Bi gotineke din, yanî dibê di rejîma nuh da mafê kurdan jî were dayin...
Ev gotinên Barak Obama di civîna Neteweyên Yekbûyî da gelkî girîng in, li hemberî cîhanê teauheteke vekirî ye.
Ev jî nîşan dide ku Emerîka li Sûriyê piştgiriyê dide daxwazên kurdan yên netewî.
Esed di demeke pir kin da ewê ya bireve, ya jî were kuştin. Piştî vê, Sûriye ewê ji nuh ve were avakirin. Di Sûriyeya nuh da bêguman kurdên rojava jî weke kurdên başûr ewê jî bibin xwedî statuyeke siyasî. Yanî meriv dikane bibêje ku kurdên rojava xelasbûne, tenê maye kînga ?
Piştî azadiya kurdên rojava dor ewê were Tirkiyê, dibê kurdên bakur xwe ji wê rojê ra amede bikin.

XXX
Heyeta Radyo û Telewîzyonê ya Danîmarkayê ji Doza Roj TV-ê 2 meh cezayê rawestandina weşanê da kanalên Nûçe TV, MMC û METV (Mezopotamya TV).
Li gorî biryarê, weşanên kanalên Nûçe TV, MMC, Roj TV û METV yên girêdayî şîrketa Mesopotamia Broadcastingê, ewê ji roja 3-ê cotmeha 2012-a saet di 24.00 û pêva du mehan werin rawestandin.
Ez meraq dikim, li hemberî vê biryarê gelo Tirkiyê çi da Danîmarkayê?
Ez bawer nakim ku Heyeta Radyo û Telewîzyonê ya Danîmarkayê ev biryar belaş girtibe. Zû dereng, rojekê ewê ev bazarî jî derkeve û ji bo demokrasî û azadiya xweîfadekirinê ji bo Danîmarkayê bibe rûreşiyeke mezin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE