11 september 2012

Beşîkçî bi mêraniya xwe cesaret da kurdan


Qet şik tuneye ku gelek kurd bi berhemên Îsmaîl Beşîkçî xoce bi kurdayetiya xwe hesiyan.
Îsmaîl Beşîkçî xoce, berhemên xwe kir neynik û da destê kurdan.
Kurdan, di vê neynikê da bindestî û zulma li wan dibe baştir dîtin û baştir fêm kirin.
Û dû ra jî gelekan gotin, wey bavo, me nizanîbû em di vî halî da ne.
Heta meriv dikane bibêje ku Beşîkçî, bi înad û mêraniya xwe ya di dadgehên tirk da bû sembola liberxwedanê û cesaret da gelek siyasetmedar û ronakbîrên kurd.
Heger îro kurd di dadgehan da, di civîn, konferans û di medyayê da bi rehetî navê Kurdistanê hil didin û qala îşxala welatê xwe û doza serxwebûnê dikin, di vê pêşketinê da, di vê ceserata kurdan ya civakî da keda Beşîkçî xoce pir û pir mezin e…
Beşîkçî xoce, bi duristî, rastgoyî û mêraniya xwe cesrat da mirovên kurd, civata kurd û di hilweşandian dîwarê tirsê da jî roleke mezin lîst.
Dibê civaknasên kurd li ser rol û tesîra Beşîkçî ya di pêşketina şiûrê kurdan yê netewî da lêkolînan bikin. Ev, heqekî Beşîkçî ye li ser me kurdan.

XXX
Heta ji te tê ne însanan, aqil tahrîk bike. Çimkî ancax bi aqil meriv dikane însanan rake ser nigan û têxe hereketê.

XXX
Fikra xerab dil gemarî dike.

XXX
Di gotinê da kin, di fikir da fireh be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE