05 september 2012

Ev stûrî ji Erdogan ra jî namîne



Hemwelatiyên welatekî çiqasî biçûk bin, dewlet jî hewqasî mezin e, xwedî hukum û otorîteyeke mutleq e. Heger Li Tirkiyê hemweletî ne biçûk bûna, yanî di siyasetê da xwedî gotin û giranî bûna, Erdogan bi serê xwe nikanîbû ev hukum bikira û li hemberî kurdan ev şer bidomanda.

XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ji bo parlamenterên BDP-ê gotiye, ”bira herin Qendîlê, ciyê wan Qendîl e.”
Mahcirê Gurcistanê, nûnerên miletê kurd ji welatê wan diqewitîne, dibêje herin derkevin serê çiyan.
Tirk dibêjin yê ji çiyê hatiye yê rezvan diqewitîne, yê Erdogan jî bû ev mesele.
De were nemre, de were neteqe!
Kî kê ji welatê kê diqewitîne?
Kurd, wek hinekan ne mahcir û pêsekiniyên tirkan e, kurd xwediyê vî welatî ne. Loma jî yên werin qewitandin ne kud in, Erdogan e…


XXX
Tarîfkirina edebiyatê jî bi serê xwe edebiyateke. Hin kes bi xuliqandina edebiaytê û hin kes jî bi tarîfkirina wê dibin edîb..

XXx

Piştî ku meriv bi hedê xwe nizanibe, zanîna gelek tiştan bi kêrî tiştekî nayê.
//W. Butler

XXX
-Li hemberî felakatên mezin cesaretên mezin dixuliqin.
-Kûçikekî diewte ji şêrekî raketî bikêrtir e.
-Meriv nikane karê îro bi metodên do bike. Karê îro dibê bi metodê îro bibe.
-Heta ku meriv negihîje qeraxê kendêl meriv nikane biffire.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE