30 september 2012

Kurd ewê vê bêhurmetiya Erdogan jî di hişê xwe da bigrin


Bêhurmetiya ku Erdogan di kongreya AKP-ê da li hemberî miletê kurd û serokê herêma Kurdistana Federe birêz Mesûd Barzanî nîşan da, careke din diyar kir ku berî her tiştî Erdogan merivekî sût e û ne tu meriv e û ya din jî ew nîjadperestekî neyarê miletê kurd e. Û her wisa ew merivekî pir bêedeb e jî.
Erdogan, di axaftina xwe da navê hemû mîvanên kongreya 4-em ya AKP-ê yeko yeko hilda û hemû silav kirin.
Lê gava ku dor hat ser Mesûd Barzanî û Erdogan serokê herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî anons kir, navê kurd û Kurdistanê negirt devê devê xwe û negot ”Serokê Herêma Kurdistana Federal”, got, ”Serokê Herêma Îdarî ya Îraqê Barzanî.”
Yanî sifetê Mesûd Barzanî rast negot, negot ”Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî.”
Dibê birêz Mesûd Barzanî, li hemberî vê bêedebiya Erdogan bêdeng nema ya kongre biterikanda, ya jî di axaftina xwe da bersîva vê bêedebiya Erdogan bida. Birêz Mesûd Barzanî him ev fersenda dîrokî bikar neanî û him jî di axaftina xwe da pesnê Erdogan da û xwest ku kurd jî piştgiriya wî bikin.
Dema kurd piştgiriya siyaseta Erdogan bikin, wê demê divê piştgiriyê bidin înkara navê birêzMesûd  Barzanî jî. Erdogan hîn tehamul nake navê welatê Mesûd Barzanî û sifetê wî rast bibêje. Kurdê çawa piştgiriyê bidin Erdogan min fêm nekir?
Netîce şêl û bêdengiya  birêz Mesûd Barzanî ya di kongreya AKP-ê da ez xeyalşikestî kirim, min jê şêleke hîn mêrane dipa. Mixabin wî ev yek nekir.
Helbet bi vê bêedebiyê Mesûd Barzanî ne biçûk dikeve û ne jî ji şexsiyeta xwe tiştekî wenda dike. Belovacî wê, birêz Barzanî û heyeta pê ra dîtin ku Erdogan çi neyarekî bi girr e .
Bi vê bêhurmetiya li hember Mesûd Barzanî, yê li ber çavê cîhanê û kurdan biçûk ket Erdogan e, kurdan û cîhanê dîtin ku Erdogan ne merivekî giran û cidî ye, ew nîjadperestekî basît e…


XXX
Nivîskarekî fînî gotiye ji bo ku girîngiya zimên bi kurdan bide fêmkirin numûneyeke pir xweş daye, gotiye:
”Zimanên biyanî kincên me ne, em kengî bixwazin em dikanin ji xwe bikin, lê zimanê dayikê çermê me ye, em nikanin çermê xwe ji xwe bikin...”
Lê çi hef û mixabin ku gelek kurdan ”kinc” û ”çermê” xwe bi hev guhertine, kincên xelkê kirine wek çermên xwe.

Min ji birêz Mesûd Barzanî axaftineke hîn baştir dipa

Min nuha li axaftina birêz Mesûd Barzanî ya kongreya AKP-ê guhdarî kir. Ez bi xwe ne li dij bûm ku Mesûd Barzanî beşdarî kongreya AKP-ê bibe. 
Çimkî carê vexwendina birêz Mesûd Barzanî bi serê xwe ji bo kurdan serkeftin e. 
Ji ber ku eynî Erdoganî û hevalên wî hîn çend sal berê gotinên nemayî ji Mesûd Barzanî û Talabanî ra dikirin û digotin, ”serokeşîr” û ”solalês” û nizanim çi û çi.
Dema eynî Er
dogan, Barzanî wek mîvanê şerefê dawetî kongreya partiya xwe dike, bêguman ev biserketina kurda ye û têkçûna siyaseta Erdogan e.
Ev aliyekî meselê ye.
Aliyê din yê meselê jî, min digot belkî birêz Mesûd Barzanî di kongreyê da axaftineke biserûber, axaftineke girîng û baş bike, belkî tesîreke baş li têkiliyên Tirkiyê û kurdên bakur jî bike.
Lê axaftina wî ya kongreyê ne tu axaftin bû, axaftineke pir qels û tirsok bû.
Ji dêlî ku wek serok û nûnerekî miletê kurd bi mêrane doza miletê xwe ya bi heq bîne zimên û ji tirkan û hukûmetê ra bibêje, dibê hûn mafê miletê kurd bê şer û bê kuştin bidin, ji serî heta dawî pesnê Erdogan û AKP-ê da, pesnê siyaseta Erdogan da.
Û siyaseta Erdogan û AKP-ê ya kurd jî em hemû dizanin ku hîn jî li ser asasê înkar û asîmîlekirina miletê kurd e, Erdogan hîn jî ji daxwazên kurdan yên rewa ra dibêje ”teror”. Erdogan hîn jî naxwaze mafê perwerdeya kurdî bi zarokên kurdan, hîn jî naxwaze bi şiklekî resmî hebûna kurdan qebûl bike.
De car wek serokekî miletê kurd, meriv çawa dikane ji siyaseta serokê vê hukûmetê ra li çepikan xe û bibêje hûn siyaseteke baş dimeşînin.
Erê em dizanin ku kurdên başûr nikanin wek kurdên Tirkiyê hukûmetê û Erdogan rexne bikin, naxwazin nabêna wan û hukûmetê xera bibe, di gelek waran da ew muhtacî Tirkiyê ne û gelek tiştên din.
Lê belê ev nayê wê maneyê ku di platformeke wiha girîng da serokekî wek Mesûd Barzanî bi yek gotinê jî rexne li Tirkiyê, li siyaseta AKP-ê negre, bi yek gotinê jî qala kurdên bakur û zulma li wan dibe neke û tenê pesnê Erdogan bide.
Bi dîtina min pir şerm e, nepeyiviya baştir bû.
Ma beşekî Kurdistanê hîn jî ne di bin îşxala dewleta Erdogan da ye?
De îcar Erdogan di van 10 salên îktîdara xwe da çi daye kurdan ku serokekî kurd rabe hewqasî pesnê wî û partiya wî bide, min fêm nekir…
Xwezî birêz Mesûd Barzanî di kongreya AKP-ê da ev axaftin nekira…

29 september 2012

Dewlet û miletê "sentetîk"



Tirkiye û miletê tirk du hebûnên sentetîk in, sûnî ne, tu kok û bingeheke wan ya dîrokî tuneye. Navê ”Tirkiyê” piştî Şerê Cîhanê Yekem, bi alîkariya hin konsultên ewrûpî hat dîtin.
Di dîrokê da welatekî bi navê ”Tirkiye” tuneye, nîjadperestên balkanî û kafkasî ev nav li vê ”Tirkiya ” nuha û li bakurê Kurdistanê kirin.
Sosyologê kurd Yaşar Abduselamoglu, li ser vê meselê şiroveyeke pir baş li ser gotina Hidayet Şefkatli Tuksal kiriye. Tuksal, di telewîzyona CNN-ê da gotiye, ” "Bu ülkenin adı Türkiye olmasaydı belki daha barış içinde yaşayacaktık/Navê vî welatî ne Tirkiye bûya belkî emê hîn baştir di nava aştiyê da bijiyana.”
Abduselamoglu jî di facebookê da li ser vê peyvê analîzeke kin ya baş kiriye.
Sed sal berê Împaratoriya Osmanî hebû, Kurdistan hebû, lê welatekî bi navê ”Tirkiyê” tunebû, ew, welatekî çêkirî yanî sûnî ye. Bingeheke ”Tirkiyê” ya dîrokî, huqûqî û gelêrî tuneye. Welatê ku îro jê ra dibêjin ”Tirkiye”, milkê xelkê ye, xwediyên wê hinek kuştin û hinek jî bi darê zorê celî kirin û dû ra jî dest danîn ser welatê xelkê.
Kurd hîn teslîm nebûne, ev nod sal in kurd ji bo girtina welatê xwe li ber xwe didin, hela em binêrin ev liberxwedan ewê çi bi xwe ra bîne…

XXX
Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç, di pograma kanala Haberturkê da gotiye, ji bo ku ferhenga ”Tirkî-Kurdî” hazir bikin, wan talîmat daye Dezgeha Zimanê Tirkî.
Ya Arinç efendî kurdan pir nezan û kêmaqil dihesibîne ya jî ew bi xwe yekî pir rebenok e û cidîyeta meselê fêm nake.
Kurd êdî bi van manawrayên xapandinê yên basît û biçûk naxapin.
Û hewcederayê kurdan bi amadekirina ferhenga Arinç jî tuneye, berî nuha bi salan wan bi xwe gelek ferhengên kurdî-tirkî, tirkî-kurdî çêkirine.
Dibê hukûmet dev ji taktîkên wiha basît berde û mafê kurdan yê netewî qebûl bike.
Mesela miletê kurd bi çêkirina ferheng merhengan çaresernabe, mesela kurd, meseleyeke netewî û siyasî ye, kurd doza mafên xwe yên netewî dikin, ferheng çi ye?

XXX
Li ser pirsa hakim, ”te ala Kurdistanê çi kir", Qadî Mihemedê nemir ev bersîva dîrokî daye yê celad:
”Min ala Kurdistanê emanetî Mele Mistefa Barzanî kirîye, ew li ser milê wî ji çîyakî dihere çîyakî, ji bajarekî dihere bajarekî, ji welatekî dihere welatekî, heta ku rojekê li ser hemû çîyayên Kurdistanê, li hemû derên Kurdistanê bête daliqandin, pir baş bizanibin ku ewê ew roj jî bê!

Cî li hukûmetê teng bûye


Hukûmeta AKP-ê di şer da li hemberî PKK-ê têk çû, vê rastiyê êdî her kes dibîne. Ji ber ku Erdogan û genralên wî jî dîtin ku bi şer ew nikanin zora PKK-ê bibin, loma jî dîsa çûn xwe avêtin bextê Abdulah Ocalan û ew xistin dewrê.
Li gorî daxuyaniyên hin berpirsiyarên Tirkiyê û xebera rojnameya Hurriyetê, birayê Abdullah Ocalan, Mihemd Ocalan û abûqatek di roja 21-ê îlonê da çûne girava Îmraliyê û bi Abdulah Ocalan ra hevdîtin     pêkanîne.
Û xwedêgiravî Ocalan, ji bo êrîşên PKK-ê yên van demên dawî PKK rexne kiriye û gotiye ”êrîşên van rojên dawî bêmesûlîtiyeke pir mezin e…”
Ev zêdeyî salekê ye hukûmet nahêle kes here ba Ocalan û ji devê wî beyanek were belavkirin.
Ev çi hikmet e ku nuha dihêlin?
Nuha dihêlin çimkî hukûmet dibîne ku di şer da ew têk diçin û ji bo ku ev têkçûn berfirehtir û mezintir nebe dixwazin dîsa Ocalan dixin dewrê. Dixwazin bi alîkariya Ocalan PKK-ê rawestînin.
Yanî tiştê ku Erdogan nikane bi riya şer û sîlehan bidest xe, dixwaze bi riya Ocalan bidest xe, bi riya Ocalan êrîşên PKK-ê bide rawestandin, heta ku xwe topî ser hev dikin. Ev jî manawrayeka nuh e, hukûmet dixwaze dîsa demekê serî li kurdan bigerîne. Dibê PKK vê nêta hukûmetê bibîne.
Loma jî bi baweriya min ev têkiliya hukûmetê ya bi Ocalan ra ne ji bo destpêkirina hevdîneke nuh e, ne ji bo çareseriya meselê ye, ji bo rawestandina êrîşên PKK-ê û xapandinê ye. Dixwazin rê li ber wendayiyên(zayiatên)xwe bigrin. Ji ber ku wiha dom bike kontrola Kurdistanê ji destê wan derdikve.

XXX
Rojekê du kes li ser meseleyekê ketibûn gewriya hev, yekî mesele ji Xoce Nesredîn pirsî:
Xoce got, ”Tu bi heq î”.
Dû ra yê din jê pirsî. Xoce ji wî ra jî got:
”Tu jî bi heq î”.
Ji wan wê da yekî li wan guhdarî dikir, mêrik xwe ranegirt, ji Xoce ra got, :
-Xoce, te ji herduyan ra jî got, ”tu bi heq î”, ma ev çawa dibe?
Xoce serê xwe hejand û got:
”Weleh tu jî bi heq î”…
Carnan meriv rûbirûyî meselên wiha dibe ku meriv nikane heq bide kesî, meriv xwe mecbûr his dike ku ji hemûyan ra jî bibêje ”tu bi heq î”…

27 september 2012

Nûrî El Malikî Erdogan şeqizand


Serokwezîrê Îraqê Nûrî el Malikî, vexwendina serokwezîr Erdogan ya Tirkiyê bi zimanekî ”kibar” red kiriye, gotiye li qusûra min nenêra, ez nayêm…
Malikî, di hevpeyvîna xwe ya bi telewîzyona El Îraqiye ra gotiye, ”Min ji birêz Erdogan ra nameya sipasiya xwe şand. Min got, ji ber ku di nêz da seyehata min heye ez nikanim vexwendina te qebûl bikim.”
Bêguman sebebê Malikî nîşan daye ne rast e, mesele ji nikanînê bêtir nexwestine.
Malikî bi vê yekê nîşanî Erdogan daye ku ew ji hukûmeta AKP-ê pir qeherîye û nuha naxwaze bi wî ra li hev were.
Tirk zû li tiştan sor dibin û zû jî poşman dibin. Erdogan bi vê vexwendina xwe di siyaseta xwe ya Îraqê û ya li hemberî Malikî û ya Sûriyê da gavek paşda avêtiye û poşmaniya xwe nîşanî Malikî daye.
Lê Malikî qebûl nekiriye.
Ez hêvî dikim ku demeke dirêj Malikî û Erdogan li hev neyên û nabêna wan xerabtir bibe. Dostiya wan li zirara kurda ye. Ji bo ku kêmtir zirarê bigihînin kurdan, ez hêvî dikim ku nabêna wan tim wiha xerab be…


XXX
Serokê meclîsa Tirkiyê Cemîl Çiçek di axaftina xwe ya kongreya Zimanê Tirkî da gotiye:
”Zimanê tirkî ji bo miletê tirk xezîneyeke muqedes e. Zimanê me di devê me da wek şîrê diya me ye, wek pêxawrin û nanê me ye. Zimanê tirkî, dil û hafizeya miletê meye. Heger em bibin xerîbê zimanê xwe, emê bibin xerîbê kultur û ïrfana xwe jî.
Ji ber vê yekê dibê em zimanê xwe baaş bizanibin û li hemberî xerabûnê biparêzin. Ziman xera bibe ewê nasname, kultur û îrfan jî xera bibe.”
Wek hûn dibînin dema dibe tirkî , Cemîl Cîçekê mahcirê Kafkasan ji bo miletekî zimên çawa girîng dibîne.
Lê eynî tiştî ji bo kurdî nabêje û eynî temiyê li kurdan nake.
Çîçek ji bo tirkan zimên hewqasî girîng dibîne, lê gava dor tê ser kurdan, mafê perwerdeya bi kurdî jî ji bo zarokên kurdan qebûl nake, dibêje piştî ku we 12-13 saliya xwe qedand, emê hefteyê du saetan bi zimanê we dersê bidin we.
Rast e, bi rastî jî ziman dil û hafizeya miletekî ye. Heger miletek zimanê xwewenda bike, ne tenê kultur û îrfana xwe, ew xwe jî wenda dike.
Ji ber vê yekê dibê em kurd zimanê xwe miheqeq bizanibin û wek rohniya çavê xwe biparêzin. Wendabûna zimanê me, wek milet wendabûna me ye jî. Dibê emvê rastiyê bizanin.

XXX
”A ez ji wî nifşî/cîlî me, ew nifşê bêyî ku Mihemed Şêxo nas bike ji bo Neşet Ertaş pir xemgîn dibe… Xwedê we bikekurd! Ez nifireke din jî li wenakim”
Omer Faruk Baran
Yanî qesda Omer Farûk Baran ev e: Bêyî ku em xwe nas bikim bi secera bav û kalên xelkê dizanin.
Ev rast e, bi qasî ku em edîb, şair û hunermendên tirkan nas dikin, em yên xwe nas nakin.

XXX
Em di şîna xwe da jî ne ji bo miriyê xwe, ji bo miriyê xelkê digrîn. Ji ber ku dijmin bi şiûra me lîstiye, em kirine xerîbên qewmê xwe û dîroka xwe. 

Erdogan dîsa dest bi çivan kir


Piştî beyana wezîrê edaletê Ergîn, do jî serokwezîr Erdogan di kanaleke telewîzyonê da got, “dibe ku bi Îmraliyê ra ji nû ve hevdîtin werin destpêkirin”.
Diyar e dîsa cî li efendî teng bûye û wek rûvî dîsa li dû fenekê ye. Loma dibêje “hevdîtinên Osloyê dikane dîsa dest pê bikin...”
Pratîka Erdogan ya van deh salên îktîdara wî nîşan da ku ew di mesela têkiliyên bi PKK-ê ra ne samîmî û ne cidî ye û bi siqnekî safî naxwaze hebûna kurdan qebûl bike û mafê wan yên netewî demokratîk bide.
Ji bo ku îktîdara xwe bidomîne weke taktîkeka bîngirtinê carnan bi PKK-ê ra dikeve têkiliyê. Lê dema bi firêqetiyê dikeve di cî da dev diguherîne û tavilê dest bi êrîşkariya xwe berê dike.
Erdogan van manawrayên xapandinê diceribîne ji ber ku ew naxwaze mesela kurd careser bike yanî naxwaze hebüna kurdan mafê wan bi rengekî resmî û qanûnî qebûl bike. A sebebê esasî ya van civên Erdogan ev e, qal û qîlên din hemû mahneyên vala ne.
Bi îhtîmaleke mezin li pişt van gotiên wezîrê edaletê û Erdogan dîsa hesabekî xepandinê heye.
Erdogan dibîne ku artêşa wî di şer da roj bi roj têk diçe û rezîl dibe. Li gel hemû tedbîran jî dikin nakin, nikanin pêşiyê li çalakiyên gerîla bigrin. Loma jî ji bo ku zêde ji ïtîbarê da nekevin dixwazin bi vê taktîka “ ji nû ve destpêkirina hevdîtinan” hinekî bîna xwe bigrin. Û ji bo êrîseke hîn berfirehtir li hin riyên din bigerin.
Ji xwe ne samîmîbûna Erdogan ji van operasyonên van rojên dawî jî diyar e. Ev çend roj in dîsa dest operasyonên KCK-ê kirine.
Baş e ji ber ku nêta Erdogan û hukûmeta wî wiha dibê PKK û BDP daxwaza hevdîtinan red bike?
Bêguman na, dibê red nekin. Heger daxwaza destpêkirina hevdîtnên nuh ji hukûmetê were dibê PKK û BDP qebûl bikin. Lê bi şertê ku dibê îcar ev hevdîtin ne bi dizî bin, dibê eşkere bin û hemû jî bi protokol bin.
Ya na, Erdogan sibe ewê dîsa bibêje “protokol sexte ye û me ji bo înformasyonê û selameta dewletê ev yek kir...”

XXX
Kurdino, çavên we ronî be, di xerîteya cîhanê ya nû da Kurdistan jî heye. Başûrê Kurdistanê wek dewleteke serbixwe tê nîşandan. Helbet ev ne temamiya Kurdistanê ye, tenê beşekî wê ye. Di rojên pêş da înşelah emê Kurdistana mezin jî bibînin. Ev yek girêdayî xebat û yekîtiya me da ye.

XXX
Seokê Emerîkayê Barack Obama, ji raqibê xwe Mitt Romeney ra gotiye, ”Ew dişibe rûvîyê xwe dabe bende pîna mirîşkan.”
Law qey bextê mirîşkan reş e, li vê dinyayê her kesî çavê xwe bera mirîşkan daye, rûvî û çeqel ne bes bûn, wa ye Mitt Romaney effendi jï xwe li ber pina mirîşkan pit kiriye.
Miletên feqîr yên Asya û Afrîkayê ji xwe here were çend mirîşkên wan mane, xwedê neke heger Romaney qezenc bike, weleh mirîşkan jî bi feqîr.n Asya û Afrîqayê ve nahêle, ewê gişan bixwe...

26 september 2012

Ez hêvî dikim ku ne fortekî vala ba


Li gor nûçeya rojnameya New York Timesê, Cîgirê Serokê Komîteya Ewlekariya Parlementoya Îraqê Îskender Wîtwît gotiye, ewê êdî qebûl nekin ku balafirên Tirk yên şer her roj bi hinceta şerê PKK-ê sînorên Îraqê îhlal bikin.
Xwedêgiravî Îskender Wîtwît gotiye;
"Emê artêşa xwe li dijî êrîşên balefirên Tirkiyê ku di nava axa Îraqê da PKK-ê dikin hedef, amade bikin. Û ji bo ku em balefirên Tirkiyê bixin xwarê emê artêşê çekdar bikin."
Balafirên Tirkiyê her roj bêyî ku destûrê ji hukûmeta Îraqê bigrin ya jî haya Îraqê pêxin, gelek caran derbasî nava sînorên dewleta Îraqê dibin û bi tonan bombe dirjînin ser çiya, gelî, gund, newal û axa Kurdistanê.
Di dema êrîşên zirarên canî da hukûmeta Kurdistanê carnan dengê xwe bilind dike û tirkan protesto dike, lê hukûmeta merkezî ya Îraqê heta nuha dengê xwe nekiriye.
Di normalê da dibê dewleteke serbixwe tiştekî wiha qebûl neke. Heger Îraq bi rastî jî dewleteke serbixwe ye, ne kolonîyeke Tirkiyê ye, dibê van îhlalên Tirkiyê ji roja roj da qebûl nekira.
Lê ez hêvî dikim ku ev xeber rast be û bi kêmanî ji nuha û pêda Îraq bi rastî jî êdî vê çavsoriya tirkan qebûl neke.

XXX
Serokdewletê Emerîka Barak Obama, di axivitina xwe ya Neteweyên Yekbûyî da fermana rejîma Esed da û got, ”dibê rejîma Esed nemîne û di û pergala nû ya Sûriyê da dibê dîtina kurdan, mesîhiyan, sûniyan û elewiyan jî were grtin.”
Bi gotineke din, yanî dibê di rejîma nuh da mafê kurdan jî were dayin...
Ev gotinên Barak Obama di civîna Neteweyên Yekbûyî da gelkî girîng in, li hemberî cîhanê teauheteke vekirî ye.
Ev jî nîşan dide ku Emerîka li Sûriyê piştgiriyê dide daxwazên kurdan yên netewî.
Esed di demeke pir kin da ewê ya bireve, ya jî were kuştin. Piştî vê, Sûriye ewê ji nuh ve were avakirin. Di Sûriyeya nuh da bêguman kurdên rojava jî weke kurdên başûr ewê jî bibin xwedî statuyeke siyasî. Yanî meriv dikane bibêje ku kurdên rojava xelasbûne, tenê maye kînga ?
Piştî azadiya kurdên rojava dor ewê were Tirkiyê, dibê kurdên bakur xwe ji wê rojê ra amede bikin.

XXX
Heyeta Radyo û Telewîzyonê ya Danîmarkayê ji Doza Roj TV-ê 2 meh cezayê rawestandina weşanê da kanalên Nûçe TV, MMC û METV (Mezopotamya TV).
Li gorî biryarê, weşanên kanalên Nûçe TV, MMC, Roj TV û METV yên girêdayî şîrketa Mesopotamia Broadcastingê, ewê ji roja 3-ê cotmeha 2012-a saet di 24.00 û pêva du mehan werin rawestandin.
Ez meraq dikim, li hemberî vê biryarê gelo Tirkiyê çi da Danîmarkayê?
Ez bawer nakim ku Heyeta Radyo û Telewîzyonê ya Danîmarkayê ev biryar belaş girtibe. Zû dereng, rojekê ewê ev bazarî jî derkeve û ji bo demokrasî û azadiya xweîfadekirinê ji bo Danîmarkayê bibe rûreşiyeke mezin.

25 september 2012

Li Tirkiyê kultura demokrasiyê tuneye


Serokê meclîsê Cemîl Çîçek, di axaftina xwe ya Zanîngeha Fatîhê da îtîraf kiriye ku di demokrasiyê da her tişt bi qanûnan nabe, hin tişt girêdayî kultur û perwerdeyê ne.
Çîçek, qala problemên demokrasiya Tirkiyê kiriye û tigotiye:
”Li welatê me bingehê demokrasiyê yê qanûnî heye, lê belê bingehê kulturî û exlaqî têra xwe tuneye. Ji ber ku ne wiha ye, em hewil didin ku vê valahiyê bi derxistina qanûnan dagrin. Yanî bi qanûnan meriv nabêje bi tolerans(tehamul)bin. Bi derxistina qanûnan meriv nabêje ”vanan bikin”. Ev fêrbûneke, kultureke, perwerdeye. Ew jî xisletên(xuyên) ku ji destpêkê ve tên qezenckirin in. Di serê derên ku van xisletan lê tên qezenckirin yek jî zanîngeh tên.”
Rast e, li Tirkyê ji qanûnan bêtir kultur û exlaqê demokrasiyê, xweşbînî, tehamulê tuneye.
Erê gelek qanûn jî ne demokratîk in, nîjadperest in, li ser înkara miletê kurd û gelên din ava bûne, lê problem ne ev tenê ye, problem civat e, dîtin û toleransa civatê ye jî.
Nîhayet qanûn ji alî însanan ve tên çêkirin, dema însan bi xwe ne demokrat, tehamulkar û xweşbîn bin, qanûn baş bin jî têrê nake. Dibê qanû netîceyeke pêşketina civakê ya aborî, siyasî û kulturî be.
Û rast e, kultura demokrasiyê jî di meketeban da, di zanîngehan da, bi perwerdeyê tê qezenckirin.
Lê li Tirkiyê hemû dezgehên perwerdeyê, ji destpêkê heta dawiyê, hîn jî wek hêlînên nîjadperestiyê ne. Heta ku mufredat, îdeolojî û sîstema perwerdeyê neyê guhertin, zarokên kurdan jî wek yên tirkan bi zimanên xwe perwerdeyê nebînin, perwerdeyeke modern û demokratîk ne mimkûn e, pêşketina kultura demikrasiyê ne mimkûn e.
Mejuyekî azad ancax di derdoreke azad û bi perwerdeyeke bi rastî demokratîk mimkûn e.

XXX
Pûlisên tirk li Hekariyê bi çavsoriyeke mezin çewal xistine serê sê kurdan. Wisa xuyaye ku mêrikan heyfa Emerîkiyan ji kurdan digrin.
Di sala 2003-a da emerîkiyan li Silêmaniyê girt ser şargeha leşkerî ya Tirkiyê û çewal xistin serê birek zabitên tirk. Ev yek bi tirkî bi navê ”çûvl geçîrme” derbasî dîroka tirkan bû.
Tirkan, li hemberî emerîkiyan li gel ku ew jî çekdar bûn dest nebirin xwe, lê li hemberî kurdên siwîl û bêçek nuha ”mêraniyê” dikin.
Çewal xistina serê kurdên siwîl ne mêranî ye, çavsorî û zulmeke neyaraneye. Kurd ewê vê kirina we tu carî ji bîr nekin.

24 september 2012

Erdogan dîsa li dû xapandinê ye


Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay, di kanala televizyona Kanal 7 da li ser hevdîtinên PKK-ê û dewletê yê li Osloyê rawestiyaye û gotiye,
”di navbera wan û PKK-ê de tu mutabaqat çênebûye û li bin wan belgeyan jî mohr û îmzeya wan tuneye. Beşê îstîxbaratê yê dewletê ew hevdîtin kirine, lê li wê derê tu mutebeqat tuneye.!”
Atalay, li ser pirsa; “Gelo vê gavê li hin deveran hevdîtinên mîna yên Osloyê têne kirin ya na?” jî gotiye:
“Vê gavê di vî warî da înîsiyatîfeke dezgehên dewletê tuneye. Lê belê xebatên me yên di vî warî da berdewam in. Ji bo hizûra Tirkiyê pêwîst be emê hevdîtinên Osloyê bidomînin.”
Maneya ”pêwîst/hewce” be ew e ku heger careke din jî hukûmet têkeve tengasiyê û hewcedariya wan bi xapandinê hebe, ewê carek din jî eynî tiştî bikin.
Ji xwe Erdogan û Atalay li ser hevdîtinên berê jî gotibûn, ”wan ji bo huzûr û selametiya Tirkiyê, ji bo ku menfeeta welêt wiha dixwest wan ev civîn bi PKK-ê ra kirin û heger sibe jî pêwîst be ewê dîsa bikin”.
Atalay di vê axafina xwe da jï eynî tiştî dubare dike, dibêje tu nêteke me ya rûniştina bi PKK-ê ra û çareserkirina mesela kurd tuneye, lê dema em muhtacî manawrayeke wiha bibin emê dîsa bikin.
Yanî heger bikanibin ewê carek din jî bixapînin.
Ev nêta hukûmeta AKP-ê êdî ne sireke, him Erdogan û him jî Atalay pir vekirî dibêjin ku civînên Osloyê ji bo xapandinê bûye û ji xwe loma jî wan îmze navêtine binê tu protokolekê.
Loma jî dibê ji nuha û pêda PKK-ê êdî neyê vê lîstikê û bi derew û taktîkên wiha erzan nexape. Tu civînên bi dizî bi merivên îstîxbarata Tirkiyê ra neke.
Heger Hukûmet bi rastî jî dixwaze bi PKK-ê û bi kurdan ra rûne û mesela kurd çareser bike, dibê civîn û hevdîtin ne bi dizî, eşkre bin. Ji bo ku Erdogan û Atalay careke din jî nikanibin bibêjin, ”wan wek taktîk, ji bo huzûr û selametiya Tirkiyê kiriye.”

XXX
Di ferhenga Dezgeha Zimên ya Tirk ya înternetê da navê kurdan ne kurd e, ”Grûbeke li Asya Pêşîn dijî” ye.
Dema hûn di motora lêgerînê ya Dezgeha Zimên ya Tirk(TDK) da gotina ”kurd, ermenî, yûnan û rûs” binivîsînin li hemberî tiştên ewê derkeve pêşberî we hûnê matmayî bimînin.
Dema meriv di înternetê da di beşê ferhenga tirkî ya Dezgeha Zimên ya Tirkda gotina, rûs dinivîsîne ”Gawirê moskof, dema kurd dinivîsîne ”Grûbeke li Asya Pêşîn dijî û kesên ji vê grûbê, ”, dema yûnan dinivîsîne ”Palîkarya” û li gorî ferhebgê maneya kesê ”bêdîn” jî ”bêmerhamet” e û maneya gotina ermenî jî ” wek bûka ermenî bi cîlwe..”
Mahcirên ji Asya Navîn, ji Balkanan, ji Kafkasan ji ber şelpeyên xelkê reviyan û li welatê xelkê stirîn, di ferhenga xwe ya resmî da navên kurdan jî rast hilndan, dibêjin ”Grûbeke li Asya Pêşîn dijî…” û ji rûsan ra jî dibêjin ”Gavirê moskof”!

XXX
Malcoml X-ê mafparêzê reşikên emerîkî, li ser perwerdeya hênzên kolonyalîst û neyarên miletên bindest gotiye:
”Tenê yekî ehmeq dikane destûrê bide ku dijmin zarokên wî perwerde bike.”
Tespîteke pir rast e, lê mixabin heta nuha jî dijmin zarokên kurdan perwerde dikin. Û loma jî gelek kurd îro bi dijmin ra êrîşê gelê xwe dikin.

Dema xîret nemîne meriv bêûjdan dibe


Parlamenterê AKP-ê yê Semsûrê(Adiyamanê)Mehmet Metîner, di programa Balçîçek Îlterê ya kanala Haberturkê da gotiye, ”Me mesela kurd çareser kiriye. Ji bo ku me mesele çareser kiriye em marûzî hîdet û şîdeta PKK-ê dibin.”
Mehmet Metîner yek ji wan kesan e ku ûjdanê xwe pir erzan, bi parlamenteriyeke bêşexsiyet firot. Îcar ji bo ku ji ûjdan û xîretê paqij bûye loma jî birehetî dibêje AKP-ê mesela ku
rd çareser kiriye.
Heger bi qasî serê misqalekî jî xîret û ûjdan pê ra mabûya li ser navê neyarê gelê xwe nedigot ”wan” mesela kurd çareser kiriye.
Ji bo ku xwe têke çavê Erdogan û jê eferimekê bigre, vê derwa mezin dike.
Li Tirkiyê hebûna kurdan nayê qebûlkirin, zarokên kurdan hîn nikanin bi zimanê xwe bixwînin, welatê kurdan di bin îşxalê da ye, kurd hîn ji alî dewleta tirk ve weke miletekî bindest tên îdarekirin, lê li gorî Metîner dîsa jî wan mesela kurd çareser kiriye.
Însan dema têkeve bin emrê dijmin wiha bêbext û bêûjdan dibe…

XXX
Cîgirê serokê CHP-ê Gokhan Guneydin gotiye, ”hevdîtinên Osloyê” serîlêgerandin yanî xapandin bû.
Rast e û êdî her kes bi viya dizane.
Ê ji xwe ev yek heta nuha Erdogan jî çend caran got. Erdogan got, armanca wan ne lehevkirin bû. Menfeeta dewletê wiha xwestiye wan wiha kiriye. Û loma jî wan protokol îmze nekiriye.
Loma jî meriv dikane bibêje ku bûyera Farqînê bibûya nebûya hukûmetê dawî bida hevd
îtinan. Çimkî ji destpêkê danêta hukûmetê xapandin e.
Bi vê xapandinê, Erdogan dixwest him hilbijartinan bi selametî derbas bike û him jî ji kurdan rayan bigre. Û hukûmet di herdu waran da jî bi ser ket.
Loma jî êdî ne rast ku meriv bibêje heger ne bûyera Farqînê bûyadawî li hevdîtinan nedihat. Bûyera Farqînê bibûya nebûya hukûmetê hevdîtin nedidomand.
Belkî hukûmetê ji bo ku bahaneyekê bibîne bi zanetî leşkerên xwe da kuştin.

XXX
-Aqilê ku ûjdanê wî tunebe edaleta wî jî tuneye.

22 september 2012

Ez jiyana xwe deyndarê te me

Ev rismê birayê min Metîn ez gelkî xemgîn kirim û birim rojên berê.
Heger ne fedekariya wî bûya, yê di vî rismî da ewê ne Metîn, ez bûma.
Çimkî ew ji dêlî min ve ket hefsê; ji bo min xwe feda kir.
Di vî rismî da Metîn 15-16 salî ye û di vî
temenê xwe yê zarok da ji dêlî min ve, ji dêlî birayê xwe ve ketiye zindanê.
Bi temaşekirina vî rismî ez pir xemgîn bûm. Ez çi bikim û çi bibêjim jî ez nikanim ji bin çêyiya Metîn derkevim, wî jiyana xwe fedayî min kir.
Di payiza 1979-an da berbanga sibehekê girtin ser mala me û şeşderba min hate girtin.
Ez wê demê di dahîreya tapuya Wêranşarê da mamûr bûm. Ji bo ku ez neyêm girtin û nekevim hefsê, min got şeşderb ya Metîn e û ew ji dêlî min ve hat girtin.
Ez qet ji bîr nakim, di wî temenî da wî bi xez jî got, ”abê, ez digrim ser xwe…”
Heger Metîn şeşderb negirta ser xwe û ez wê rojê têketama hefsê, ez bawer dikim êdî xelasiya min tunebû.
Ji ber ku piştî wê li Wêranşarê li pey hev gelek bûyer qewimîn, min ji kar îstîfa kir û xwe da alî. Û dû ra jî darbeya 12-ê Îlonê hat.
Heger Metîn wê rojê negota şeşderb ya min e û ji dêlî min ve ew neketa hefsê, di 12-ê Îlonê da ezê di hefsê da bûma. Û bi îhtîmaleke mezin ez ji hefsê sax xelas nedibûm.
Ji xwe dû ra di xiyaba min da cezayê muebetê dan min. Heger ez sax bimama jî ez yê muebetê bûm û bi îhtîmaleke mezin nuha ez ne li jiyanê bûm. Loma jî ez jiyana xwe ya îro hinekî jî deyndarê Metîn im. Ez çuqasî sipasdarê wî bim jî ez nikanim deynê xwe bidim wî.
Tenê dikanim bibêjim Metîn, hemû zulm û îşkeneceya te di zindanan da dît û kişand, ez îro dilê xwe da his dikim.
Dibê tu bizanibî ku ezê tim û tim deyndar û sipasdarê te bim…
Lê çi heyf ku ezê tu carî nikanibim vî deynê xwe bidim…

20 september 2012

Apê Mûsa, me gelkî bîriya te kiriye !



Bi minasebeta 20-min salvegera şehadeta Apê Mûsa Mûsa Anter.
Apê Mûsa Anter, di 20-ê Îlona 1992-a da li Amedê bi emrê berpirsiyarên dewletê yên wê demê, ji alî qatilên dewletê ve bi qeleşiyeke mezin hat qetilkirin.
Di 20 saliya şehadeta wî da em Apê Mûsa bi hurmet bibîr tînin û qatilên wî rûreş û şermezar dikin.
Kesên biryara kuştina Apê Mûsa dan, serokkomar, serokwezîr, wezîrê karê hundur û serokerkanê Komara Tirkiyê yên demê bûn. Li gel ku ev yek bi delîl û şahidan baş eşkere bûye jî, ev qatilên ku emrê kuştina Mûsa Anter dan hîn nehatine girtin. Hukûmeta AKP-ê naxwaze qatilên kurdan ceza bike.

XXX
Sînan Çetînê derhênerê sînemayê gotiye, ez dizanim gelek kes naxwazin herin leşkeriyê, ji dêlî wê ve dixwazin pera bidin. Bira dewlet ji van kesan pera bistîne(li gorî hesabê wî ev jî 33 milyar dolar dike) û bi wan peran here PKK-ê bikire.
Yanî li gorî baweriya Sînan Çetîn, meriv dikane bi peran PKK-ê bikire û bi vê riyê mesela kurd çareser bike.
Gelo ev Sînan Çetîn kurd e, tirk e, ji ku ye?

XXX
Ev demeke cerdevanên gundan li pey hev çekên dewletê teslîm dikin û dev ji zilamtî û mêrkujiya dewletê berdidin.
Ev pêşketineke pir baş e, ez hêvî dikim ku çekdanîna cerdevanan dom bike.
Diyar e li Kurdistanê bi gurrbûna şer ra dewlet dixwaze cerdevanan bêtir bide pêş û wisa xuya ye ku cerdevan jî vê yekê qebûl nakin. Yanî di meselê da mirin heye.
Dibê siyasetmedar û hemû rêxistinên kurdan ji bo çekdanînê bang li cerdevanan bikin. Çekdanîna wan ewê bêtir cî li hukûmeta AKP-ê teng bike.

XXX
Kessên biserketina xwe bawer in zû dereng miheqeq biser dikevin...

19 september 2012

Me şûrê ku serê me firand bi destê xwe tûj kir !



Dibêjin ku Xalid Begê Cibrî yê gorbuhşt gotiye, ”Me şûrê ku serê me birrî me bi destê xwe tûj kir...”
Xalid Beg pir rast gotiye, lê dereng fêm kiriye. Esas îro jî gelek kurd bi hevaltiya bi AKP-ê ra eynî şaşiyê dubare dikin, ew jî şûrê ku ewê serê wan jî bifirîne bi destên xwe disûn yanî tûj dikin.
Gotin ji min...

XXX
Nivîskarê rojnameya Hurrîyetê Ahmet Hakan, di nivîsa xwe ya do da li ser uslûb û qebedayîtiya serokwezîr Erdogan radiweste û dibêje, li Tirkiyê êdî demokrasiya “tu kî yî yaho” heye.
Rast e, Erdogan ji her kesê ku wî û siyaseta hukûmegta wî rexne bike ra bi uslûbeke pêxwasan dibêje, ”tu kî yî yaho”?
Beşek ji vê nivîsa Ahmet Hakan wiha ye:

“Demokrasiya tu kî yî?

Serokê muxalefetê tiştekî dibêje…
Bersîva serokwezîr:
”Tu kî yî yaho…”
Qunciknivîsên rojnameyan hin tiştan dinivîsin….
Bersîva serokwezîr:

”Tu kî yî yaho…”
Seroka TUSIAD-ê dibêje, ”fêrbûn mafê me ye”, filan û bîvan…
Bersîva serokwezîr:
”Tu kî yî yaho…”
Hedîse ev e:
Em ji demokrasiya pêşketî derbasî demokrasiya ”tu kî yî yaho…” bûne.
Bira li welêt û milet bimbarek be…”

Birêz Ahmet Hakan, çawa ku ji hesinê xerab şurê baş çê nabe, her wisa ji pêxwasekî Kasimpaşayê jî siyasetmedarekî bi edeb û bi kultur dernakeve. Malê we ev e, loma jî dibê hûn tiştekî din jê hêvî nekin…
”Keçika qereçî nabe xatûn…”

18 september 2012

Ev şêla Erdogan pir tahlûkeye


Sirri Sakik, du roj berê ji serokwîzîr Erdogan ra got, ”Hûn dikanin xwîna dirije bisekinînin. Heger hûn viya bikin, hûnê bibin ezîzê vî welatî. Vî şerî biqedînin, bira kes êşa ewladan nekşîne.”
Li hemberî van gotinên Sakik yên pir maqûl û bi heq, Erdogan bi pozbilindiyeke mezin got, ”Tiştê ji destê min hat min kir, lê min bersîva wê nedît.”
Yanî Erdogan dibêje, ji nuha û pê da ji bo ku zarokên kurd û tirk neyên kuştin tiştekî ku ew bike tuneye.
Heger bersîva Erdogan ne ev bûya, îro ewê 10 leşkerên din nehatana kuştin û zêdetirî 50 leşkerî jî birîndar nebûna.
Heger li derekê herbek hebe, her roj xwîn were rijandin, dibê serokwezrê wî welatî ji bo qedandina şer bixebite, nebêje ” Tiştê ji detêmin hat min kir”…
Û heta ku Erdogan wiha bibêje, mixabin her roj zarokên kurd û tirkan ewê werin kuştin…


XXX
Bîst sal berê di 17-ê Îlona 1992-a da serokê Partiya Demokrat ya Kurdistana Rojhilat, welatperwerê bi nav û deng Dr. Sadiqê Şerefkendî û du hevalên wî, Fettehê Abdalaî û Humayînî Erdelanî ji alî qatilên rejîma meleyên Îranê ve bi qeleşiyeke mezin hatin qetilkirin.
Di 20-mîn salvegera şehadeta van hersê welatperwerên kurd da, ez wan bi hurmeteke mezin bibîr tînim û rejîma terorîst ya meleyên Îranê rûreş û şermezar dikim.
Gelê kurd, heval û neviyên Qadî Mihemed, Dr. Qasemlo û Sadiqê Şerefkendî, ala ku van rêber û egîdên miletê kurd li pey xwe hîştin tu carî dananîne erdê û tim û tim ew li asîmânên her çar perçeyên Kurdistanê bilind hildane.
Kurdistana ku Qadî Mihemed, Dr. Qasemlo, Sadiqê
Şerefkendî û bi hezaran kurdan ji bo wê canê xwe feda kirine li ber avabûnê ye, kurd gav bi gav nêzî armanca xwe dibin. Di demeke nêz da weke her miletî miletê kurd jî ewê rizgar bibe û bigihîje azadiya xwe.
Bira bimrin hemû qatilên kurdan û bijî kurd û Kurdistan


XXX
Ji min ra bi zimanê xwe bistirê


Ji min ra bi zimanê xwe stranekê bibêje
Li ser navê kê dibe bila bibe
Bira tenê qîrîn ya te be
Bira îsyana te birije dengê te
Bira dengê te bibe lehî û biqîre
Ji min ra tiştnan bibêje
Lê belê bira bi zimanê te be
Belkî fêm nekim tu çi dibêjî


Lê belê bira bi zimanê te be

Yilmaz Guney
Werger ji tirkî: Zinarê xamo


XXX
-Ne tu ewr î, ne jî ez baran
Ne tu mexrûr û ne jî ez mexrûr
şeveke bi kovan em bêdeng in, bêlibat in, hemû ev e…

Alî Çinar
Werger: Zinarê Xamo

17 september 2012

Pîvana welatperweriya tirkan nefreta ji kurda ye



Pîvana welatperweriya tirkan bûye kêfxweşiya li hemberî mirin û kuştina kurdan.
Kî herî zêde bi mirin û bi kuştina kurdan kêfxweş bibe û vê kêfxwesiya xwe jî eşkere bîne zimên, ew tirkê herî baş û herî welatperwer e.
Li cîhanê nîjadperestiyeke wiha kêm e, dilşahiya bi mirina hinekên din hestekî wahş û ne însanî ye.
Gava leşker ya jî pûlisekî wan tê kuştin tirk pir xemgîn dibin, li ber qamarayên telewîzyonan porên xwe dirûçikînin û xwe radikin û li erdê dixin.
Lê eynî însan bi xebera kuştina bi sedan keç û xortên kurd pir dilşa dibin, dibêjin ”çêxweş” bû, înşelah ewê hewqasên din jî werin kuştin.
Piştî întîxara lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê Sirri Sakik, dilşadiya gelek kesên tirk di medya sosyal da nîşan dan gelkî dûrî însaniyetê ye.
Bi baweriya min piraniyeke zêde ya tirkan wiha difikirin,  ji dil dixwazin ku kurd li ruyê cîhanê nemînin.
Min heta nuha nedîtiye ku berpirsiyarekî dewletê û hukûmetê li hemberî van dîtinên nîjadperest yên derî însaniyetê beyanek dabe û dîtinên wiha mahkûm kiribe?
Nakin, ji ber ku ew jî wiha difikirin. Yanî xeta xwar ji gayê pîr da ye. Ji ber ku siyasetmedar, birêvebir û mezinên tirkan wiha nefikirin kesên din jî cesaretê digrin.

XXX
Parlamenterê BDP-ê yê Hekariyê Esat Canan, siyaseta hukûmeta AKP-ê ya derbarê mesela kurd da rexne kiriye û gotiye:
”Li herêma Şemzînan, Geverê, Çelê û Hekariyê herbeke mezin didome.
Di serî da AKP, MHP dibê hmû partiyên siyasî dev ji zimanê şer berdin. Dibê serokkomar van mirinan bibîne û însiyatîfê bigre. Mesela kurd bi çekan çareser nabe. Kesên ku ev 30 sal in hûn ji wan ra dibêjin terorîst, îro li vir dehhezar wan birêdike. Wê demê ev şerekî gelêrî ye. Kes nikane gelekî înkar bike. Ji bo vê, dibê serokwezîr riya Qendîlê nîşanî me nede. Em wê riyê dizanin. Ya girîng dibê riya daketina ji Qendîlê vere vekirin.”
Çi heyf ku Erdogan guh nade van şîretên rast. Erdogan hîn jî bawer dike ewê bi şer serîhildana kurdan bişkîne. Loma jî dev ji şer bernade.
XXX
Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê, derbarê rêvebirên PKK-ê da biryara lêgerîna bi îlana rojnameyê derxistiye. Îlan di rojnameyên herêmî da hat belavkirin.
Di îlanê da li rêvebirên PKK-ê Murat Karayılan, Rıza Altun, Osman Ocalan, Selahattin Çelik, Duran Kalkan, Ali Tekbakar, Zeki Ozturk, Şeyhmus Yigit, Burhan İlik, Hasan Atmaca û berpirsiyarê eskerî yê Hîzbullahê Haşîm Alabalik jî di nav da, li gelek kesî tên gerîn.
Di îlana dadgehê da tê gotin ku dibê ev kesên gumanbar di demeke herî kin da biçin qereqola herî nêzîk û îfadeyên xwe bidin.
Ê ji xwe ev dewlet ne dewleteke cidî ye, ne dewleteke tabiî ye, pînc e û ji bal çend kesên pînc û mahcirên destbixwîn ve hat avakirin. Loma jî dikane her tiştê xeyrî cidî bike.
Li hemberî vê komîkiyê meriv nizane bikene, nizane bigrî. Lê netîce ji dewleteke wiha ancax hakimên wiha sadir bibin.
Ê madem ku ewê ev îlan bidana rojnameyan wê demê ev 30 sal in ji bo şer dikin, hema bira roja pêşî ev îlan bidana û xelas (!)

Hestên tirkan yên li ser kurdan


Piştî bihîstina întîxara lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê Sirrî Sakik, tirkan weke her car dîsa di twîttirê û di medya sosyal da kêfxweşiyên xwe anîn zimên. Ez çend nimûneyan ji van twîttirê tirkan li jêr bi kurdî û tirkî pêşkêş dikim. Dibê kurd bibînin ku tirk ji bo kurdan çi difikirin...


-Lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê miriye, bi hêviya ku di nêz da hemû sulaleya wî qir bibe.
-Lawê wî bû qurmê cehnimê...

-Lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê întîxar kiriye, em çi bibêjin, bira serê wî sax be. Aqûbet di demeka nêz da li serê bavê wî be!

-Ez ji lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê ra rahmetê û ji bavê wî ra jî xwe avêtina ji eynî balkonê dixwazim

-Lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê întîxar kiriye, ji wî ra rahmetê ji yên mayî ra eynî aqîbetê dixwazim.

-Dibê lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê bibe nimûne. Dibê kampanya were destpêkirin. Dibê were gotin, haydê xortên BDP-yî xwe bavêjin. Dibê em bi merasimê ji hemûyên wan xelas biibn.

-Lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê miriye, destpêkirina rojê bi xebereke xweş xweş e.

-Ez bi êşa parlamenterê BDP-ê yê Mûşê Sirri Sakik ra rojeke bextewar diborînim.

-Lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê întîxar kiriye, jimarek li hejmara terorîstên kuştî zêde bû.

-Lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê întîxar kiriye, lawê wî hîn bi şeref bûye, em ji te jî dipên.

-Lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê miriye, hahahah, ez pir keniyam..:))

-Her kes dibêje bira serê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê Sirri Sakik sax be, bira serê wî ne sax be, bira serê wî bêşerefî jêbe, koka wî biqele.

Ev jî tirkiya wan:
-Oğlu cehennem kütüğü oldu.
* @brssnr: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın ölmüş, yakında tüm sülalesinin yok olması dileğiyle....

* @sezgiinaydin: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın oğlu intihar etmiş. Ne diyelim başı sağolsun. Darısı tez zamanda babasının başına!

* @xxx_1907: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın oğluna Allahtan rahmet, babasına aynı balkondan atlama cesareti diliyorum..
* @unique_question: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın oğlu intihar etmiş. Kendisine rahmet kalanlarına “aynı sonu” diliyoruz.

* @ErN_: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın oğlu örnek olmalı. Kampanya başlatılmalı. Hadi BDP’li gençler uçuruma diye. Törenle kurtulmalı alayından.

* @iloveyoumeloo: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın oğlu ölmüş, güne güzel bir haberle başlamak güzel

* @kirsanzade: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın acısıyla mutlu bir gün geçiriyorum.

* @meuyar06: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın oğlu intihar etmiş. Ölen terörist sayısına 1 kişi daha eklendi.

* @selimokkiran: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın oğlu intihar etmiş.. Oğlu daha onurluymuş senden de bekliyoruz...

* @Payitaht42: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın oğlu ölmüş :)) hahahah sesli güldüm :))

* @AtalayKavak: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın başı sağolsun diyor herkes. Başı sağolmasın, başı kopsun, soyu kurusun şerefsizin.






XXX
Kurdan belasebeb negotiye, ”Ya pişta xwe pispêre mêrekî çê ya jî çiyayekî asê”.
Kurd di dîroka xweda tu carî rastî mêrekî çê nehatine ku pişta xwe bispirinê. Di destê wan da tenê çiyayên wan mane, loma jî kurdan hertim pişta xwe siparina çiyayên xwe yên asê…

16 september 2012

Ew çêlika şûjinê ye


Ev demeke di nabêna Jan Dost û Rêzan Tovjîn da minaqeşeyek dom dike. Minaqeşeyê berê di twîtterê da dest pê kir û hîn jî didome.
Ji bo ku meselê fêm bikim, min hemû nivîs û bersîvên herduyan û nivîsên Mahabat Felat xwendin. Ji ber ku Mahabat Felat jî di malpera Amîda Kurdê da xwe tevî meselê kiriye.
Gotinên Jan Dost di twîtterê da ji Rêzan Tovjîn ra kirine ku bûye sebebê destpêkirina minaqeşeyê bi rastî jî pir ne xweş in û min tiştekî wiha ji yekî wek Jan Dost nedipa.
Minaqeşeya di nabêna Jan Dost û Tovjîn da li ser şiroveyeke Jan Dost ya li ser PYD-ê û hevalbendên PKK-ê destpêkiriye.
Demakê di nabêna min û Rêzan Tovjîn da jî minaqeşeyek derbas bûbû, lê me minaqeşe negîhand vê dereceyê.
Ji ber ku bersîva Rêzan Tovjîn ya dawî bixwînim, ez ketim quncikê wî yê malpera Amîda Kurdê. Di vê nabênê da di quncikê wî da ez rastî vê pêkenîna li jêr ya li ser toriyan hatim.
Li ba me li Wêranşarê çîrok û pêkenînên wiha li ser berferetiyan dibêjin. ”Jîrikê” wan jî li ba me, ”hamîhama û xwediyê aqil û fahma” ye. Kurd li hemû herêman li ser hev pêkenîn wih adibêjin.
Pêkenîneke pir xweş e, fermo hûn jî bixwînin...

Rojekê yekî torî bizmarekî li erdê dibîne. Lê tiştekî jê fam nake. Nizane çi ye. Bi meraq nîşanî gundiyekî xwe dide û dipirse:
-Min vaya erdê dîtiya! Tu zanê çi ya?
-Na wola nizanim çi ya! Ka bibina cem jîrik bê zana çi ya, ne çi ya.
 Her du bi hev re diçin cem jîrekê gund. Dema bizmar nîşanî jîrik didin û dipirsin bê "ev çi ya", jîrik ji ber ku ew her du gundî bizmêr nas nakin, ji kenan dikeve, zikopişto dibe. Carê jî ji wan ra dibêja.
-Vêga hon nizanin bê ev çi ya?
Piştî ku gundî têra xwe li ber xwe dikevin û dibêjin "na wola me nas nekir bê çi ya", yê jîrik ji wan re dibêje:
-Vaya çêlka jûjinê(şûjinê) ya, hê çavê wê vanabûya!

Îlaneke sosiret !



Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê, derbarê rêvebirên PKK-ê da biryara lêgerîna bi îlana rojnameyê derxistiye. Îlan di rojnameyên herêmî da hat belavkirin.
Di îlanê da li rêvebirên PKK-ê Murat Karayılan, Rıza Altun, Osman Ocalan, Selahattin Çelik, Duran Kalkan, Ali Tekbakar, Zeki Ozturk, Şeyhmus Yigit, Burhan İlik, Hasan Atmaca û berpirsiyarê eskerî yê Hîzbullahê Haşîm Alabalik jî di nav da, li gelek kesî tê gerîn.
Di îlana dadgehê da tê gotin ku dibê ev kesên gumanbar di demeke herî kin da biçin qereqola herî nêzîk û îfadeyên xwe bidin.
Ê ji xwe ev dewlet ne dewleteke cidî ye, ne dewleteke tabiî ye, pînc e û ji bal çend kesên pînc û mahcirên destbixwîn ve hat avakirin. Loma jî dikane her tiştê xeyrî cidî bike.
Li hemberî vê komîkiyê meriv nizane bikene, nizane bigrî. Lê netîce ji dewleteke wiha ancax hakimên wiha sadir bibin.
Ê madem ku ewê ev îlan bidana rojnameyan wê demê ev 30 sal in ji bo şer dikin, hema bira roja pêşî ev îlan bidana û xelas (!)



XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, di axaftina xwe ya zanîngeha Saraybosnayê da gotiye, ”min li Tirkiyê ji jinan 3 zarok xwest, lê ez li vir ji jinên bosnî 5 zarokan dixwazim. Dibê malbat viya bikin. Çimkî nufûsa Bosa Hersekê kêm e….”
Hemû dîktatorên cahil diwêrin emrên wiha bidin xelkê. Tu dibêjî qey mêrik bekçiyê doxîna xelkê ye…



XXX
Ma li vî welatî her teyr legleg e û her dar jî spîndar e ku ez jî bi tirk bim?
Abdulmelîk Firat

XXX
Dema av bilind dibe masî mûriyan dixwin.
-Dema av dimicciqe, îcar mûrî masiyan dixwin.
Bi serdestiya xwe ya îro zêde nefire, kî ewê kê bixwe ”herikandina avê” biryarê dide…

15 september 2012

Ma we dizanîbû August Strindbeg nîjadpereset e?

Îsal li Swêd 100 saliya mirina August Strindberg(1849-1912) bi gelek aktîvîteyên(çalakiyên) cûr be cûr tê bibîranîn.
Li ser jiyana û berhemên Strindberg li Stockholmê gelek semîner û konferans tên çêkirin. 
Ji tablo, gotin, nivîs û nameyên Strindberg gelek pêşangeh hatine vekirin û di medyayê da jî hema hema her roj qala Strindberg û berhemên wî tê kirin.
Strindberg, yek ji swêdiyên ku li cîhanê 
herî bêtir tê naskirin û herî pir meşhûr e. Lê bi taybetî jî wek dramatîker(nivîskarê tiyatroyê)Strindberg li cîhanê pir bi nav û deng e.
Lê Strindberg di esasê xwe da merivekî pir kontorversiel e, yanî merivekî pir tevlihev e û teşxele ye. Di çalakiyên 100 saliya mirina wî da derket ortê ku Strindberg her wisa merivekî rasîst(nîjadperest)bû.
Li gel mezinayiya wî ya hunerî, li gel aliyên wî yên baş, hin aliyên wî yên ”xerab” jî hebû; mesela ew merivekî rasîst û xwediyê îdeolojiyeke nîjadperest bû.
Ev aliyê Strindberg yê ”xerab”, yê rasîst(nîjadperest) li cîhanê nayê zanîn.
Û min bi xwe jî heta nuha nizanîbû. Lê nuha di pêşangeha berhemên wî da meriv fêr dibe ku Strindberg di eynî wextê da merivekî nîjadperest bû, baweriya wî bi mezinayî û serdestiya nîjada ”spî” hebû. Li gora wî, ”nîjada spî” ya herî hêja, herî bi qîmet e.
Ev aliyê Strindberg ne li cîhanê tenê, li Swêd jî baş nayê zanîn. Fikrên wî yên li ser jinan û li dijî jinan li Swêd tê zanîn û loma jî jinên femînîst qet ji Strîndberg hez nakin, li piyesên wî temaşe nakin.
Li Stockholmê di pêşangeha Centrûma Pirkulturî ya li herêma Botkyrka-Fittjayê, Susan Juhlin, Katrin Holmberg, Leif Magnuşon û Tobias Hubinette, gelek gotinên Strindberg ji piyes, kitêb û nameyên wî yên li ser gelek mijarên cuda girtine û bi dîwarê pêşangehêve bidarde kirine.
Tobias Hobinett, di hevpeyvîna xwe da dibêje, piraniya van gotin û dîtinan hewqasî nîjadperest in ku heger îro bûya ne mimkûn bû ku bihatana weşandin.
Û dûra jî wiha dibêje:
-Nîjadperestî (rasîzim)jî aliyekî Strindberg e, lê di 100 saliya wî da nexwestin li ser wê were peyivandin.
Tobias dibêje, naxwzin bipeyivin, ji ber ku ev yek bi swêdîtiyê ra li hev nake. Nîjadperestî wê demê beşekî swêdîtiyê bû. Wê demê meriv swêdîtî ji ”nîjada spî” ya herî spî didît û nasnameya swêdiyan li ser vê ava bûbû.
Lê bi tevgera 68-an ra nîjadperestî ji swêdîtiyê hat paqijkirin, ji dêlî wê ve antîrasîzim bû xusûsiyeta swêdîtiyê.
August Strindberg, ji bo qereçî û cuhuyan dibêje, ”ew nîvmeymûn in”.
Strindbeg di heqê afrîkiyan da jî xwediyê dîtinên nîjadperest e û gelek tiştên ne xweş li ser wan jî gotine.
Tobias dibêje, ne Strindberg tenê, gelek nivîskar û ronakbîrên swêdiyan yên wê demê rasist bûn. Mesela kesên weke, Selma Lagerlöf, Ellen Key jî wek Strindbeg difikirîn.
Wek tê dîtin, swêdî dîtin û aliyê pêşiyên xwe yên nebaş venaşêrin, wan bi aliyên wan yê baş û yên xerab ve pêşkêşî civatê dikin. Ev yek tiştekî pir baş e.
Lê tirk eksê wê dikin, tiştê îro neyê hesabê wan ji axaftin, name, bîranîn û berhemên însanan derdixin û di dewsa wan da tiştên nerast bicî dikin.
Mesela, gelek gotinên Seîdê Kurdî yên li ser kurdan, Kurdistanê û li ser çareserkirina mesela kurd ji berhemên wî derxistine û gotinên wî negotine xistine dewsa wan.
Û ne ev tenê, hemû tiştên li ser ermeniyan û rûman, Ataturk, ”serê azadiyê”, şewat Îzmîrê yanî bi kurtî dîroka Tirkiyê û Tirkan li ser derewan hatiye avakirin.
Falih Rifki Atay, di bîranînên xwe(Çankaya)da li ser şewata Îzmîrê dibêje, me Îzmîr çima şewitand û dema Îzmîr dişewitî Ataturk li şaneşîna (balkona) xezûrê xwe yê musteqbel rûniştibû û araqî vedixwar û li şewatê temaşe dikir.
Lê wê rojê min di derekê da xwend, ev beşe ji çapa nuh ya kitêbê derxistine.
Loma jî ne mimkûn e ku meriv swêdiyan bi tirkan ra miqayese bike. Swêdî ji gotina kêmasî û şaşiyên xwe natirsin, wan dibêjin, lê tirk ne tenê vedişêrin, di ser da jî tiştên nerast dixin dewsa wan.

13 september 2012

Em ne layiqî vî zimanî ne


Li nexweşxaneya Şirnexê tabeleyeke agahdariyê bi kurdî û tirkî nivîsîne. Normal tirk tiştên wiha nakin, lê li Şirnexê kirine. Tirkan kiriye lê yên me jî pêda kirine…
Meriv him ji teksta kurdî tiştekî fêm nake û him jî tiştê hatiye nivîsîn jî ji alî îmlayê ve şaş e.
Teksta tirkî wiha ye:
”Hasta kayitta kimlik ve hasta olmadan sira alinmaz.”
Û kurdiya wê jî wiha nivîsîne:
”Li nexwes geyd e nasname u nexwes tunebe
dor naye standin.”
Yanî nuha ev îş e?
Ma ne şerm e meriv vê gêrmiya gavanan li lewheyê binivîsîne?
Dema kurdî ev be helbet kurdê ji kurdî birevin û berê xwe bidin tirkî. Çimkî ya tirkî ne pir baş be jî, axirê tê fêmkirin. Lê ji nivîsa kurdî tiştek nayê fêmkirin.
Dema min di facebookê da ev lewhe dît ez pir pê êşiyam. Ez fêm nakim li bajarekî wek Şirnexê çawa dibe kesekî ku du gotinên lewheyekê rast binivîse tuneye?
Em ferz bikin ku kesê bi kurdî zanibe tuneye,wê demê jî meriv li yekî zana digere, ji wî dipirse.
Min di binê nivîsê da teksta tirkî wiha tercume kir:
- Nasname û nexweş tunebe meriv nikane di qeydxaneya nexweşan da têkeve dorê.
Ya jî dikane wiha be:
-Bêyî nasname û nexweş meriv nikane têkeve dorê.


XXX
-Li Tirkiyê gera li edaletê,
dişibe di kerxaneyê da gera li bakîreyekê.
Dibêjin ev gotin ya Nazim Hîkmet e. Heger bi rastî ya wî be camêr tespîteke pir rast kiriye. Bi rastî jî wisa ye.

XXX
-Ji riyên xwaromaro jî meriv dikane bigihîje hedefa rast.
-Merivên destpaqij jî fikrên wan ê qirêjî hene
-Şair di besta hundurê xwe da nêçîrê dike.
-Gelo diyalektîk ji bo mirinê jî derbas dibe?

XXX
-Dixwaze şaş bifikrin, lê belê her tim bi serê xwe bifikirin.
Û ji bo ku meriv bi serê xwe bifikire jî helbet dibê serî hebe...

XXX
-Cîhana gê(ga) heta dera çavê wî dibîne.
Ez bawer dikim neg a tenê, li cîhanê gelek însanên wiha jî hene…





PARVE BIKE