09 september 2012

Ez bûm xwedî twîtter jî

Bîstek berê bêhemdî ez bûm xwedî twîtter. Hejarê Şamîl di facebookê da gotibû ji nuha û pêva di twîtterê da ewê tenê bi kurdî binivîse. Min xwest ji ber vê biryarê wî pîroz bikim. Lê aletê xwest ez xwe qeydi bikim û nizanim çi û çi bikim. Axirê ji min çi xwest min wer kir û min hew dît ku ez bûme xwedî twîtter....
Carnan çûk li kevir dikve, yê min jî bû ew mesele, bi nezanî ez bûm xwedî twîtter. Lê ez hîn nizanim bixebitînim....
Min barê xwe girantir kir, facebook ne bes bû nuha jî twîtter lê zêde bû, Xwedê bi alîkarê min be...

XXX
Li gorî anketa World Wîde Web Îndexê, li cîhanê welatê ku înternetê ji bo tiştê baş û bi rengekî bifeyde bikar tîne Swêd e. Dû ra Emerîka û Îngilistan tê.
Lê welatê ku înternetê herî xerab û bi rengekî bêfeyde bikar tîne yek jê jî Tirkiye.
Li Tirkiyê înternet ji tiştên baş bêtir, ji bo tişt û karên xerab û bêfeyde tê bikaranîn.
Ji xwe tim wiha ye, tirk ji başiyê bêtir tim di xerabiyê da jîr û yekem in. Serê wan ne ji başiyê û çêyê ra, ji nebaşî û xerabiyê ra dixebite.
Çimkî ji mezinên xwe, ji pêşiyên xwe ev derz û talîm dîtine. Loma cîlên nuh jî wek pêşiyên xwe dikin. Yanî heta ku xerabî, nerindî û pîsî hebe tu carî başî û rindiyê nakin…


XXX
Serokwezîr Erdogn, ji bo ku li hemberî kurdan û BDP-ê micadelê bidin , bang CHP-ê û MHP-ê kiriye, gotiye teşkîlatên xwe yên ji Sêwasê wêda rakin ser nigan, bira têkevin nava gel û bixebitin, bira li wir tenê AKP-e tunebe.
Artêşeke yek milyonî, bi sedan tank û top û bi hezaran qorîcî ne bes in, Erdogan nuha jî alîkariyê ji MHP-ê û CHP-ê dixwaze, dibêje hûn jî werin gazî û hawara dewletê.
Yanî camêr dixwaze li hemberî kurdan seferbegligê îlan bike, dixwaze xelkê siwîl jî li hemberî BDP-ê piştgiriyê bidin AKP-ê û dewletê.
Ev jî nîşan dide ku Erdogan, ewê di siyaseta xwe ya şer da israr bike.

XXX
Ziman neynika miletekî ye. Gava em li vê neynikê dinêrin li wê derê em sûretê xwe yê herî rastîn dibînin.
Schiller

XXX
Dibê tu hêza gotinê baş fêm bikî. Heta ku tu hêza gotinê(peyvê) baş fêm nekî tu nikanî hêza însanan fêm bikî. Ji ber ku bi gotinê dilê însanan radibe pêdarê û qeyd û merbendên tirsê diqetîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE